ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 24.07.2008 · 2 dîtin
HEVPEYVÎN BI ZAHMETKÊŞ Û ÇALEKGEREKÎ KU DI MEDIYA KURDÎ DE NEHATIYE NASKIRIN REBirayê Selim Temin, ez dizanim ku te bi salan di nav civaka Êzdiyan de wek zahmetkêş û berketiyê Kurdîtiyê xizmeteke hêja kiriye. Ji bo xwandevan jî te nasbikn, tû karî ji me re bêjî, ka zarokatiya te çewabû û tû ji malbateke çawa derketî? Selîmê Mecîd- Li goriya ku min ji dê û bavê xwe bihîstiye, ez di sala 1952 de li gundê Şimzê, yê ku di herêma bajarê Qubînê û parezgeha Batmanê de ye ji diya xwe Reşê û bavê xwe Mecîd re çêbûme. Li goriya ku min ji mezinên malbata xwe bihîstiye, bavê min kurê kalikê min Mamedê Temo yê bi tenê bû û ez jî lawê bavê xwe yê yekemîn bûm. Lewma jî bi çêbûna min re zahf kêfa malbat, bav û kalikê min hatiye. Gelek nas û pismamên me dizanin û hêjî dibêjin, kalikê min Mamedê Temo û bavê min Mecîdê Mamed pir maldar û nandar bûn. Lewma jî hezkirina min di nav malbatê, nas û gundiyan de zêde hebû.Mînak:Tê bîramin gava ez şeş-heft salî bûm û di rojên sersal, cejn û cimayan de bi zarokên hevalên xwe re li nav malan alîkariyeke xwarin(gûz, nok, mewîj û hwd.)ê digeriyam, hingê min didît ku gundî û nas para min ji ya hevalên min zêdetir didane min.Vêca, ez di maleke weha nandar de mezin bûm. Ez jî nikarim peznê xwe bidim. Lê, ez dîsa weke ku pêşiya gotiye,”giya li ser koka xwe şîn tê” difikirim û dibêjim, ez jî li ber destên wan nandaran perwerde bûme û înşalah ezê jî hêjayê emeka bav-kalên xwe bim.Nayê bîramin ku min di zarokatiya xwe de û heta vêga tu neheqiyek li hevalên xwe kiriye. Heta ji min hatiye min xwe û hevalên xwe timî weke hevûdinê azad dîtiye. Heta ji min hatiye, min tûcarî xwe ji hevalan dewlementir û mezintir ne dîtiye. Çaxê ez di sala 1961 de li Şimzê diçûme dibistana sereke, min dît ku ez ne li goriya çande û zimanê dê û bavê xwe tême perwerde kirin, ez gelekî acis dibûm. Lê, dîsa jî ez mecbûr bûm li goriya perwerda me ya di nav malê de li kesên ku diaxivin guhdarî bikim û wan tahamûl bikim. Di ser vê de re jî, ez di xwandin û nivîsandina xwe de gelekî jîr bûm. Mamosten min zahf ji jîrbûna min razî bûn. Dûre min zahf dixwast xwandina xwe berdewam bikim. Lê, herçiqas ez hingê jîrek û rewşa me ya aborî başbû jî, bavê min ji ber ku ez bitayê tenê bûm, zor û zilma li ser ol û çanda me Êzdiyan dibu didît, ne hîşt ez herime dibistanên dinê bixwînim.Selîmê bira, tû kengî û bi kîre zewiciyê?Selîmê Mecîd - Ez di sala 1966 de û di hivdeh saliya xwe de bi Meqbula qîza Sehîd û Silto re zewicîm. Rast bêjim, hingê min baş gelekî nizanîbûm zewac çiye? Ji xwe di wextê zewaca me de, dê û bavan li goriya dilê xwe zarokên xwe dizewicandin. Qîz û kuran nikarîbûn bîryara dê û bavên xwe xera bikin. Li aliyê dinê, sedemekî vê zû zewaca min jê jî li goriya xwasteka malbatê buye. Daxwaza wan zarok û bi taybetî jî kurêkên min zû çêbivin û ew ji min re bivine piştek . Malbat bi zarokên me gur û geş bive.Birayê hêja, tû dikarî ji me re bahsa hinek zahmetî û astengîyên ku di nav civaka Êzdiyên li bakurê Kurdistanê diman bikî û te di nav wan zahmetiyên wê demê de çewa xwe û dinya naskir?Selîmê Mecîd - Ji bo min zahmetiya herî mezin ewbû ku, wextê ez li gund bûm, hingê zane û xwandevan di nav gund û derora gundê me Şimzê de