ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 18.06.2007 · 2 dîtin
Kerem bikin li gel pênasîya Hünermendekî Kürdê yêzîdî Aydik Ronek (Aydinê Koco)Gav bi gav kürtejîyan û xebata hêja Aydin Ronak û pênasîya Hünerîya wî !...Gava kesekî te nas neke hebe û bixwaze te nasbike, tû yê bi kurtasî xwe çewa pê bidî nasandin û bibêjiyê ka Aydîn Ronak kiye?- Başe, beriya ez bersiva vê pirsê bidim, ku tû fersendê bidîmin, ezê pêşîn bi vê helbesta xwe(binêre texta xwarê) ya ku avaz û melodiya wê jî min bi xwe afirandiye û bi tembûra pêşkêş bikim:Porê min jî reşbûPorê min jî reşbû weke yê tarîDev li ken û bi kêfbûm, wek wî tefalîMin haj jê tûnebû min û vî barîVa bihar çu, ez bûm nêzî çil salîKeko gazin neke ji min û ji van şoranCîhan pêk ve bikêf , şahî û seyran Ji bilî Êzdiyan li kê heftê dû fermanGelek hatin kuştin , hinjî bûn biyanKaye Şengal, Xalta, Çêlkî û SerhedîSed û hed parastin bi zimanê kurdîBi govend , bi dîlok, dîlan wek ku xwest MEDîSilav li sifra hazir evro bê xwedîAydin Ronak û Kemal TolanVêca, ez dikarim xwe jî weha bidime nasandin:Ez di sala 1957 an de li gundê sîlexerê, yê ku di navçeya herêma Xaltiyan(bajarê Qubîn-Bişêrîyê) li ber avê çemê piçûk(dîcle) de ye ji dayika xwe Mencê û bavê xwe Koço re çêbûme. Dê û bavên min Êzdiyên mirîdên amadîna ne.Dema temênê bû heşt, min gelekî hez ji dibistanê, xwandin û nivîsandinê dikir. Lê hingê dibistan li gundê sîlexerê û li gelek gundên derdora wê tûnebun. Vêca, bavêm got, wekî tû hewqas dixwazî herî dibistanê, were ezê te bivime mala xalê te yê ku li gundê Hemduna dimine. Min di sala 1963 de li gundê hemdûnan dest bi perwerda dibistana sereke kir. Piştî salekê livirê mam, êdî mecbûrbûm herime gundê şahsmê cem mala metika xwe Zozana Aqo. Hingê li gundê şahsmê jî dibistan tûnebû. Lê, dibistan li gundê şimzê hebû û ev jî ji gundê şahsmê dora 1,5 km dûrbû. Di vê navê re gava min dît ku dibistana gundê duşa yê vebûye, êdî ez cardinê vegeriyame sîlexerê û ji malê diçûme dibistana gundê duşayê. Weha min di sala 1968 de perwerdeya xwe sereke qedand.Kekê Aydîn, ez gotina te bi şekir dibirim, tê bîra te min û te jî di van salên 1964 de dema ku tû dihatî dibistana gundê me(şimzê) hevûdinê naskir ?- Belê raste,Tû dizanî ku mala we ji kîjan gundî koçkiriye û hatiye Sîlexerê?- Bav – kalên min pêşîn li gundê qubanê man e. Ev jî dikeve binê gundê rudwanê, wê devera ku herdû avê çemên di herêma xaltiyan de digihîjine hevûdinê û di herêma Bişêriyê de ye. Rahmetiyê bavê min Koço beriya ku di sala 1978 de kirasbiguhêre hercar ji min re digot, ev gund bi milkane yê me bû û ji xwe vêga hêjî tapuyên me yên vî gundî hene.Gava fermanê mîrê bota yê Êzdîn Şêr di sala 1854 de despêkiriye, hingê em koçberdibin têne gundê dêrahemzo û mirdêsiyê. Di pey demekê re ew kirîvê me yên xwînê ku di gundê me qubanê de mabûn, tên xwe davêjine bav-kalê min û wan cardinê vedigerînine gundê me qubanê. Maliyê me heta sala 1935 jî livî gundê qubanê dimînin û dûre cardinê ew ji vî gundê xwe radiben û ji mecbûrî têne gundê êrenzê, xanikê û vê dawiyê jî sîlexerê. Aboriya me gundiyan tevan hingê li ser rêncberî, titûn, cot û cobarî bû.Baş e te di nava van derd û belayên koçberiyê de, kengî û çawa dest bi muzîkê anjî hunermendiyê kir?- Dema ez hêja zarokbûm, bavê min timî li goriya zanîna xwe ji me ra distra. Her weha diya min jî gelek stran di ber kar de digotin û ez bûme heyranê dengê wan. Ji xeynî van jî hingê di van salên 1968-69 de radiyoyekê bavê min hebû û min gelekî li weşanên radiyoya kurdî yê êrîvanê û bexdayê guhdarî dikir. Dümaîk wê bê
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.