ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 22.09.2008 · 2 dîtin
Hevpeyvîna Serokê Kurdistanê Ya Telefizyona Dengê Emerîka Beşa Kurdî: Li destûra Iraqê de hatiye cîhbicîh kirina destûr mercê mayîna Iraqe bi yek parçeyî, eve divê herdem li ber çavê hemû aliyek bê Xebat: [09:46 , 21 Sep 2008]Sînorê Herêma Kurdistanê bi hêzekî xûrtî nayê danîn belkû bi raya xelk û bi pê maddeya 140 têye danîn * Cenabê Serok di destpêkê de spasiya we dikim ji bo vê derfetê hez dikim bi pirsekî derbarê qeyrana siyasî û ewlehiya di navbera Hikûmeta navendiya Iraq û desthilata siyasiya Herêma Kurdistanê destpêbikim. Ewê kû niha li vê Iraqa nû da rû dide nebûna baweriya li navbera desthilata Kurd û Hikûmeta Navendî an tiştekî dine li xwe digrê?Serokê Kurdistan: Di destpêkê de bi xêrhatin, ew pirsgirêka heye niha ji bo wê yekê vedigerê kû têgihiştina cûda ji destûr û hevbeşiya li hûkim da heye. Hê jî ew eqliyeta li Bexda heye wisa dizanin kû divê hûkmekî navendî takekesî(dîktatorî) wekî caran hebê û ew destûra kû % 80ê xelkê Iraqê dengê xwe pê daye û dana bi Iraqê maye wekî Iraqekî Federalî nekû Hikûmetekî Navendî, Iraqekî Federaliye û desthilat û erk û mafê her aliyek li wê destûrê da hatiye destnîşan kirin, Ez li wê baweriyê da me girêdayîbûna bi wê destûrê tû pirsgirêkek namîne, lê belê pirsgirêk li wê daye ew girêdayî vê destûrê nabin.* Cenabê Serok, ew kêşeyên kû niha hene berê jî hebûn û bingehê dîrokiya xwe li navbera Kurd û Hikûmeta Navendiyên Bexdayê da li destpêka damezrandina dewleta Iraqê ve û heta niha heye? Li gor we dûbarebûna van kêşeyan dirêje pêdana van pirsgirêkane wate nebûna xwastekek ji bo çareserkirinan ez nabêjim li aliyê hemû Iraqiyan belku li aliyê hinek aliyên Iraqî wekî nimûne ew gûmanên li şeqama Kurdî niha beramber bi navend dirûst bûye û destpêka qonaxekî nûye kû komek girift û alozkarî dîkin?Serokê Kurdistan: Em hêvîdarin wisa nebe, hêvîdarîn eve hêma û sembolek bê ji bo hemû aliyek kû ji bo destûrê vegerin ve, ji bo eve vegerine ve li Iraqê niha ew Iraqa nû ye kû li gor wê destûrê hatiye damezrandin. Bêgûman hê jî gelek kes hene heta niha li jêrdestê çanda kevinin. Ew paşmayiyên ji rejîma berê da maye xelkeke kû li jêr bandora wan derneketine. Her çiqas em wekî xelkê Kurdistanê xweşbextane piştî wê yekê kû tû karesatek bi ser Kurd da rû da neçûne li jêr wan karîgeriyan, lê belê xelkeke din heta niha jî wîsa dizanin ewê bi Kurd hatiye dayîn gelek û Kurd ji qebareya xwe derçûye eve jî hemû şaşe em amadene bên, fermo li kûderê me hengavekî dijî destûr avêtibe em çareser bikîn, lê belê li rastî da baweriya wan bi wê yekê nîne kû Kurd divê Federalîzma wî hebê, bêgûman hinek ji wan nekû hemû.* Li bersîva pirsa yekem û dûyem da amaje bi meseleya çespandin û cîhbicîhkirina destûra Iraqê dikî li heman demî jî da li navxwe ya Iraqê de hinek alî hene bi tû awayekî li gel cîhbicîhkirina destûrê da nînin bi taybetî jî ew bendên kû peywendî bi Kurd ve heye bo nimûne maddeya 140 a destûra Iraqê, danana maddeya 24 li yasaya hilbijartina komek têgihiştin û delaletê bi xwe ve hildigirê beramber maddeya 140 li beramber wan daxwazan da kû heye alternatîfa desthilata siyasiya Kurd çiye?Serokê Kurdistan: Divê hemû aliyek li bîra me neçê kû li destûra Iraqê de hatiye cîhbicîhkirina destûr mercê mayîna Iraqe bi yek perçeyî, eve divê herdem li berçavê hemû aliyek bê. Ew giriftên kû hene giriftên dîrokî ne wate wisa nîne