Kurdistan

Hêviya min

Dilawerê ZENGÎ · 21.12.2010 · 2 dîtin

Hêviya min
Dilawerê ZENGÎ


Hêviya xewn û xeyala
Asoya her bîr û bala
Sawêra çavê metala
Hêviya min Hêviya min

Hêviya dil serber nekir
Çavan dît, dil bawer nekir
Dev û lêvan maç her nekir
Hêviya min Hêviya min

Berê xunçan hungivîn e
Lêvên yaran tim şêrîn e
Ava zelal bi kanî ne
Hêviya min Hêviya min

Ava zelal ji jor barî
Girtî xunav sînga yarî
Du sêvên zer reng buharî
Hêviya min Hêviya min

Buhar xweş e gul li dara
Li ber sîkê digel yara
Dest di paxêl maç bi bara
Hêviya min Hêviya min

Ez û yarê tenê l` manê
Şerbeta ava jiyanê
Tên naşike qet di danê
Hêviya min Hêviya min.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.