zahf kêm bûn. Her çiqas hingê zanabûna min jî tûnebû, lê min her dixwast li goriya rihê xwe tiştên baş ji bo xwe û dora xwe bikim. Gava hinek kassetên hozan Şivan Perwer di salên 1972 de derketin, ew stran û avazên wî gelekî bala min kişande ser xwe. Dîsa di van salan de çend kesên xwandevan û hinek ji mamostên ku li gundê me diman, ewan gelek semîner û agehdarî li ser zilm û zora jendirma, axa, beg û hemû paşveruyan li weltê me de hebûn didane me, ciwanên gund û ez jî beşdarî çalakiyên wan dibûm. Dûre gava min hinekî ji civak, ol û çanda Kurdî fahmkir û pêve, êdî bi xêra mamostê ku hingê li gundê me mamostetî dikirin hinek dahin û standinên min li Batmanê bi çend şoreşgerên ku bi navên komelên çep(Mînak: Komelgeha Mamosteyên Batmanê(TÖP-DER), kar dikirin re çêbû. Ez gelek caran ji gund diçûme nav xebata wan û min jî li goriya îmkanên xwe hingê alîkarî dida xebata wan . Ji xwe ew xizmeta ku wan şoreşgeran dikir, hingê fikrekî gelekî nû û pir nêzîkî ruhê min bû. Lê vêvga difikrim, hingê hinek çalakî bi nezanî li dijî çande û ola civaka me ya kevnar dihate meşandin. Mînak: Rahmetiyê bavê min Mecîdê Mamed di nav civaka me de dengbêjekî naskirî bû. Gava ewî di oda me anjî di maleke gundiyan de distira, ez li dijî wî derdiketim û min di digotê, divê tû van stranên paşketî nebêjî. Weke min gotî, ev nêrîna me ya hingê şaş bû . Me bi vî karê qedexekirinê piştgirî dida wê bandora asîmlasiyon û tûnekirina li ser çanede û zimanê Kurdî. Min hingê nizanîbû ku ev stranên Kurdî xizna vekolînên zanistî, dîrok û olperestiya me ne. Ji xwe gava meriv dîroka xwe ya kevn û nû nede berhevûdinê, meriv nikare wan baş nasbike û pêş jî bikeve. Dengbêjên Kurdî çande û dîroka nû bi ya kevn ve girê didan û hêjî girêdidin.Birayê Selîm, li goriya ku min ji te fahmkir, tû dibêjî rahmetiyê bavê te Mecîdê Mamed jî di nav civaka Êzdiyan de dengbêjekî navdar bû. Tû dikarî hinekî bahsa hunermendiya bavê xwe bikî û hestên te ji bo wî çine?Binêren li wêne:1Selîmê Mecîd- Bavê min mîna gelek dengbêjên herêmî anjî gelêrî di koçk û sarayên camêran xerîb de ne disitra. Eger jî evbû, di wî wextê ku bavê min dengbêjî dikir de, hingê kesên ku rewşa aboriya wan baş û dengê wan gelekî xweş bû, li xwe danetanîn herin di nav her civak, koçk û qesrên beg û maldaran de dengbêjiyê bikin. Ji ber van egeran, bavê min zêde li malên heval, nas û pismamên xwe re tenê disitra. Ji xwe gelek kesên ku li derûdora me jiyane dizanin, naveroka stran û kilamên bavê min jî ne mîna yên her dengbêjan bûn. Piraniya stranên wî li ser zaniyariya camêrî, pehlewanî, parastina çand û olê bûn. Min tûcarî ne dîtiye ku bavêmin kilam anjî dîlok di dawet û kêfên gundiyan de gotine. Lê wexta oldar û nandarên li gundê me civînên taybetî û hinek cejin pîroz dikirin, hingê dixwastn ku bavê min here ji wan re bisitirê. Birê Selîm, gava meriv gelekcaran guhdariya stran û kilamên dengbêjekî dike, hingê dizane kîjan stran anjî klama wî ye kubar tesîrê li hestê meriv dike. Gelo! Ji nav stranên Xwedê jê raziyê bavê te, ku tû herî zêde hez jê dikir û tû dixwazî îro lê guhdarî bikî kîjane?Selîmê Mecîd- Mixabin û weke ku min di despêkê dejî gotiye, min stran û kilamên rahmetiyê bavê xwe zêde guhdarî ne dikirin. Lê, wexta bavê min kilama “Mûsa Meleka” digot, hingê kêfa min gelekî ji vê sitrana wî re dihat. Lewma ez vêga hêjî dikarim temamiya vê kilama wî, weha bi rêz bikim:MÛSO MELEKAx heyran hayê,Hayê, qurban hayê,ez benî Muso lawo!ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,Ev zalimî neyar e, tû ji wê ve nayê !Dilê minê ji dilanî diyeMuso Melek lezkiriye û lezandiyeBi aliyê malê ve diçuyî yeŞal û şapikê bozbegî li bejin û bala xwe kiriyeXencera qoce Misrî bi ser şal û şapikê bozbegî ve berdayiyeBi axatî û paşatî qista dîwan, cindî û miferzê Mihemed begê Botî dikiriyeSilav li dîwana Mihemed begê Botî, li cindî û miferziyan dikiriyeKesekî ji wan silava Mûso Melek venegerandiyeMûso Melek wî qasî mirina xwe li ber çavê xwe aniyeTevî sol û gora çuye li newqa Mihemed begê Botî li dîwanê rûniştiye.Ax heyran hayê,Hayê qurban hayê,ez benî Muso lawo!ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,Ev zalimî neyar e, tû ji wê ve nayê !Dilê minê ji dilanî diye Gava Mihemed Begê çav bi Mûso ketiyeRihê Mûso di pêş çavê wî de weke rihê mirinê diavîtiye,Dibê, Mûso lawo tû gelekî bi xêr û silamet hatiyeWele minê sahkiriye te xencereke nû kiriye,Kaca xencera xwe bide destên Axa yê xwe, çi terzî ye?Ax heyran hayê,Hayê qurban hayê,ez benî Muso lawo!ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,Ev zalimî neyar e, tû ji wê ve nayê !Dilê minê ji dilanî diyeGava Mihemed begê Botî ji Mûso re wer gotiye,Mûso Meleka dibê, axa dilê minî dilanî diye ,Bi sere bavê te kim, raste min xencerek nû kiriye,Minê di heqîda qaşekî xirab de pêçdaye, rastî çavnas û pêzana ra kiriyeEwan gotiya xencera Mûsa Meleka, ye qoce Misrî ye.Ax heyran hayê,Ez gorî hayê ,ez benî hayê,ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,ew zalimî ji cinsê te re neyare , tû ji wê ve nayê !Dilê minê ji dilanî diyeLi newqa Mûso Meleka heye Şaqûlê Berwari ye,Ew dibê Mûsa keko, dilê minî dilanî diye,bîra xwe bîne, ez û te yê heft salan bihevûdin re geriyabûn bi biratiyeqe tû amil nabî xencera xwe bidî vî destiye?Gava vî wusa ji Mûso Meleka re wer gotiye,Mûso Meleka xencer ji kala kişandiyeDaye ser destê Şaqûlê Berwari yeŞaqûlê Berwarî xencerê yek û yeko, dido û dido li diwana cindî û miferzê Mîrê Bota teva gerandiye,gotine Xwedê zanî xencera Mûso Meleka cawhir e û hir qoce Misrî yeXencer ketiye ber destên Mihemed begê Botî yeÎnkara xwe ji Mûso re ne gotiye,Dibê Mûso lawo ! Raste xencera te hir qoce Misrî ye.Ax heyran hayê,Ez gorî hayê ,ez benî hayê,ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,ew zalimî ji cinsê te re neyar e , tû ji wê ve nayê !Dilê minê ji dilanî diye !Xencer ketiye destê Şaqûlê Berwari yeMihemed begê mîrê Botî dibê Mûso min li te teka, wa tekaTe çima wê rojê xwilamên min dabûne ber tifeka?Dibê axa ez Mûsa yê Xelef im !Ezê xwediyî û xudanê xencera sed teref im!Civata ez lê rûnêm, Axa ez bigotinên gur û bigef im!Ax heyran hayê,Hayê qurban hayê,ez benî Muso lawo!ne min digo tû neçe dîwana Mihemed begê Botî,Ev zalimî neyar e, tû ji wê ve nayê !Dilê minê ji dilanî diye !Gava Mûso Melek wer gotiyeMihemed begê Botî dibê Mûso lawo !Dilê minê ji dilanî diye !Wele îro ezê serê te divê diwanê de ser jêkim bi vî destî ye ! Dilê minê ji dilanî diye !Mûso dibê axa ez Mûso me, Mûsayê bav Xelef imXweyî û xudanê xencera sed teref im !Axa ! ez bi sere bavê te kim !