bibêjîn yê îro bin bi taybetî meseleya Kerkûk û navçeyên dinê kû nakokî li ser heye, lê belê maddeya 140 kû maddeyekî destûriye nîşan daye kû çawa çareseriya vê giriftê bête kirin. Cîhbicîhkirina maddeya 140 nehiştina giriftê nekû dirûstkirina giriftêye ewên dawxaz dikin maddeya 140 cîhbicîh nebê bi rastî naxwazin Iraq asûde bibê û naxwazin asayîş têda berqerar bibê û naxwazin ew girifta dîrokiya li Iraqê da hebûn bêne çareser kirin. Heta zûtir maddeya 140 cîhbicîh bibê ewqas yekîtiya Iraqê tête parastin û serwerî tê parastin û li girifta herî serekiyan dûr dikevê kû berê bûne hokarê wan bajarên li navbera Kurd û Hikûmeta Navendî. Ji ber wê yekê ez tênagihim bi rastî eger ew bi rastî jî mebesta wan berjewendiya Iraq û serkeftin û pêşkeftina Iraqê bê divê maddeya 140 cîhbicîh bikîn. Eger bixwazin Iraq li nav tengejeyê da bimînê an li nav girift da bimînê û Iraq pêşnekevê belê bila maddeya 140 neyête cîhbicîh kirin, lê belê Iraq jî nikare aramiyê bi xwe ve bibînê. Serkirdayetiya Kurd jî birastî tiştekî nîne têxe şuna maddeya 140.* Bi tû awayî?Serokê Kurdistan: Bi tû awayî şuna maddeya 140 nîne ji ber kû me bi gengeşe kiriye û em li wê baweriyê da ne kû me tenazul jî kiriye û me nermî jî nîşan daye ji bo wê yekê tû şuna maddeya 140 nabînîn. Her şuneke ji bo maddeya 140 dibê demên têkdana pêvajoyê.* Li gor we maddeya 140 maddeyekî guncaw bûbê ji bo çareserkirina wan qeyranan kû li ser navçeyên hatine veqatandin ji herêmê heye bi taybetî li wî alî ve kû wekî nimûne gileyî li we tê kirin û dibêjin desthilata siyasiya Kurd nedibûya ew madde bête danîn, ji ber kû eve cûreyeke li saz jî kirin li ser axa xwe?Serokê Kurdistan: Ew gileyî heye belê û ez rêz li wan boçûnan digirim û ji wan kesên kû van gileyiya dikin, lê belê li gor hal û merc li gor min eve guncawtirîn çareser bû ji bo vê giriftê. Eve nebû kû me hez jê dikir û dixwest, lê belê ji vê baştir jî nedihate kirin.* Piştî rûxandina rejîma Seddam Husên û damezrandina Iraqa nû ve, Kurd hevbeşe serekiyê pêkanîna Hikûmeta Iraqê û birêvebirina karane, lê belê niha wisa dixûye kû ew hevbeşî li rola Kurd da nemabê, li gor we dawiya vê giriftê wê pêvajo ber bi ku ve biçe?Serokê Kurdistan: Hewldan ji bo kêmkirina rola Kurd heye, lê belê ew hewldan sernakevin û serî jî nagirin ji ber kû em bi lawaz nabîn li Bexda em hevbeşîn û me xwîn daye û ji damezrînerên vê Iraqa nû ne, Ji bo wê yekê me hemû mafekî heye xwedî biryar bîn û li biryarê da beşdar bibîn û pêwîste em hevkarê fî'lî bîn em nikarin wê yekê qebûl bikîn kû paşmaya xelkekî din bîn, bi tû awayekî eve qebûl nakîn ji ber kû eve meseleyekî gelek cîddî û gelek giringe. Raste ew hewldan hene, lê belê li beramberî wê jî biryara Serkirdayetiya Kurd kû paşekêşiyê têda nîne ewe ye kû em wê tiştê qebûl nakîn.* Cenabê Serok baweriya ji bo eve çiye aliyên Iraqiyan bi vî awayî li gel Kurd da helsûkewt bikin kû Kurd daxwaza wî ye û ezmûna berê dûbare nebê?Serokî Kurdistan: Bêguman eve cihê sersurmane bi rastî, li gor min gelek kesayetiyê Iraqê hene gelek baş ji pêvajoyê têdigihin û daxwaza wan heye tû giriftek nemîne û hemû pirsgirêk li gor destûrê bêne çareser kirin, lê belê mixabin hinek hokar peydabûne ajandaya dewletên dewruber cîhbicîh dikin. Li gor baweriya min hokara herî mezin vedigere ser ajandaya van dewletan.