Ramyarî

Hevpeyvîna serokê herêma Kurdistanê bi televizyona El Cezîre

Rojhat · 17.02.2009 · 2 dîtin

Hevpeyvîna serokê herêma Kurdistanê bi televizyona El Cezîre

Kanala televizyona Aljazeera ya Qeterî di bernameya Dîdara Evroj (Lîqa`ul yewm) de hevpeyvînek bi Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî re saz kir. Di hevpeyvînê de behsa rewşa siyasî û peywendîyên navbera hukûmeta Iraqê û hukûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Behsa peywendîyên Herêma Kurdistanê yên bi dewletên cîranên Iraqê û cîhanê re, gelek pirsên navxweyî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê di vê dîdarê de hat kirin.  Aljazeera: Di destpêkê de hûn bi xêr hatine. Gelek caran nasnameya we wek kurdên Iraqê dihê naskirin, lê hûn çi nasnameyekê ji xwe re hildibijêrin? Hûn kurd in an kurdên Iraqê ne? An jî hûn herdu ne? Serok Barzanî : Gelek spas dikim û ez jî bi vê dîdarê kêfxweş im. Em kurdên Iraqê nasnameya me ya neteweyî kurd e û nasnameya me ya niştimanî Iraqî ye. Em şanazîyê bi herdu nasnameyan dikin. Aljazeera: Ew Iraqa ku hûn tê de dijîn, hûn dixwazin ew bi çi awayî be? Serok Barzanî : Em Iraqeka federal, demokratîk, pir-halî (plural) û aştîxwaz dixwazin. Iraqek ku bi dora xwe re di aştîyê de bijî û nebe hokarê (sedemê) ti gefan. Ne ji bo gelên xwe û ne ji bo cîranên xwe gef be û welatê xwe ava bike. Aljazeera: Gelo niha ew bi vî alîyî ve diçe?  Serok Barzanî : Bê guman e, ku niha Iraqê bi vî alîyî ve diçe. Aljazeera: Heger em hinekî behsa hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê bikin, ku di hefteya derbasbûyî de hatin encamdan, em dixwazin bizanin, hûn çawa bi hûrbînî li bajêrê Mûsilê, li encamên van hilbijartinan dinerin? Li vî bajêrî lîsta Elhedba` a bi serokatîya Esîl Nuceyfî ji %48 bi dest ve anîye. Wek ku hatiye zanîn jî, Esîl Nuceyfî gelekî xwe ji kurdan diparêze. Kurdan jî tenê ji %25 bi dest ve anîye. Çi peywendîyek we bi vî kesî re heye? Serok Barzanî : Hilbijartina encumenên parêzgehan prosesek demokratîk e. Me herdem piştevanîya wê kiriye û me ti carê li encamên wê nenêrîye. Em bi van encaman kêfxweş in û me ti carê negotiye, ku kurd li Mûsilê pirranî ne. Bê guman e, ku em ê bi awayekî pozîtîv dan û standinê bi encamên hilbijartinan re bikin û ti redkirinek me li ser ti kesî nîne. Belê divê em çaverêyî encamên dawî yên vê prosesê bin û ez tekez dikim, ku encam çawa bin jî, em ê her bi awayekî  pizîtîv dan û standinê pê re bikin. Em rêzê li bîr û nerînên hevwelatîyan digirin. Aljazeera: Gelo hûn xwe li bajarê Neynewa (Mûsilê) şikestî yan neserkevtî dibînin? Serok Barzanî : Na.. Em xwe serkevtî dibînin, ji ber ku ev prosesa han li hemû Iraqê bi hêminî û bêyî binpêkirineka ewledarî hat kirin. Wek min got, rêjeya kurd li Mûsilê û li parêzgeha Neynewa ji %30-40 e. Kurd jî li Neynewayê ne pirranî ne. Aljazeera: Bi tevî vê yekê jî hûn her xwe serkevtî dibînin? Serok Barzanî : Em xwe serkevtî dibînin, ji ber ku ev prosesa han bê ti kirdareka terorane bi rê ve çû û bi ser kevt. Aljazeera: Rêzdar Barzanî, pîvanên serkevtina vê prosesê çi