ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat Badikî · 10.09.2008 · 2 dîtin
Endamekî nunerê encumenê Iraq diyar kir , demê şerê leşkerê Irak, El Qaida u El Sadr pêwîst bu, hikumeta herêma Kurdistan nakokîyên xwe a li gel Baxda çareser bikira. Endamê Encumenê Iraq di berdewamîya axaftina xwe da got, bi hêzbuna leşkerê Iraq’ i zemin xweş dibe ku hikumeta Baxda nakokîyên li gel Kurda heye bi hez çareser bike.Endamê Encumenê Iraq Azad Çelak li gel rojnama Hawlatî axaft u li ser buyerê vê davîyên bîr u bawerîyên xwe hanî ziman. Berêz Azad Çelak di axaftina xwe da got: Pêwîst bu hikumeta Herêma Kurdistan nakokîyên xwe wek, maddeya 140, yasaya Neft, Meseleya Federalizm u pirsgirêkên Kerkuk-Musul çareser bikira. Niha ji Pêwîste hikumeta Herêma Kurdistan pêş bi hêzbuna leşkerên İraq pirsgirêk u nakokîyên xwe li gel Baxda çareser bike, ger çareser neke Hikumeta Baxda bi hêz li gel Kurda mamale dike.Çavkanîyek eşkere kir ku Nuri Maliki heftaya bihurî, li diji Kurda Sami Eskeri şand ba El Sadr ji alîkarî xwestên. Serokvezîrê İraq Nuri Maliki, Dixwaze li dijî destkeftîyên Kurdistanê êrîs bîne ser Kurdan u destkeftîyên Xelkê Kurdistan kêm bike. Werger: R.BHawlatî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.