ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
K.R.G · 05.03.2009 · 2 dîtin
Îro 18 Sali bi ser serhildana mezin û dîrokî ya cemawerê Kurdistanê de derbas dibin. Bi vê minasebetê hikûmeta herêma Kurdistanê, kêfxweşe ku, pîrozbahiyên gerim pêşkeşî tevaya xelkê Kurdistanê, partî û aliyên siyasî bi giştî, malbatên şehîdên serbilind û pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê bike. Serhildanê ji cîhana wê serdemê re ispat kir ku miletekê zolimlêkirî heye ku tîniyê azadî, serbestî û jiyaneke aram û dûr ji zilmê û şidetê ye. 18 salan beriya îro gelê Kurdistanê yê ku heta wê rojê ji kêmtirîn mafên xwe yên seretayî bê par bû, bi jin, zarok, kal û gêncan ve rijyane kulanan û bi piştevaniya hêza pêşmergeyê Kurdistanê û şîretên Bereyê Kurdistanê û siyasîya kurd gorzekê karîger weşande rijêma Bass a zordar a jinavçûyî û ji civaka navdewletî û cîhana îslamî û welatên Ewrupayê re got: ”Em miletê zolimlêkiriyê kurd in û em hene” Raperîna bi rûmeta adara 1991-ê kernevalekî dîrokî û hemaseteke bê mînak a xelkê Kurdistanê bû, û bêdengiya civaka navdewletî li hember wê hemû zolm û neheqiya derheq kurdan hatine kirin, ji girtin, bindestkirin, winda kirin û heta digehe enfal û kîmiyabaran û bisaxî binaxkirina xelkê bê berevanê kurd, ev germî û hemasete xulqand, û bi awayekî dengveda ku civaka navdewletî û welatên cîhanê matmayî kirin û hişiyar kiein. Ev hemû bûne sedemê wê yekê ku Civata Asayîşa Navdewletî biryara 688-ê derbike, ku tê de devera aram destnîşan kir, û rijêma Bass ya heriftî neçar kir ku ji her sê wîlayetan; Hewlêr, Silêmanî û Duhokê xwe vekşîne. Pişt re bi alîkariya UN, rêxistinên navdewletî, kesayetî û welatên dost yekemîn hilbijartinên azad yên herêma kurdistanê hatin encam dan ku berhemê wê yekemîn parlamento û paşî jî yekemîn hikûmet di dîroka kurda de bû. Parlamento û hikûmeta Kurdistanê di rewşekê de pêkhatin ku xelkê Kurdistanê di warê avê, karebê, tenduristiyê, civakî, perwerde, aborî û heta mihtaciyên esasî jî di xeraptirîn rewş da dijiya. Infrastruktura aboriya herêma Kurdistanê herftî bû, zêdetir ji 4500 gund hatbûn wêran kirin. Bêkariyê û nebûna pêdawîstiyên pîşesazî û çandinî ji her demî zîdetir pêşiya hikûmetê û xelkê Kurdistanê girtibû. Derbas bûn ji wê rewşa ne normal a li jor hatiye behis kirin, kûmeta herêma Kurdistanê û cemawerê xweragirê kurd bê hêvî nekir. Her çi qas şerê navxwe ew rewş aloztir kir, lê disa jî îradeya xelkê Kurdistanê û hewilên dilsozên gelê me bi ser hemû pirsan da biser ketin. Di pirosesa azadiya Îraqê ji destê zolm û zordariya rijêma Bassê de jî, her eynî cemawerê serhildana adara 1991-ê û nevî û kurên wan bûn rol lîstî û şahî û şadî xistiye nav dilê cemawerê kurd li deverên veqetyayîyên Kurdistanê li Kerkûk, Xaneqîn, Celewla, Şingar, Zomar, Şêxan û deverên din yên Kurdistanê. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi wê yekê kêfxweş e ku tevî hemû wan pirsgirêk û astengên hebûn, karî pêşkeftinên ber bi çav di tevaya warên xizmetgozarî, aborî, tenduristî, perwerde, zîraet, indisurî, kulturî …..htd bidestve bîne. Em dikarin bêjin ku li herêma Kurdistanê mînakek baş ya azadî, demokrasî, parastina mafê mirovî heye ku ew li sertaserê Îraqê û heta li welatên der doran jî de nîne. Rêxistin û cidakirina organan û karkirin jibona avakirina saziyên deselata îdarî, siyasî û dadwerî zaminê parastina wan destkefiyan e yên ku îro em şanaziyê pê dikin. Serokatiya herêma Kurdistanê, parlamento û hikûmeta Kurdistanê û tevaya destkeftiyên siyasî, saziyên îdarî û qanûnî û dadwerî berhemê xebata gelê Kurdistanê û xwîna şehîdan e. Kurd di pêkhateya parlamento û hikûmeta federe de roleke karîger dibînin û giraniya dengê kurdan di biryar û meseleyên çarenivîs bo tevaya Îraqê de bi zealalî diyar dibe. Careke din, tevî pîrozkirina 18 saliya serhildana xelkê Kurdistanê, silavan ji bo xebata bê rawestana partî û aliyên siyasî û hemû dostên gelê kurd yên dilsoz ku di warê ber bi pêşvebirina doza adil ya gekê me de rol lîstiye, dişnin. Silav bo canê şehîdên hertim nemir û malbatên wan yên serbilind. Silav bo pêşmerge û cemawerê hertim amadeyê Kurdistanê û hemû pêkhatên Kurdistanê bi kurd,tirkmen, kildan, aşûrî û êzidiyan ve. Bijî kurd, bijî Kurdistan Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.