ne? Serok Barzanî : Ji alîyê ewledarîyê ve bi hêminî bi rê ve çû. Wan hevwelatîyên ku beşdarî tê de kirin – herçiqas ku rêjeya wan kêm jî bû – bi azadî bîr û nêrînên xwe pêşkêş kirin. Di nava bajêr de – ango bajêrê Mûsilê – rast e ku lîsta El-Hedba yekem hat, belê ewa ku girêdayî Herêma Kurdistanê ye û ez gelekî pê kêfxweş bûm ew bû, ku lîsta hevpeymanîya Kurdistanî li bingehên qezayan, gundan û bajêran serkevtî bû û heta bi erebên wan deveran jî, dengên xwe dan lîsta kurdan. Aljazeera: Heger em behsa pirseka din bikin û girêdayî hilbijartinan, bi watayek (me`nayek) rasttir, serkevtina mezin a Nûrî Malikî ye. Hûn dizanin ku Nûrî Malikî piştevanîya bîrokeya (teorîya) dewleta navendî dike û dixwaze bi rêya van hilbijartinan û hilbijartinên din jî, vê yekê cihgir bike. Hûn awayê peywendîya bi navendê re û bîrokeya dewleta navendî di êbê (paşerojê) de çawa dibînin? Serok Barzanî : Destûrek me heye, ku gelên Iraqê ji %85 dengên xwe danê û bawerîya cemawer jî bi dest ve anîye. Ev destûra han peywendîya navbera me û navendê kontrol dike. Heger armanca ji xurtkirina navendê xurtkirina dezgehên demokratîk û destûrî yên hukûmetê be, em qebûl dikin. Belê heger armanc ew be, ku desthilatdarî hemû di destên kesekî tenê de bin, hîngê em bi ti awayî qebûl nakin û ev li dijî destûrê ye. Aljazeera: Gelo tirsa te ji vê yekê heye? Ango desthilatdarî û berpirsyarî bikeve destên kesekî tenê? Serok Barzanî : Çend bîr û nerînên cuda di bareya şirovekirina destûrê de hene. Ji ber vê çendê jî, me pênc komîte pêk anîne. Komîteya supa û ewledarîyê, komîteya aborî ya gazê û petrolê, komîteya siyaseta derve, komîteya deverên arêşedar û komîteya hevpişkîyê ya sistema siyasî ne. Divê em çaverêyî encamên karên van komîteyan bin Hîngê rewş ê dîyar bibe û em ê bikaribin biryarê bidin. Aljazeera: Ew komîte li Herêma Kurdistanê pêk hatin? Serok Barzanî : Li Baxdadê pêk hatin. Aljazeera: Karê kîjan komîteyê li nik we ji karê komîteyên din giringtir e? Serok Barzanî : Hemû jî giring in. Aljazeera: Mebesta min li gora mijar û giriftan e. Serok Barzanî : Hemû jî giring in. Belê bi rastî pirsa hevpişkîyê ji sîstema siyasî re bingehîn e. Aljazeera: Hevpişkîya di hukm û desthilatdarîyê de? Serok Barzanî : Hevpişkîya di biryardanê de. Aljazeera: Bila em behsa nexşeya hevpeymanîya siyasî bikin. Hûn di vê qonaxê de dixwazin bi kê re hevpeyman bin? Evroj sê cemser (qutub) ên siyasî li Iraqê hene, ku Eyad Ellawî, sunneyên ku nunerê wan Partîya Islamî ye û yan jî hêza nû ya sunne ye, ya ku projeyê Niştimanîyê Iraqî bi serokatîya Salih Mutleq nunerîya wê dike? Serok Barzanî : Bi rastî Vetoya me li ser ti kesan nîne. Em hemûyan jî wek dost, hevpişk, bira û hevpeymanên xwe dibînin. Belê bê guman e, ku em ê bi wan kesan re hevpeyman bin, yên ku bawerîya wan bi prosesa demokrasîyê, destûrê û federalizmê hebe. Aljazeera: Kîjan ji wan cemseran nêzîkî wê bawerîyê ye, ewa ku te behsa wê kir? Serok Barzanî : Ez hemûyan jî nêzîk dibînim, belê birayê min ê rêzdar Eyad dost, hevpeyman û nêzîk e. Aljazeera: Ango girêdana hevpeymanîyê