Ramyarî

Hevpeyvînek bi Funda Sac re lîstikvana di Filmê Bahoz Shawatade cih girtîye

azad · 17.12.2008 · 2 dîtin

Sohbetek bi Havîn Funda Saç re Havin: Îdealên Nifşa Me Nînin Zelal GULE –ANF Werger: Mahabad F. ARDA 2008-11-25 / Derhênerê hoste yê fîlmên Fotograf û Dûr Kazim Oz, van rojên borî bi fîlma xwe ya nû ”Bahoz” li pêşberî temaşevanan bû dîsa. Fîlm bi taybet li Wêranşar, Êlih, Amed û bajarên kurdan ên din eleqeyeke mezin dît. Em, bi yek ji lîstikvana ciwan a fîlmê Havîn Funda Saç re li ser fîlmê axivîn. Saç dibêje; ”Di warê civakî de îdealên nifşa me hema bêje qet nînin.” Fîlma ’Bahoz’ li ser pirsa kurd ku bi salan nîqaşa wê jî tabû bû û beşdariya xwendekarên zanîngehan a têkoşîna azadiya kurd radiweste. Havîn Funda Saç jî di vê fîlmê de yek ji rolên sereke dilîze. DIYAR E EM CUDA NE Fîlma Bahoz guherîn û lêgerînên ciwanan ên salên 1990î vedibêje. Havîn wan deman hîn zarok bû, lê malbata wê komkujiya Mereşê jiyabû. Dema bûyerek ku di zarokatiya xwe de jiya ye vedibêje, dibêje ku wê demê têgihiştiye, kurd cuda ne. Havîn, ji bo salên ku bûne mijara fîlmê jî dibêje; ”Ez wan deman zarok bûm, lê nakokiya kurd û tirkan têdigihîştim. Ji xwe malbata min komkujiya Mereşê jiya ye. Di komkujiyê de mala diya min hatibû şewitandin. Mêrê xaltiya min hatibû kuştin. Bavê min jî jiya bû. Ji ber vê jî pir êş kişandin. Û ez bi van çîrokan mezin bûm. Her wiha dema ez 5 salî bûm zarokek li taxê ji min re gotibû ”kurda kûçik”. Ez pir berketibûm. Ez fikirîbûm ku diyar e em cuda ne.” Havîn di fîlma Bahoz de bi karaktera Rojda, rola keça parlamenterekî kurd dilîze. Di fîlmê de bavê wê him axa û him jî parlamenter e. Bi gotina karakterê Ozcan a di fîlma Bahoz de, ji çîna ”kompradorên sîxur”in. Rojda, dizane ku kurd in lê hîn bi temamî zanebûna kurdayetiyê pê re nîne. Di nav koma siyasî ya dibistanê de polîtîze dibe. Du kes jî evîndarên wê ne: Orhan û Cemal. TU ÎDEALÊN NIFŞA MIN NÎNIN Havîn hestên xwe yên dema vê rolê lîstiye, weha vedibêje: “Dema ez di rola ‘Rojda’ de lîstim, min dît ku di navbera ciwanên wê demê û yên îroj de pir cudahiyên mezin hene. Ez fikirîm ku ciwanên salên 90 çewa dikarîne ew qasî polîtîk bin û ji bo îdealên xwe çiqasî karîbûne pir fedakarî bikin. Lê di warê civakî de îdealên nifşa me hema bêje qet nînin. Kes îroja xwe fedayê pêşerojê nake.” Havîn ji bo derhêner Kazim Oz jî dibêje ku pir bi sebir, xweşbîn û xwedî taybetiyên tekûzîxwazî ye û weha didomîne: “Derbarê lîstikvaniyê de yek ji tiştê ku min hez kir jî, bandora Kazim Oz a li ser lîstikvanan û rejiya wî bû. Em lîstikvan, bawer im têgihîştibûn ku Kazim ji me çi dixwaze. Di xwezayîbûn û rasteqîniya lîstikvaniya me de para Kazim pir mezin bû.” Havîn dibêje ku di fîlmê de ji karaktera ’Hêlîn’ pir hez kiriye. Hêlîn li gel ku bi eslê xwe tirk e, karaktera jineka kurd dilîze. Havin; “Bi Orhan re pir sahneyên me bûn ku min lîstikvaniya wî ya di fîlmê de eciband. Ez bi