* Wilayetên Yekgirtiyên Emerîka li vê navberê de çi rolekî xwe heye?Serokî Kurdistan: Berî li dû sê roj şanda balyozxaneya Emerîka bi Serokayetiya Balyozê Emerîka li vir bûn ew li peyam û peywendiyên din jî da herdem dûpat dikin kû pê wan xweşe tû giriftekî nemîne, ew li gel destûrin û bi eşkere jî helwesta xwe radigihînin ku li gel cîhbicîhkirina maddeya 140 in û li wê tengejeya vê dawiyê da dûpat dikirin li ser me her dû aliyan kû nabê tû girift û dergîriyek rû bide em jî hev bîrîn li gel wê yekê kû nabê tû giriftek rû bide, lê belê eger her giriftekî jî hate pêş eve destûr heye û her ew jî hakeme.* Berê tenê girifta Kerkûkê hebû, niha pirsgirêka Xaneqînê jî çûye ser, bêgûman demeke din pirsgirêka Şengal û navçeyên din jî diçe ser?Serokê Kurdistan: Wekî min behs kir ajanda heye, eger ji bo wan biçête ser bi tenê li Şengal û Mexmûr û Kerkûk pirgirêk dirûst nakin belku Silêmanî û Hewlêr û Dihok jî dête ser. Ewe xewnên wane û mumkîn nîne rê li wan bête dayîn bila em li pey dîrok û li pey cografya venegerîn bi boçûna xelkê pirsgirêkê çareser bikîn. Ji bo wê yekê em dibêjin sînora Herêma Kurdistanê bi hêz neyête danan ji ber kû bi raya wê xelkê bête danîn li gor maddeya 140. Maddeya 140 bête cîhbicîhkirin em bi sînorê diyarî kirî ji aliyê vê maddeyê ve razîne, rêkeftin jî wisaye lê belê qebûl nakîn sînor bi hêz bête danan. * Ew ajandaya derveya cenabê we amaje pêkir niha û komêk ajandaya dinê navxweyî jî hene li nav Iraqê da gelo ev berev kudetayekî serbazî ve diçin?Serokê Kurdistan: Bi dilniyayî ve, niha hinek kes û xelk hene bîr li wê yekê dikin, lê belê karekî ewqas asan nîne ne xwe wekî çandekî fêrbibûn bi kudetade hatine ser hûkim niha jî renge xelkêkî hebin bi wê xewnê bijîn.* Cenabê Serok, Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê hejmarek rêkeftinên stratejîk we li gel Encûmena Bilinda Îslamî û Partiya De'we û Partiya Îslamiya Iraqê da mohr kiriye, li gel wan pirsgirêkên mezin karbidestên wan aliyên kû niha min amaje pêdayî kir beşekin li wê tegeraneya kû hatine rê kû wate girîngiya wan rêkeftina stratejiya hate kirin çi bûn?Serokê Kurdistan: Ew rêkeftin ji bo wê yekê hate kirin kû hevkarbîn û yarmetiya yekû din bidîn ji bo kû her aliyek pirsgirêkek hate pêş çareser bikîn û destûr hakem bê. Li hemû rêkeftinan da eve heye. Ez niha li çaverêya vegerana cenabê Serok Mam Celal dikim ji bo kû gelek bi cîddî wan meseleyan behs bikîn û li gel hawpeymanan jî biaxivîn bo kû ji vê yekê re çareseriyek bidozîn ji ber kû eve li ser kaxiz nîne bi tenê pêwîste li yekû din têbigihîn bi başî û bi ronahî ji ber ji kû ev rewş beramberî tehemulê nîne.* Her li ser behsa rêkeftina stratejiya Bexda û Washington li rêya mohr kirina rêkeftina stratejiyê ne komek nakokî li aliyê Iraqê heye li Bexda kû hinek alî bi tevahî ret dikin. Ewê cihê balkêşane aliyên Kurd seda sed li gel wan rêkeftina daye kû guwaye ew rêkeftin bibête baweriyek ji paşaroja Kurd?Serokê Kurdistan: Em li wê baweriyê da ne ev rêkeftin li berjewendiya hemû aliyek daye û ji bo Iraqê pêwîste bi taybetî jî ji bo Kurdistanê, lê belê em li gel wê yekê ne rêkeftin hevseng bê û serweriya Iraqê têda parastî bê bi rastî li berjewendiya her dû alîyan bê û em urdekariyên dinê me li gel kesên berpirs gûftûgo li gel aliyên Emerîka terk kiriye, lê belê eve boçûna meye û bi eşkere me gotiye û em dibêjîn.