Çi civata ez lê rûnêm, ez bi gotin û galgala xwe bi gur û gef imAxa sayiyê pele ewr e, bi sere bavê te kim, gava tû serê Mûso Meleka jêkî,wê hingê jinên van mêrên oba ku niha li cimaata we hazirin tevê bimînine stewr e.Vêca wek hûn dibînin, naveroka vê sitrana bavê min jî li ser şîretkarî û mêraniya “Mûsa Melek” camêran e . Ez dizanim, wekî dinê jî hîna gelek stranên bavê min yên weke: Şêx Mîrzayê şêxê Anqosiya, Evdilê Qaz, Şerê Zêwika Xaço, Delana Başo, Reşît Paşa û Xezalê, Binevşa Narîn û Cembelî Mîrê Hekariya, Dawidê Dêwid û şerê çiyayê Şengalê, Asê û Hesen û hwd. hebûn û îro kêm kes hene ku karibin van stranên bavê min jî bisitrên. Birayê Selîm, te qet bi xwe stran, kilam anjî helbest afirandine û tû karî nûmuneyekê ji wan ji me ra pêşkêşbikî?Selîmê Mecîd- Vêga, kêfa min gelekî ji wan stranên kevn(kilasîk) re tê. Ez bixwe nikarim bisitirêm, lê hinga ez hatime Almaniya û pêve, êdî min jî gelek helbest ji hiş û zanîna xwe afirandin. Ji xwe min got, zanîn û xwandina min ya bilind tûne. Lewma jî navaroka piraniya helbestên min li ser çande, rewş û êşên jiyana netew û civata me ya îro ne. Mînak :Ez di vê helbesta xwe ya bi navê “HEY XERÎBO, DE BÊJE! ” de, dixwazim bêjime zane û xwandevanên me , de bêje û heta hûn ne bêjin, pirsgirêkên civata mezî çareser nabin.HEY XERÎBO, DE BÊJE !De bêje xerîbo de bêjeLi rewşa min û xwe bêjeDerdê min û xwe tev birêjeHey xerîbo, de bêjeXweşiya welatê xerîbiyê li me rabûBerê min û te kete xerîbiyêEm tev ji welatê xwe dûr ketinEz dikim û nakim xweşiya welatê xerîbiyê li min nayêXerîbiyê axîn û keser xistine dilê min Dilê min bû hêlîna birîndaranEz nikarim welat ji bîr bikimDilê min herdem ji bo wî jan dideÇewa ji bîr bikim, emekê hezar salanJi bîra min naçe nav û dengê mêrxasan,Dengê Şivan û şinge şinga satilên bêrîvananHey xerîbo, de bêjeWelatê rengîn ji destên me çûye, êdî na yêPiştî welatê zêrîn, ezê çibikim ji malê dina yêHey xerîbo, ez bo te birîndarimJi birînên xwe kûr dinalimJi hesreta re bê derman imJiyana xwe tevî didim teHey xereîbo, welat pir şêrîn neEv çi zeman bû bi ser me de hat?Zemanekî gelek bar giran eEmrê me çû û me fahm nekirMe cîh û meskenên xwe tev berdanMe fahm nekir, çi ma me tev berdanMe tev berdan, me tev berdanEm li xerîbiyan warên biguman avadikinÇiqas li van waran diçim û têmEz qîz û lawan li dora xwe nabînimLi dora min tûne ne bira û pismamGelek digerim û dilêşan nabînimNizanim kul û derdên xwe ji kê re bêjim?Kul û kederên welatê rengîn ji dilê min dernayênAgirek di hinavê min de dikeleWeke wê germiya welatê min e.Hey welato, ez ji bo te nebêjim,Ezê wekî dine ji bo çi bêjimGava ez ji bo te nekim,Kî yê ji bo min bibêje?Hey xerîbo, de bêjeAx xerîbî ne tu xemil eEv rewş tevde bi kul birîn eDil timî bi guman û bikeser eXerîbî ji me re mal wêraneHey welato, şev û rojê li benda te meXwezî egerek peydabiveBê li cem min ranebeHer dem di nav destên min de beBelkî hingê dilê min şa biveHey xerîbo, bê keso xerîbo bêje !Gelek helbestên min yên dinê jî hene û ev jî hêja di tu deverande ne hatine weşandin. Lê, min hinek ji wan di rojên cejn, îd û erefatên komala me de xwandin e.Birayê Selim, li gorî dîtina Te, çima di nava Kurda de tênê kultur, sed û hedên Êzîdiyan bi Kurdî hatine û têne xwedî kirin ? Selîmê Mecîd- Bi dîtina min, meriv