xebata bi hemiyan re jî pir şa bûm.” dibêje û bahsa hevalên xwe yên fîlmê dike. FESTÎVALA QOZEYA ZÊRÎN A EDENÊ BI BÎRANÎNA YILMAZ GUNEY RE XIYANETÊ KIR Fîlma Bahoz jî di hin festîvalan de bû mexdûra ambargoyan. Havîn vê rewşê weha vedibêje: ”Yek ji taybetiyên vê fîlmê ku herî zêde kelecan û dilxweşî didin ew e ku yekem car pirsa kurd a bi salan in nayê çareserkirin cara yekê ye weha bi wêrekî û aqlê selîm hatiye honandin. Ez bawer im ji ber vê yekê jî fîlm di destpêkê de di serî de Festîvala Portaqala Zêrîn a Antalyayê, di gelek festîvalên din de jî rast li ambargoyekê hat. Di Festîvala Qozeya Zêrîn a Edenê de ku ji bo bîranîna Yilmaz Guney hatibû lidarxistin, li dijî vê fîlmê helwestek hat girtin ku bi vê helwestê jî li gor min ji bîranîna Yilmaz Guney re xiyanet hat kirin.” Havîn, piştî fîlma Bahoz, di klîba hunermend Rojda ya bi navê ”Lê Bûkê” de lîst ku ji aliyê derhênerê Başûrî Husen Hesen ve hat kişandin. Havîn ji bo berdewamiya wê jî weha dibêje: ”Piştre Husen Hesen ji bo di fîlma wî de bilîzim û asîstaniya rejiyê bikim, ez vexwendime Başûrê Kurdistanê. Ez nêzî 35 roj li Başûrê Kurdistanê mam. Di fîlmê de min asîstaniya rejiyê kir. Ji bo kişandina fîlmê dirêj bû û ez diviya vegeriyama. Herî dawî du ceribandinên min ên kurtefîlman bûn.” JI BO MIN BÛ XALA WERÇERXÊ Havin diyar dike ku fîlma Bahoz ji bo wê bûye xeleka werçerxê: ”Ji bo bikaribim xwe baş îfade bikim, bawer dikim ku lîstikvanî navgîneke baş e.” Havîn her wiha dixwaze li ser navê lîstikvaniya sînemayê tiştên bi kalîte û mayende bike û dibêje; ”Û wisa texmîn dikim ku terza min dê mîna di ya fîlma Bahoz de lîstikvaniyeke xwezayî û ji dil be.” Havîn dide zanîn ku eleqedariya kul i bajarên kurdan û bi taybet jî li Wêranşarê dîtine bandoreke mezin li ser wê kiriye û derbarê eleqedariya ji fîlmê re hatiye nîşandan de weha dibêje: ”Mînak; dayikên bi zarok hebûn. Jinên extiyar 2.5 li fîlmê temaşe kirin. Li gel ku fîlm dirêj jî bû, li wir man. Her ku wan temaşe dikir, ez pê serbilind dibûm. Mînak; dema Cemal kurdbûna xwe nepejirand û Hêlînê ji ber vê şîmaq lê xist, temaşevanan li çepikan dan, hestekî pir ecêb bû. Mirovên wê derê nêzîkayiyeke pir germ nîşanê me dan. Di derketina fîlmê de kêmasî min bi 200 kesî re wêne kişand. Hemû jî ji min re digotin Xûça Rojda. DEMA LÎSTIKVANÎ TÊ GOTIN JIN DIXWAZE BIBE NAVÊ KU BI BÎR TÊ Her wiha li Êlihê temaşevan şiroveyên pir xweş dikirin, ez pir ecêb mam, gelek ji wan pir baş têgihiştibûn. Li Amedê jî temaşevanekî bi pêşderazî hebû. Lê her kul i fîlmê temaşe dikirin, îfadeya ser çavên wan diguherî.” Havîn derbarê ku dê ji niha û bi şûn ve çi bike de jî weha dibêje: ”Ez dixwazim ji niha û bi şûn ve lîstikvanî bikim. Ango dixwazim di projeyên ku baş bibînim de cî bigirim. Ez dixwazim di sînemaya kurd de dema lîstikvana jin bê gotin bibim navekî ku bi bîr tê.” Cahvkanî:Amidakurd.com

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.