ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 05.01.2009 · 2 dîtin
Lijneyeke hevbeş ya ewlehiyê ya Iraq, Emerîka û Tirkiyeyê ji bo agahdarbûna rewşa rûniştiyên wê, serdana kempa penaberên Mexmûrê kir û hikûmeta Iraqê jî dê alîkariya penaberên wê kempê bike.Li ser armanca serdana wezîrê ewlekariya neteweyî ya Iraqê Şêrwan Walî ya ji bo kempê penaberan ya Mexmûrê, qeymeqamê qezayê Mexmûrê Barzan Seyid Kake ji PUKmedia-yê re ragihand, ji bo agahdarbûna rewşê kempê Mexmûrê lijneyeke hevbeş ya ewlehî ya Iraq, Emerîka û Tirkiyeyê hatiye pêkanîn, wezîrê ewlekariyê netewê Iraq jî, ji bo serokatiya ew lijneye serdanê kempê kiriye û got:” Di dema wê serdanê de lijneya zanîn ku ew kemp di warê sîyasî de kempêke aram e û xelkekê sivîl tê de ye, herweha ji bo tu aliyekî metirsîdar nîne.” Di derbarê alîyê wê mirovî ya kempê de jî qeymeqamê qezaya Mexmûrê got:” Di serdanê de wezîrê ewlekariya neteweyî yê Iraqê Şêrwan Walî ji bo nîşteciyên kempa penaberan a Mexmûr belênî da ku ew dê alîkariya wan bikin , bi taybet jî ji bo avakirina xwendingeh, derman ji bo nexweşxaneyan û hinek alîkariyên din ên jî bo şaredariya wê alîkariyên pêwîst dê bên pêşkeşkirin.” Di derbarê vegerîna penaberên wê kempê ji bo Tirkîyeyê jî, Barzan Seyîd Kake bi dûr zanî ku ew kar bê kirin û got:” Pêwendiya wê meseleyê bi Iraq û Tirkiyeyê re heye.”Hêjmara kempê penaberê bakurê Kurdistanê 12 hezar kese û di sala 1998-an de li Mexmûrê nîştecî bûne.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.