ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Alixan Aras · 03.10.2005 · 2 dîtin
Şandeyek kû ji politbüroya Yekitî Niştimanî Kurdistan ( YNK ) u Parti Demokratê Kurdistan ( PDK) kû bi serokatîya Kosret Resul Alî u Fazil Mîranî pêkhatîye ji bo guftogo kirin li gel Listeya yekgirtî a Şii ya, çun Baxdat. Li ser çundin u armanca heyeta Kurdistan ji bo Baxdat Berêz Mele Bextîyar ji bo ajansa AFP daxuyanîyek da. Endamê Politbûroya YNK Berêz Mele Bextîyar ji AFP`ra ragihand kû mebesta heyeta hawbeş a Kurdistan, li gel Şii`ya li ser helwest u icraatê Serok vezîrê Iraq`a Federal Dr. Ibrahîm Ceferî guftugo bikin. Serokvezirê Iraq`a Federal Dr. Ibrahîm Ceferî, tiştên kû jı alîye Kurdan giringe binpê dike, li ser pirsgirêkin Kerkuk gav navêje, biryarê ji bo çareserkirina Kerkuk bi cîh nayne. Ji kirdar u tayfegerîya Caferî, Erebên Sune u hinek Şîi ji nerazîne. Caferî, di icreata hûkûmeti bi agahî vezirên Kûrdan biryar digre, xwezî u daxazîyên Kûrda piştguh dike. Serokkomarê Iraq`a Federal Talabanî u Serokê Herêma Kurdistan Barzanî yadeştek kû 16 xal pêkhatibu dabu Caferî. Berêz Talabaî li Dukan bi tundî rexne li Ceferî girtibu. Heyeta hawbeş a Kurdistan li gel Şîi`ya li ser kiryarên caferî ê nehek guftugo bikin u daxwazîya bicîh anîna protokola, kû layanê Kûrd Sii li ser rêkeftibun. Rojhat Badikî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.