ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 08.04.2007 · 2 dîtin
Ez gelekî dilxweşim ku piştî van gelek destkevtiyên Kurdayetiyê ye hêja, êdî berpirsyarên saziyên mediya Kurdîstanî û bi taybetî jî yên televîziyona KURDISTAN TV`ê (çi yên li nav û derveyî welat xebatê dikin)încar gelek bernamên hunerî, siyasî, rewşenbîrî, olî, aşîtî û berjewendiyên civakî yen hevpar ji nava me niştimanperwerên Kurdan berhev diken û ji bo me temaşevanan di weşînin. Ji xwe min ev nêrîna xwe hîna di 24.08.06 de di gelek malper û saziyên mediya Kurdîstanê de daye xwanê . Her weha min ev hestê xwe, di pirtûka xwe ya bi navê Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, rûpel:411 de jî daye xwanê û vêga dîsa dibêjim, girînge hîna pir programên taybetî ji bona prosesa pêşvebirin, nasandin, diyalog, veguhertin û zanîna gel-civakên li Kurdîstanê û hemû xêrxwazên Kurdan zêde biven û bêne weşandin. Hûn rêzdar wusa bikin ku bi xêra dîtin û hunera di bernamên pêşkêşdibin de ev pira demokratîk, nîştimanî û netewî ya ku di navbêna hemwelatî û rizgarîxwazên Kurdîstanê de heyî, hêjî gelekî mezintir û zeximtir bive. Nimûne:Ez bawerim gelek Kurd û bi taybetî jî em Êzdî bi vê bernama ku kekê Heso Hurmî di 04.03.2007 de li ser ROJA BÎRANÎNA PROF. ŞEKROYÊ XUDO MIHOYÎ û li sera Mala Êzîdiyan ya li bajarê Oldênbûrgê (Almanya) da berhevkiribû û îro(07.04.2007 seat 10:25 de) di televîziyona KURDISTAN TV`ê dûbare hate weşandin, pir dilxweşbûn. Ez dibêjime birayê xwe HESO HURMÎ, mala te gelekî ava be û pir spas ji bona hemû berpirsyarên televîziyona KURDISTAN TV`ê, yên ku ev bîranînên Xwedê jê razî û rahmetiyê Prof.Şekroyê Xudo li ser ekranên KURDISTAN TV`ê weşandin. Hêvîdarim ku Kurdîsatn TV`î bernamên xwe yên li ser hunerê, rewşenbîrî, olî, aşîtî û berjewendiyên civaka me Êzdiyan hîn jî zêdetir bike û bive televîziyona Kurdîstanê ye NETEWÎ ! Sipas û serkeftina we hêjayan dixwazim. Kemal Tolan07.04.2007
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.