ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
PUK-Media · 07.05.2006 · 2 dîtin
Hikûmeta Herêma Kurdistan hate damezrandin PUKmedia: Îro Civata Perlemana Kurdistan li hola 1ê Reşemiyê li Hewlêr demjimêr 12,55 dest pê kir, û bi rawestana bêhnikekê li ser giyanê şehîdên Kurdistan birêve çû.Piştre Birêz Ednan Muftî serokê Perlemana Kurdistan li ser bernameyê civata Perleman axaftî û piştre Birêz Nêçîrvan Barzanî serkê Herêma Kurdistan û cigrê wî Birêz Omer Fetah û wezîrên kabîneya pêncem di hikûmeta Herêma Kurdistan sûnda yaseyî xwendin.Her wuha Muftî di axaftina xwe de li ser barê Hikûmeta nû ya Herêm axaftî û da zanîn ku ji erkên herî serekî yên di bernameya hikûmetê de şerê terorizmê ye û peydakirina aramî û hedanê li navçeyê.Birêz Muftî giringiya pêkanîna bendê 140 ji zagona Iraqê anî ziman ya derbarê vegerandina Kerkûk nav Herêma Kurdistan li gor benda 58 ji yasa rêvebirina dewletê ya demkirî.Muftî pêwîstiya hêzbûna Hikûmeta Herêm axaftî û giringiya beşdar bûna hemû sawêrên gellê Kurdistan di hikûmetê de destnîşan kir, û pêwîstiya bicih kirina civakek sivîl û vemalandina gendeliya rêvebirî di hemû rêvebir û dezgehên Herêm de.Piştî axaftina xwe Birêz Ednan Muftî Birêz Nêçîrvan Barzanî pêşkêş kir û ew hilbijartina wî ji bo serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistan arasteyî Perleman kir ji bo dengdanê û di incamê de Birêz Nêçîrvan Barzanî bi gelemperiya dengan hat hilbijartin.her wuha Birêz Omer Fetah jî wek cîgir hat hilbijartin ji aliyê Perleman. Piştre ji Birêz Nêçîrvan Barzanî hat xwestin ku navên wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistan eşkere bike û ev daxwaz hat pêkanîn.Her wuha ji Birêz Mesûd Barzanî hat xwestin ku derkeve ser dikeya Perlaman bi mebesta beşdar bûna wî di pêkanîna sûnda yaseyî ya serokê hikûmeta Herêm û wezîrên hikûmetê. Sûnda yaseyî ya hikûmeta herêm bi vî awayî bû:"sûnd bi xwedayê mezin ezê bi dilsozî yekîtiya gel û xaka kurdistana Iraq biparêzim û rêz bigrim li yasê û li berjewendiyên gel miqate bim" Hêjaye gotinê ku 11 wezaret para Yekîtî Niştimane û 11 wezaret para Partî demokrate û wezaretên din para hêz û aliyên kurdistanî ne. Di civata perlaman ya îro de gellek berpirsyarên partiyan û yên hikûmetê û kesayetiyên buhabilind beşdar bûn. Ji wan kesayetiyan Kosret Resûl Elî, Roz Nûrî Şawês, Dr.Berhem Salih, Dr.Adila Ebdulmehdî cîgirê serokkomarê Iraqê, Dr.Mehmûd El-Meşhedanî serokê perlemana Iraqa federal û Hacim El-Husnî serokê komela niştimanî ya Iraqê yê kevin, balyozê DYA li Iraq Birêz Zilamy Xelîl Zade, Ednan El-Dulêmî ji aliyê Eniya Tewafiq ya Iraqê û gellek kesên din ji wezîrên Iraq û şandan û kesayetiyên biyanî ên mêvan. Navên wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdiatan: 1- Nêçîrvan Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan2- Umer Fetah cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan3- Osman Hacî Mehmûd wezîrê navxweyî4- Ebdulkerîm Siltan Şinkarî wezîrê Herêm yê kar û barê navxweyî5- Serkîs Axa Can Mamende wezîrê diravî û aborî6- Bayiz Seîd Mihemed wezîrê Herêm yê kar û barê diravî7- Farûq Cemîl Sadiq wezîrê dad8- Azad Ezîz Mela Fendî wezîrê Herêm yê kar û barê dad9- Omer Osman Brahîm wezîrê kar û barî Pêşmergeyan10- Cafer Mustefa wezîrê Herêm yê kar û barê Pêşmergeyan11- Burhan Seîd Sofî wezîrê Guhestinê12- Dilşad Ebdulrehman wezîrê Perwerde13- Dr.Ebdulrehman Osman Yûnis wezîrê Tenduristiyê14- Ednan Mihemed Qadir wezîrê kar û barê civakî15- Mihemed Ehmed Seîd Şakilî wezîrê Ewqafan16- Tehsîn Qadir Elî wezîrê jêderên avê17- Îmad Ehmed wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê18- Osman Ismaîl Hisên wezîrê pilandanê19- Yûsif Mihemed Ezîz wezîrê Mafê Mirovan20- Idrîs Hadî Salih wezîrê Xwendina Bilind û lêkolîna zanistî21- Ebdulezîz Teyib wezîrê Çandinê22- Çinar Seed Ebdullah wezîra kar û barê şehîd û enfalkiran23- Felekedîn Kakayî wezîrê rewşenbî24- Hoşyar Ebdulrehman wezîrê Elektrîkê(kareba)25- Dr.Aştî Hewramî wezîrê samanên sûriştî26- Nazenîn Mihemed Weso wezîra şaristanî27- Taha Ebdûlrehman wezîrê werzeş û ciwanan28- Dr.Mihemed Ihsan wezîrê navçeyên derveyî Herêm29- Mihemed Rewûf wezîrê bazirganî30- Wîdad Xorşîd Osman wezîra sazkarî31- Dara Mihemed Emîn wezîrê jîngehê32- Nemrûd Bisyo wezîrê turîzmê(geşt û guzar)33- Heyder El-Şêx Elî wezîrê gehandinê34- Ebû Bekir Elî wezîrê Herêm35- Dr.Cînan Qasim wezîra Herêm36- Corcî Mensûr wezîrê Herêm37- Dr.Dexîl Seîd Qasim wezîrê Herêm38- Mihemed Hacî Mehmûd wezîrê Herêm39- Mehmûd Ido wezîrê Herêm40- Medhî Mendelawî wezîrê Herêm41- Seîd Xalid Emîn wezîrê Herêm42- Ebdulletîf Bender Oxlû wezîrê Herêm
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.