bi Eyad Ellawî re ji ewên din nêzîktir e. Serok Barzanî : Mebesta min peywendîya taybetî ye, ne peywendîya bi lîstê re ye. Belê te pirs kir û min jî got, ku Ellawî nêzîkî min e. Aljazeera: Ango peywendî li ser astê kesî ji peywendîyeka wek a Serok Barzanî cuda ye û tu wek kesê Mesûd Serok Barzanî dipeyive? Serok Barzanî : Rast e. Belê wek min got, em li gora bîr û nerînên her alîyekî di bareya federalizmê, destûrê û prosesa siyasî de hevpeymanîyê dikin. Aljazeera: Ev navberek e, ku pirsa Kerkûkê hilavîstî (daleqandî) maye. Hûn çareserkirina vê pirsê çawa dibînin? Serok Barzanî : Bi cihanîna maddeya 140-ê çareserî ye û nimûneya pirsa Kerkûkê û deverên din ên arêşedar e. Em ku daxwaza çareserkirina pirsa Kerkûkê li ser bingehê maddeya 140-ê dikin, em weha jî dizanin ku wataya gotina me çi ye. Em daxwaza çareserkirina giriftekê dikin, ku maweyek (midetek) pirr e em ji ber wê dinalin û em daxwaza cudakirina beşekî Iraqê nakin. Bi vajayî (eksî) vê yekê, Herêma Kurdistanê beşeka Iraqê ye û her parçeyekî vê herêmê jî gerek di çarçêweya Iraqê de li vê herêmê vegere. Belê, maddeya 140-ê ji vê giriftê re baştirîn çareserî ye. Aljazeera: Belê nakokî li ser maddeya 140-ê heye. Bendek di wê maddeyê de heye, ku daxwaza referandumê li parêzgehê dike. Piştî wê referandumê û li ora wan encaman, heger biryar derbikeve, ew parêzgeh ê bikeve nav Herêma Kurdistanê, yan nekeve nav? Hûn kurdên Iraqê, encamên referandumê bi her awayekî jî be qebûl dikin? Serok Barzanî : Bê guman e, ku em ê qebûl bikin. Belê piştî asayîkirina (normalikirina) rewşa Kerkûkê, wek çawa di maddeya 140-ê de hatiye. Em ê li gora bendên vê maddeyê encamên vê referandumê jî qebûl bikin. Aljazeera: Heger encam ”Na” bû? Serok Barzanî : Heger piştî asayîkirina rewşê cemawer bi ”Na” deng da, ê ti girifta me nebe. Belê divê piştî asayîkirinê be. Aljazeera: Di bareya deverên arêşedarên din de yên wek Neynewa, Dîyala û deverên din ê çawa be? Serok Barzanî : Em ê li ser heman (eynî) prensîpî bin. Zaroyên van deveran ê bi xwe dengên xwe bidin û divê rêz li bîr û nerînên wan bihê girtin. Aljazeera: Ango ewa ji Kerkûkê re hatiye danîn, ji Dîyala û Neynewa re jî heman çare ye? Serok Barzanî : Belê rast e. Heta li naverast û başûrê Iraqê jî weha ye. Aljazeera: Mebesta te ew e, ku referandum ji wan re jî heye? Serok Barzanî : Maddeya 140-ê ne tenê ji bo deverên kurdî û deverên arêşedar ên Herêma Kurdistanê ye. Maddeya 140-ê ji bo çareserkirina arêşeyekê ye, ku rejîma berê ew çê kiriye. Heman arêşe di navbera parêzgehên Enbar û Hille de heye, li Baxdadê, li Kerbela û li Necef jî heye. Ev arêşeya han ne tenê li Herêma Kurdistanê heye. Aljazeera: Rêzdar Barzanî, hûn dihên gunehbarkirin ku hûn Kerkûkê ji nekurdan vala dikin û hûn demografyaya Kerkûkê diguherînin. Ev jî bi awayekî weha, ji bo dîyar bibe ku pirranîya xelkên vî bajarî kurd in û bê westiyan bikeve nava rêvebirîya Herêma Kurdistanê. Ev gunehbarîyên han jî ne nû ne, ez jî vî tiştî baş dizanim. Belê min bersivek divê, ku qena`etê ji wan kesan re çê bike, ewên ku van gunehan ji we