nikare kultur, sed û hedên Êzdîtî û Kurdîtiyê ji hevûdinê cûde bike. Yanî gava hinek kes û rêxistinên me Kurdîtî û Êzdiyatî ji hevûdinê dûr dikin û biken, ez hingê ji netewî û olperestiya wan jî biguman im. Ezdahîtî tev Kurdîtî ye. Divê Kurdîtî jî tev Êzdahîtî be û ev herdû weke xwîn û goşt hevûdinê temamdikin. Xwedê ev bîr û baweriyên Ezdayatî-Kurdîtiyê dane me, heta hiş û taqeta me Êzdiyan hebe emê vê wisajî bêjin û biparêzin.Ez dibêjim, heta ku em Kurd di siyaseta xwe de tenê netewê biparêzên û dîn anjî Êzdiyatiyê bidine paş, hingê demokrasiya li Kurdistanê jî rast nabe. Berevajê vê jî gava em kurdên Êzdî, Misilman û hwd. hebûn û parastina dînê xwe bixine pêşiya siyaseta netewa xwe, Kurdistan azad nabe.Weke ku di erkên Êzdîtiyê yên herî sereke de dejî xwanê dibe û ez vêga jî ji xwe re dibêjim, divê em Êzdî û “kurdên resen” timî li parastina netew, ol, ziman , çanda, sed û hedên xwe re xwedî derkevin. Êzdîtayî netewî ye û heta vêga rê-rêsmên Êzdiyan çande û netewa Kurdî parastine.Ez baş bawerim, çi gava ku dewleteke Kurdî li goriya demoqrasî û azadiyê bê damezirandin û ew pêş bikeve, wê hingê Êzdîtî jî baş pêş bikeve........Birê Selîm, tû kengî derketî derveyî welat û gava tû hatî welatê Almaniya yê te pêwendiyên xwe çewa bi şoreşgerên Kurdî re danî?Selîmê Mecîd- Ez di 1977 de hatime Almaniya rojava(BRD). Min pêşîn pêwendiyên xwe bi hinek şoreşgerên Kurdên ku li virê dijiyan re danî. Dûre min û çend hevalên xwe di sala 1979 de Komela Karkerên Demokratên Kurdistan(K.K.D.K) li bajarê Celle damezirand.Armanc û tekoşîna vê komela me KKDK, hinge li ser guherandinen pirsgirekên aborî, civakî û siyaseta netewa Kurdî bû. Me bi vê xebata gelekî zahmet, dixwast hasten netewî û şoreşgerî di nava civaka me Kurdên li Almaniya yê bilintir bive. Her weha me dixwast hêza komelên karkerên demokratên şoreşgerên Kurd û hebûna Kurdan di nav qada navnetewî, çep û şoreşgerên cîhanê û bi taybetî jî dinava civaka ku em bi wan ra dijiyan de bidine xwanê. Ji bo mafê RADIO u TV`ê Kurdî li Almaniya yê bêne naskirin(sibata 1980) me ji komel, sazî, partî û sendîqên Alman û xerîban piştgirî xwast…..Ji bona em bigihîjine van armancên xwe, ez hingê di gelek çalakî, civîn, semîner, şev, meş û piştgiriyên giranbuha de beşdar bûm. Binêrên li vî wêne :2 yê min û hevalên min. Me hêja hingê digot: “her tişt ji bo siyaseta demoqraten şoreşgerên Kurdîstan“*1. Em endamên KKDK Celle, bi qefle qefle tevî jin û zarokên xwe sê hefta li ser hevûdinê, di bin germa tîrmehê de, di çûne êşêf/xepara şeker pencarê û perê me hingê qazanckirî(5730 DM) dane pêdiviyên KKDK. Celle.Min bi hezaran belavok li ser rewş û pirsgirêkên netewa Kurdî bi zimanê Kurdî, tirkî û almanî di nava gel de belakirin.Min û hevalên endamên Komela Karkerên Demokrat, di 23.09.1979 de cara yekemîn li nava bajarê Celle de ji bo piştgiriya çanda Kurdî, xurtbûna şoreşger û demokratên Kurd şeveke bi rêk û pêk amadekir. Delîl û şade kesên hîna li Celle dijîn û agehdariyên di kovara ARMANC hêjmar 7 çiriya pêşîn 1979 rûpel:7 de ne. Binêren li wêne:3 û 4Gava cunta faşîst a leşkerî di 20-21.09.1980 de li Tirkiyê destdanî ser desthilatdariyê, hingê min û hevalên xwe gelek çalakî û xwepêşand li dijî zilm û zordestiya wê kirin. Nimûne: Derfeta we hebe, binêrin li Kovara