* Cenabê Serok tême li ser mijarekî girîngê pêwîst bi pêvajoya navxweya Herêma Kurdistanê. Rêkeftina stratejiya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bi eşkereye gelek kes dibêjin em agahdarî bendan nînin lê belê li gor vê rêkeftinê diviya komek gûhertinên mezinên kû têne çaverêkirin diviya bête kirin kû heta niha nehatiye kirin yek ji wan yekgirtina wan Wezaretên heta niha pirsgirêk li navbera her dû aliyên Partî û Yekîtî li sere, ji bo çi heta niha nehatiye yekxistin?Serokî Kurdistan: Pêwîste em li gel xwe û mîlletê xwe rastgobîn gelek mixabin ew dema şerê birakûjî yaxud şerî xwekûjî hebû gelek paşmayên nexweş jî hiştiye eger em pêvajoya niha li gel vê yekê beramber bikîn em gelek çûne pêş û ew hengavên hevtiştên me hemû cîhgîrbûne, meseleya Parlemane, meseleya Hikûmet û şikandina wê tegera derûniyê bûye. Ew tebayî û cana birayetiyê dabeziye li nav xelk û roj bi roj bi hêztir dibîn. û em jî qet naxwazîn hengavekî wisa bavêjîn kû tiştekî şeklî nîşana xelkê xwe bidîn. Em dixwazin karên wisa bikîn kû bimênê ev Wezaret li rûyê emeliyê ve yek hatiye girtin tû meseleyekî wisa jî me nemaye û ez hêvîdarim ewê maye jî temam bibê.* Lê belê cenabê Serok ew cûdahiyên li navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bi diyar dikevê kû buye demên gûmanan û cextlêkirina xelk kû li Kerkûkê jî reng daye ve. Dû îdare û dû Perwerde û dû asayîş û dû desthilata dadwerî heye. Baregeha serekî ofîsa her dû aliyan jî li gor axaftina xelk cûdahiyeke mezin heye?Serokê Kurdistan: Eve raste, lê belê em berî demekî li gel birayên berpirs ji bo vê dosyeye rûniştîn û me pê wan got eve mûhleta dawiye, ji bo wê yekê divê temam bikin. Wezareta Navxwe yek dibe kû yek hate girtin ew dezgeh jî yek degrin. Wate ewê li Kerkûkê heye bêgûman namînê û nahêlîn bimînê, lê belê wekî kû min got em naxwazin bi ecele tiştekî bikîn, bîkîn û sernegirê em divê zemînê bo wî xwe bikîn wexta biryar hate dayîn divê cîhbicîh bibê. * Dixwazim li ser behsa Hikûmeta Iraq, Iraq dixwaze bihaya 10 milyar, çek ji Emerîka bikirê, eger Kurd hevbeşe wê desthilata Hikûmeta Iraqa heta çi radeyî rawêjî li gel we hatiye kirin û çima li gel wê sewdaya çek daye?Serokê Kurdistan: Em li dijî wê yekê ne Iraq çekê xwe yê baş hebê. Li vir da mesele eveye ev çek çawa bête bikaranîn û ev artêş vî çekî çawa bi destdixe û bi biryara kî û bo çi mebestek wê bête bikaranîn. Eve zêdetir daxwaza meye bêgûman nabê careke din artêş ji bo serkûtkirina xelk bikarbê. Pêwîste artêş 2 erkên xwe hebê ya yekem Parastina Iraq ji êrîsa derve û Duyem şerê teror û nabê artêş ji bo yek alîkirina nakokiyên siyasî bête bikaranîn êdî kû Serok Wezîr bê an serkirdeyê giştî bê û hakim bê pêwîste artêş li nakokî û milmilaneya siyasiya Iraqê dûr bê. Em ji bo eve kar dikîn û meseleya çek ji bo artêş asayiye û her artêşek pêwîste çekê xwe hebê.* Wisa diyare artêşa Iraqê li Xaneqînê li gor hinek nûçeyan bibête beşek li milmilanêyan?Serokê Kurdistan: Belê wisa ye, em dijî wêne. Artêş ji bo her cîhek ji bo dijayetiya teror bête bikaranîn em amadene yarmetî bidîn, lê belê ji bo têkdana hevsengiyan ji bo ew milmilanêya siyasiya bête bikaranîn em hîç rê nadîn.* Tenê eger ajandaya welatên dewrûber jî hebê?Serokê Kurdistan: Em gelek li dijî ajandaya welatên dervene me pê xweşe peywendiya baş û asayî û li gel welatên hevsû û cîran hebê û tû giriftek nebê lê belê nabê ew li şuna xelkê Iraqê biryaran bidin an dest bixin nav karûbarê Iraqê. * Cenabê Serokê Herêm, gelek spasiya we dikim?Serokê Kurdistan: Gelek Spas Bi xêr hatin. Xebat
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.