re çêdikin. Serok Barzanî : Ez vê bersivê bi temamî red dikim û daxwazê ji her kesekî dikim, ku ewên me gunehbar dikin û dibêjin ku em ereban û nekurdan ji Kerkûkê derdixin, bila ew bi xwe bihên û rastîya rewşê bibînin û xelkên vê deverê bi xwe rewşê dizanin. Ew jî dizanin ku ev gunehbarîyên han bê bingeh in. Belê her kesek ji her dewleteka erebî bixwaze lêkolînê li ser vê pirsê bike, ew dikare vê rastîyê bibîne. Aljazeera: Gelo hûn dikarin – her bi nêzîkayî jî be – rêjeya (nisbeta) ereban, kurdan û aşûrîyan bi taybetî li Kerkûkê ji min re bibêjin? Serok Barzanî : Bi rastî kurd, ereb, tirkman, aşûrî û kildan li Kerkûkê hene û gelek girçin e (zehmet e) em rêjeya wan dîyar bikin. Belê bê guman e, ku rêjeya kurdan bêtir e. daxwaza me jî ji bo encamdana vê referandumê ew e, ku ev rêjeya han dîyar bibe. Aljazeera: Ango hûn di bareya encaman de dilhêsayî ne. Serok Barzanî : Bê guman e. Min got jî, ku piştî asayîkirina rewşê em ê dilhêsayî (piştrast) bin ku ê pirranî kurd bin. Aljazeera: Iraq hatiye guherandin. Herçiqas ku di encama bûyerekê de bû, ku li gora nerîna hinekan dilgiranî ye. Bi tevî vê yekê jî, em bi hev re ne ku Iraq ji welatekî oldar û tivêjeyî dibe welatekî pragmatîk. Hûn çawa li qonaxa bihê ya Iraqê dinerin? Serok Barzanî : Bi nerîna min divê qonaxa bihê ya Iraqê bi destûrê re bigunce. Di qonaxa bihê de, gerek dewlet a sazmanan (dezgehan, mieseseyan) be, destûr bi cih bihê û qanûn di ser hemûyan re be. Herweha, gerek dadwerîya civakî, akincîbûn û ewledarî bi cih bihên. Herweha, gerek alîkarî di navbera pêkhatên Iraqê de hebe. Bi nerîna min, ji niha ve û heta demeka din Iraqê pêdivêyî rêkevtinên siyasî yên navbera pêkhatên xwe yên serekî ye. Aljazeera: Gelo hûn tiştekî di nav vê navnîşanê de dibînin, ku rêzdar Malikî hilbijart û got, ku Iraq dewleta qanûnê ye? Serok Barzanî : Bi rastî divê hevkarî di navbera pêkhatên serekî yên Iraqê de hebe. Ji ber ku ti partîyek, pêkhatek û kesek nikare bi tena xwe vî welatî bi rê ve bibe. Divê serokatî komeleyî be. Aljazeera: Bi çi watayekê? Serok Barzanî : Bê goman e, ku desteyên fermî hene. Wek serokatîya komarê, serokatîya wezîran û serokatîya parlaamentoyê hene. Herweha, destûrek jî heye, ku tê de desthilatdarî û erkên her sazumaneka federal hatine destnîşankirin. Herweha, desthilatdarî û erkên navnedê û herêman jî tê de hatine dîyarkirin. Ango garantî ew e, em xwe bi destûrê ve bigirin, da ku em di warê rêvebirina welat de serkevtî bin û em ji hemû giriftan derbas bibin. Aljazeera: Peywendîya Iraqê bi jîngeha xwe ya herêmî re, berî bi jîngeha xwe ya Erebî re çawa ye? Serok Barzanî : Em piştevan in ku peywendîyên Iraqê yên bi hemû dewletên herêmî re baş bin. Em piştgirîya her pêngavekê dikin, ku bibe egera xurtbûna peywendîyên li ser bingehên rêzgirtina yên beramber û berjewendîyên yên beramber. Aljazeera: Gelo hûn pê re ne ku hêzeka herêmî heye ku Iraqê wek kartekê li beramber rojava bi kar dihîne, da ku destkevtên bêtir ji xwe re pêk bihîne? Serok Barzanî : Mixabin, divê ez bibêjim, ku belê destwerdanên herêmî di nav kar û