ARMANC hêjmara 17 Cotmeh 1980 ê û gelekên di peyre hatine weşandinBinêren li wêne:5Ew folklorê ku min û hinek hevalên xwe ji bo parastin û nasandina reqs û govendên Kurdî, ji deng, reng, cil û bergên Kurdî û bi ruhekî Kurdewarî damezirandibû diçû li gelek bajêran tevî çalakî, şev û festivalên çandî yên ku di nava Almaniya yê de ji bo gelê Alman û civakên xerîban çanada hevûdinê nasbikin û bipejirînin dibû. Bê guman gelek delîlên vê xebata me hene û ev wêne folklora me di rojnama Oldenburg NWZ `ê 15.06.1988 de tevî agehdraiya piştgiriya me ya di şeva 13.06.88 de ku şaredariya bajarê Oldenburgê ji bo nasandina çanada biyaniyan amadekiribû de hatiye weşandin.Dîsa min û hinek hevalan grupa topê ya ku vêga hêjî bi navê DÎCLE heye di sala 1984 de damezirand. Gelek kes dizanin ku min jî şeş salan di vî taximî de leyîstiye û gelekî zahmet di nav rêveberiya vê gurubê de dît. Ez zahf dilxweşim ku ev taximê topê hêjî weke taximê Kurdan di nav gruben li Celle hene dileyizin.Gava rojnama ARMANC `ê di gulana 1979 de derket û heta ku 06.1997 de xatir ji me xwast, ewê bi zimanê Kurdî û Tirkî weşan dikir û min jî bi dilekî xweş bi kes û gel ra dixwand û beladikir.Binêren li wêne: 6Ji xeynî van çend nimûnan jî naxwazim êdî zêde bahsa xebata xwe ya di nava vê komela şoreşger û demokratên Kurd de bikim. Hemû kurdên ku li bajarê Celle dimînin, heval û pismamên min jî dizanin ku min û hevalên xwe yên di nav xebata Komela Karkerên Demokrat Kurdistanê(K.K.D.K) ya li bajarê Celle de tu carî bêhemdîtî bi wan û zarokên wan re nekirine û heta ji me hatiye me ne hîştiye dilê wan ji me bimîne. Me xizmeteke welatperwer û gelemperî dimeşand. Lê, hinek kesên ku siyaseteke gundane û radîkal difikirîn, ji vê xebata min û hevalên min ne razî bûn. Ji ber vê ewan ez û hevalekî min bi kêran birindar kirin. Lê, tştê ji me hat me nehîşt ku dûbendîtiya gundîtiyê di nav civaka me de berdewam bike.Vê paşê wexta xebata Komela Karkerên Demokrat Kurdistan(K.K.D.K) ya li bajarê Celle di sala 1985 de hate rawestandin û pêve, êdî min di nav mal û malbatên me de xebata xwe dîsa berdewam kir.Gava gelek kes û nasan di gengeşên me de dîtin ku em Êzdî hêjî ola xwe baş nasnakin, ew tifaqa ku di nav mal û malbatên me de hebû jî dipelişin, gelek nakokî di nav vê civak û jiyana me ya nû de derdikevin, pirsgirêkên me û zarokên me gelekî mezin dibin, çanda bav-kalên me wenda dibe û hwd. Di pey van dahin û standinan re min û çend nas û hevalan xwast di sala 1990 de bi hevûdinê re ji van nakokî û pirsgirêkên di nav civaka me de hene re xwedî derkevin. Vêca me li hevûdinê kir ku em komeleke bi navê ”Kultur Centrum- Navenda parastina ol û çandê” ji bo parastin û pêşvebirana ol û çanda xwe bidamezirînin. Ji xwe hingê ev fikra damezirandina komelên ji bo parastin û pêşxistina Êzdiyatiyê ji xeynî ya nav bajarê Celle yê li wan bajarên ku Êzdî lê diman jî kêm bûn. Min sê salan di rêvebirya vê komela ”Kultur Centrum- Navenda parastina ol û çandê” de jî xebat kir. Me di nava van sê salan de çend komên parastina olê û hevkariyê jî damezirandin. Wextê min di nav xebata vê komelê de jî dît ku hinek kes nikarin xwe ji jiyana gundatiyê, perwerdaya feodalî û berjiwendiyên şexsî dûr bikin, hinek jî dixwazin tenê di warê siyasî de xebatê bikin û em nikarin li