Ramyarî

Hevpeymantîya Hinek ji Kurdên Me.

rrodaro · 12.10.2005 · 2 dîtin

  Kurdên me ên Bakurê Kurdistanê, ev bîst û sî salên dawîyê tiştekî gellek baş û bi rêk û pêk dikin, ew jî xwe dubarekirin, xwe sedbarekirine..Hinek Kurdên me hertim ji bo PKK’ê “ajanên Tirkan” û “faşist” digotin.. Lê wê dema PKK geş û hêz bû, yekser çûn li ba Apo ji bo “federasyonê” peyman morkirin û PKK wekî hêzek welatparêz nîşan dan...Wisa bawerdikirin ku, PKK ligel dewleta Tirk gotûbêjan destpêdike û pêwîst e ew jî ligel bin...Ne “xaîntî”, ne “ajantî” û ne jî faşîstîya PKK’ê ma..Ev yeka hanê çawa hat holê? Çi hate guherîn? Ajan çawa bûn welatparêz? Qet kesî ji vê yekê tiştek fêm nekir...Kurt û kurmancî hinek kes li Kurdistanê hene, dikarin “ajanan” jî bikin welatparêz!!!!!Piştî demeke kurt, ev hevpêymantîya “ajan” û “welatparêzan” sarbû û wekî caran lê hat..Piştî ku Apo bi bi dil û bê dil vegerîya ji bo mala “xalên xwe” û şerî çekdarî rawestan.... Dîsan ev Kurdên me derketin meydanê û destpêkirin û gotin: “PKK hat li ser xeta me”...Lê, wê demê Apo bi awayekî eşkere li dijî hemû mafên rewa ên gelê Kurdistanê diaxivt..Dîsan wê demê pirsa “xaîntîyê” di rojevê de bû... Van Kurdan jî ev peyv dubare dıkirin..Lê hinek Kurdên me mecbûr man û bipirsin: Hûn hem dibêjin ev partîya “xaîn” e û hem jî dibêjin “ew hat li ser xeta me”... Kîjan raste? Gelo hûn ji bo xwe jî xaîn dibêjin?Ev yeka hanê jî di nav mij û dumana welatparêzîyê de winda bû...Van hevalan dîsan di rojname û rageyandina xwe de hertim wisa nîşan didan ku, wan berî herkesê dizabû û digot “Apo ajanê dewleta Tirk e”...Piştî ku brayê Apo û hinek qadroyên serokayetîya PKK ji vê rêkxistinê qetîyan û PWD avakirin, van hevalana yekser çûn protokolek li gel wan îmza kirin...Pirsek serekî hebû û gellek ji welatparêzan jî ji xwe dipirsîyan: Heke Apo ji destpêkê pêve ajan be û ligel Tirkan be çawa dibe di nav bîst salên bihurî de hêj welatparêz serokayetîya PKK’ê dikin?Qet kesî jî bersiva van pirsyaran ne da û nikare bide jî..Pêş 12’ê îlonê ji bo peywendîyan ligel Rusyayê û hinek welatên din, Hevpeymantî ligel TKP’ê çekirin.. Ew jî nemeşîya...Hêzên sîyasî ên Bakurê Kurdistanê gellek lawaz bûne... Lê dîsan hewil didin ji bo mafên gelê Kurdistanê hinek gavên hevbeş bavêjin...Ji ber vê yekê jî Kurdên me ên Bakûr Platformek avakirin.... Lê dîsan van hevalana destpêkirin protokol îmza kirin... Niha jî protokolek vê dawîyê ligel PDK Bakur îmzakirin... Gelo ji bo çi?Wê dema mirov bala xwe bide van hemû protokol û hevpêymantîyan, çawa mirov dikare bi hinek kesan bawerbike?Çawa?Ez fêm nakim... Heke derûnnasek hebe, li ser vê yekê ligel min qise bike, bextîyar dibim..rodaro@arcor.de

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.