barên Iraqê de hene. Aljazeera: Kengî dibe ku ew destwerdan rawestin? Serok Barzanî : Dema ku gelên Iraqê wan destwerdanan red bikin. Aljazeera: Ew pêdivêyî şirovekirinê ye? Serok Barzanî : Mixabin. Heta niha hinek grûp hene û amade ne, ku alîkarîyê bi wan destwerdanan re bikin an jî bersiva wan destwerdanan didin. Ji ber vê çendê divê ew alî li hilwestên xwe vegerin û têbigijhêjin, ku berjewendîya welat di ser her berjewendîyekê re ye. Yan jî divê ku hukûmeta federal û hukûmetên herêmî desthilatdarîya qanûnê û destûrê bi kar bihînin, da ku ev corên peywendîyan qedexe bibin. Aljazeera: Hûn peywendîyên bi Îranê re çawa dihilsengînin? Serok Barzanî : Mebesta te peywendîyên hukûmeta Herêma Kurdistanê, yan hukûmeta federal e? Aljazeera: Peywendîya Iraqê û peywendîyên Herêma Kurdistanê jî? Serok Barzanî : Bê goman e ku Îran welatekî cîran e û di vê deverê jî de welatekî mezin e. Ji ber vê yekê divê peywendî pê re hebin. Belê divê ev peywendî hevseng bin û li ser bingehên rêzgirtina beramber bin. Pêdivêyîya me bi peywendîyên li gel Îranê heye, belê ez li dijî her destwerdaneka Îranê me, ku di nava kar û barên Iraqê de bihê kirin û li şûna gelên Iraqê biryaran bide. Aljazeera: Heger em bêtir bidin xuyakirin, destwerdana Îranê di nava Iraqê de heye? Serok Barzanî : Destwerdana Îranê heye, belê destwerdanên din ên herêmî jî hene. Aljazeera: Tu yê navan bidî me? Serok Barzanî : Na.. bila em dev ji navan berdin, ji ber ku aşkira ne. Bi min weha ye ku her kes wan nas dike. Bi rastî destêwerdan aşkira ne, ku terorîst ji ku dihên û çawa xwe diteqînin û li ku rahênanê dikin. Ev pirs aşkira ne û ji her iraqîyekî ve ne veşartî ne. Aljazeera: Li gora bizavên li pêş, gelo ew diyarde bi paş dikevin û kêm dibin? Serok Barzanî : Lipaşkevtin û kêmbûnek mezin heye, belê hîna her mane. Aljazeera: Ev hemû, kengî ê dawî lie an bê? Serok Barzanî : Bi rastî î teror li Iraqê hinekkêm bûye. Bi min weha ye pirs pirsa demê ye. Ji ber vê çendê jî divê gelên Iraqê berjewendîya xwe vebibînin û sazumanên qanûnî û destûrî erk û desthilatdarîyên xwe di hemû waran de bi kar bihînin. Divê ev hemû bi dawî bibe. Belê kengî bi dawî dibe? Bi rastî ê wê demê bi dawî bibe, dema ku desthilatdarîyek bi hêz hebe, da ku rê li damezrandina van corên peywendî û destwerdanan bigire. Aljazeera: Herçiqas ku ez dizanim, ku ev pirsek e tu jê weris (aciz) dibî, belê gotin li ser peywendîya we û Israîlê hene. Kompanyayên ewledarîyê yên Israelî, kompanyayên darayî û çûn û hatina navbera Israel û Herêma Kurdistanê hene. Şêwaz û astê van peywendîyan çawa ne? Serok Barzanî : Damezrandina peywendîyan bi her dewletekê re û bi tevî Israîlê re jî, di desthilatdarîya hukûmeta federal de ye. Herêma Kurdistanê nikare ti peywendîyekê bi ti dewletekê re bê razîbûna hukûmeta federal damezrîne. Ev jî teksteka destûrê bi xwe ye û em pê ve girêdayî ne. Heger ev pirsa han di çarçêweyê gunehbarkirinê de be, ya baştir ew e ku ji gelek dewletên ereb bihê kirin. Belê heger ji bo xuyakirina pirsekê be ez dibêjim, ku ti peywendî di navbera Herêma Kurdistanê