ser wan armancên komela ”Kultur Centrum- Navenda parastina ol û çandê” xwe de pêş bikevin û derfetên ku ez bi wan re jî kar bikim neman, êdî min rabû xebat û endametiya xwe ya di komela ”Kultur Centrum- Navenda parastina ol û çandê” de rawestand.Lê, gava ez ji wan veqetiyam û pêve jî, min dîsa xebata xwe li goriya îmkan û derfetên xwe di nav civakê de kêm nekir. Wek min gotî, ji xwe xebata min timî ji bo parastin û pêşxistina çande, urf û adetên civakê û ne bi siyasî bûn. Li goriya baweriya min divê em xwe ne tenê bi gotinan biparêzen û di kiryarên xwe de bi haweyekî dinê bixebitin. Gava em ne bi fikir, reman û ji bo berjiwendiyên civaka xwe bixebitin, emê nikarîbin ji van êş û belayên xwe re jî çareseriyekê bivînin.Dûre min dît hinek heval û xuşkên ku mîna min difikirin hene. Me xwast mîna xebata Mala Êzîdiyan ya li bajarê Oldenburg ê ji van nakokî û pirsgirêken di nav endmên civaka me de hene re xwedî derkevin. Me di sala 2002 de komeleke bi navê ”PÊC- Platforma Êzîdiyên Celle”yê damezirand. Armancên vê komela ”Platforma Êzdiyên Celle”yê di destûrnama wê de binêren li http://www.yeziden-celle.de/index.php?id=20 hatine birêzkirin û ez naxwazim zêde bahsa wan bikim. Me di nava van şeş salen derbasbuyî de gelek xebat kiriye. Kesekî ku bi xwaze bizanîbe ka me bi navê PÊC çi kiriye û em çi dixwazin ji bo pêşeroja Êzdiyatiyê bikin, bila keremke bi me re pêwendî deynen, anjî li malpera me binêrin. Birê Selîm, weke ez dizanim, mal û komelên Êzîdiyan yên li Ewrûpa û bitaybetî jî yên ku li Almaniya yê hene, xwastin bihevûdinê re yekîtiyeke tevgera Êzdiyan bidamezirînin û gelek modelên cûda (weke Yekitiya Êzdiyên Kurdîstanê, Yekitiya Rewşenbîrên Êzdiyan, hevkariya mal û komelên Êzdiyan, Navenda Êzîdiyan li Niedersachsen, Civaka Êzîdî-Ewrupeyî û hwd.) jî ceribandin û bi ser neketin. Bi dîtina te, Sedemên ku Êzîdî nikarin weke civatên dinê bi hev re tevgerekê li gorî pêşketin û teknolojiya demê bidamezirînin çine?Selîmê Mecîd- Belê, ji xwe li ser vî babetî gelekî civîn çêbûn, dûre pir hatiye gotin û nivîsandin. Lê, bi dîtina min divê meriv baş bizanîbe; ka meriv ji kurê hatiye, li kurê ye û wê bi kurve here? Li gor dîtina min, gelek ji rêvebir û berpirsyarên Mal û Komelên Êzîdiyan bi dilpakî doza Êzdiyatiyê dimeşînin, lê bi fikir û reman xwe hêjî ji jiyana gundiyatiyê xwe xelaz nekirine. Lewma hinek jê vêga hêjî birêvebirina rêxistinên xwe fahm naken, daxwaza wan ewe ku ew timî di rojevê de hebin. Hinek jî dîroka berxwedan û tekoşinên Êzîdiyan li goriya berjivendiyên siyasî û şexsî tînine ziman. Ji xwe pêşiyên me ne beredayî gotine,”zahfin, lê bê mahfin”. Her çiqas hêjmara mal û komelên me pirbin jî, hêja xwandevan û ciwanên Êzdiyan di nav wan zahf kêmin. Zane û endamên civaka me ji daxwaza demê re gelekî qelsin û em hîna nikarin li gorî pêşketin û teknolojiya demê bersiva Êzdiyatiyê û netewa xwe bidin.Ez hêvîdarim rewşenbîr, lêkolîner û nivîskarên mîna te kekê Kemal Tolan zêde bivin û li virê dixwazim dîsa te pîroz bikim, ku te pirtûkeke pir hêja ji bo dewlemendiya arşîva çanda Êzdiyatiyê berhev kiriye. Başe birê Selim, te ji tecrûbên xwe baş zelalkir ku çima hinek endamên civata ruhanî, merivên oldar, rewşenbîr, perpirsyarên mal û komelên Êzdiyan rexnan qebûl nakin.Gelo meriv çewa dikare