û Israîlê de nîne. Aljazeera: Ti peywendîyeka fermî nîne? Serok Barzanî : Ti peywendîyeka fermî nîne. Aljazeera: Belê dibe ji vê kêmtir hebe. Serok Barzanî : Heger kompanyayek bi navekî din an bi kompanyayeka Ewropayî re bi navekî din hebe, belê peywendîyên fermî û heta peywendîyên veşartî jî nînin. Ewên weha dibêjin, ew dikarin bihên Herêma Kurdistanê û lêkolînan li vê pirsê bikin. Aljazeera: Gelo nevîyana damezrandina peywendîyan bi Israîlê li gora daxwaza we ye? Serok Barzanî : Ev pirsa han di destê hukûmeta federal de ye. Heger hukûmeta federal peywendîyê bi Israyel re dayne, Herêma Kurdistanê jî ê peywendîyê dayne. Aljazeera: Careka din.. ango ti peywendîya we bi Israîlê re nîne? Serok Barzanî : Peywendîya me di ti astekê de bi Israîlê re nîne. Herweha, ti peywendîyek nabe, heta ku peywendîya navbera Baxdadê û Israîlê çê bibe. Aljazeera: Peywendîya we bi doza kurd re li Îranê û Turkiye çawa ye? Serok Barzanî : Em piştgirîya mafên kurd li hemû cihan û li her parçeyekî dikin. Belê em di çarçêweya prosesa demokratîk de piştevanîya wan mafan dikin. Bê guman e, ku mafê neteweya kurd heye û nabe bihê mandilakirin.  Di heman demê jî de em dizanin, ku çi bi serê vê neteweyê hatiye û çi bi ser de hatiye sepandin (ferzkirin). Belê divê kurd bi temamî dev ji dijwarîyê berde. Em piştevanîya ti bizav û karekî dijwar nakin. Herweha, em daxwaza cîrantîya navbera beşa Herêma Kurdistanê, Îranê û Tirkiye dikin. Niha ew peywendîyên han li pêş kevtine û kevtine ser rêya xwe ya rast. Di vê dawîyê de pêşkevtinek  pozîtîv û mezin bi Turkiye re çê bûye. Herweha, bi Îranê re jî çê bûye û berî demekê min serdana Îranê kir. Ez dikarim bibêjim, ku peywendîyên me baş in. Aljazeera: Rêzdar Serok Barzanî hemû caran ji we dihê xweztin, ku hûn Turkiye û Îranê piştrast bikin, ku ewa li Herêma Kurdistanê çê bûye, li wan herdu welatan çê nebe. Serok Barzanî : Her welatek taybetmendîya xwe heye. Belê em ne bi mandilakirina hebûna kurd û mafên kurd re ne. Ewa li Iraqê çê bûye pirseka navxweyîya Iraqê ye û di navbera kurdan û ereban de ye. Kurdan yekîtîya li gora daxwaza xwe bi birayên xwe yên ereb re li Iraqê hilbijartine. Dibe ku doza kurd bi awayinî din li Turkiye û Îranê bihê çareserkirin. Aljazeera: Rêzdar Barzanî, we serdana Kuweytê û Dewhe kir. Mebesta we ji vê serdanê çi bû? Serok Barzanî : Ew serdana han li ser daxwaza fermî ya herdu welatan bû. Li nik me gelekî giring e, ku em bîr, nerîn û hilwestên kurdan ji her dewleteka erebî re aşkira bikin. Aljazeera: Gelo wan daxwaza aşkirakirinê ji we kirin? Serok Barzanî : Na.. wan ev daxwaz nekir. Bi vajîyî vê yekê, em di atmosfereka dostane de bûn. Belê ji me ve weha giring dîyar e, ku em hilwestê rast ê kurd ji birayên xwe yên ereb re, li her welatekî erebî şirove bikin. Hinek caran em weha dibînin, ku em rastî sitemkarîyê dibin. Aljazeera: Gelo ew wêne hat guherandin? Serok Barzanî : Wêne ne gelekî xerab bû. Ne weha bû wek çawa me bawer dikir. Bê guman e, ku ê bandora vê serdanê hebe. KTV - PNA

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.