pêwendî û yekîtiya di navbêna civaka Ézidîyên li hemû perçên Kurdistanê, Sovyeta berê û Ewrupayê bihêtir xurt bike?Selîmê Mecîd- Bi dîtina min, ji bo xurt bûna pêwendî û tifaqê divê em gelek qedir bidine tiştên wek cejn, tiwaf, duha, rojî, dana qûrbanê û hwd. yên pîroz. Her kes, rêber û zanên me hevûdinê tehamûl bikin û hurmetê bidine fikrên cûde. Em tev netewî perest bin. Ji xwe heta zanîn û tehamûlkirina me xurt nebe, em di jiyana xwe de - ji gotin û kiryarên xwe re xwedî dernekevin, pêwendî û tifaqa me jî xurt nabe. Gava em îro diriya civak û netew xwe de nebin yek û hevûdinê tahamul nekin, wê sibê ziman û çanda zarokên me jî zû bihelin. Ji bo vê jî divê her kes ji me destên xwe deyne ser dilê xwe û ji wîjdanê xwe bipirse.Selîmê bira, li gor nêrîna te, wê pêşeroja Êzîdiyan li xerîbiyê çawa be?Selîmê Mecîd- Wekî ku min niha got, ez di vê helbesta xwe “Em Êzdî ne “ de jî didime xwanê, gava em Êzdî xwe bi demê re negihînin, demê li goriya xwastina xwe me biguhêze. Lewmajî pêşiyên me gotine, “dem bi demê re, her dem bi Xwedê re”EM ÊZDÎ NEEm Êzdî ne, Êzdî neLi ser navê Êzî ne,Bi ola xwe em Ezdahî neEm bi nijada xwe Kurdî ne Timî ji ol û erkanê xwe razî neEm Êzdî ne, Êzdî neJi deşt û çiya hatin eEm vêga bajarî neLê, bi fikrê em hê gundî neDe werin em xebat bikinXwe bi demê re bigîninEm tev birîndarin,Ji birînên xwe kur dinalin,Ji hesretan re bê dermanin,Ji hebûnê re bê gumaninDi mala xwe de tev birîndarinDe xebat bikin bi dil û canEm ji hevûdinê re nefs piçûk binEm bihevûdinê re ser bilind binTev de jiyanê li hev pîroz kinEm xerîbên bê welatinJi dert û kulan re dinalinHeywax Êzdîno em dil jarinEm ji xwe re kehr û lalinJi xelqê re şalûl û bilbilê şiyarinLewmajî herdem jar û perîşaninDe werin em bihevre bikin qîr û hawarEm ne şervan, lê gelekî aşîtî xwazbinEm ne pirbêj , lê ji xwe re zanebinDerd û kulên me jihevûdinê cûde nekinŞiyarbin, binêrin li dem û dewrananBizanin ka em ji kurê hatin û bi kurve herin?Em Êzdî ne , Êzdî ne ,Cil sipî û cenetî neDe bese lo, de bese, Êzdîtî nasîn ne, wê nas bikeEw kum û kolosê ku serî germ neke, ew ne yê ser girêdan nê yeEw çiyayê ku xezal tê de neçêrin, ew ne çiyayê koçeriyê neDengê keserên dayîkan tê ye minDayîk dikin qîrîn û hawarDibêjin,qîz û lawên min terka min danHaware ji bo Xwedê , hawar e!Perçeyekî ji bedena min çêbuyî, ez birîndar kirimDê û bav ketine şîneke giranDibêjin, dinya li sere me xirabûGelî xûşk birayên hêjaKeserên dayîkan min birîndar dikinEz nikarim bê deng bimînimQîz û lawên me diçinDine me ji destan diçeWelatê me ji distîninEm ji rêya Xwedayê xwe qut dibinEm çima bêdeng dimînin?Ez ji bo zarok û xwandevanên me jî weke ku xuşka min Gulê gotî dibêjim, “gava hûn sibê di derheqê ola xwe de tiştekî nizanîbin, li ser netew û kultura xwe ne zane û agehdar bin û xelq ji we bi pirse, bêje hûn kî û çi ne? Gelo hûnê hingê ji şexsiyeta xwe şerm nekin? “Selîmê bira, gelek sipas ji bo berxwedan, nêrîn û hestên te. Hêvîdarim ji Xwedê, ku tû di saxî û armancên xwe de her serkevtî bî.Selîmê Mecîd- Ez jî dibêjim gelek spas ji bo vê xebata te birê Kemal, tû jî birastî pir serê xwe di ber Kurdewarî û nasandina Êzdiyatiyê de diêşînî. Xwedê bike tû gelekî sax û her serfiraz bî!Kemal Tolan21.07.08
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.