ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 21.05.2009 · 2 dîtin
Di hevdîtineke bi rojanmeya Şerq El-Eewetê re cîgirê sekreterê giştî yê YNK’ê û cîgirê serokê herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî, yekrêziya navbera YNK û PDK’ê di vê qonaxê û di dahatû de bi girîng û pêwîst wesif kir û li ser hilbijartinan jî bi lêv kir ku di hilbijartinên vê carê yên herêma Kurdistanê de, di navbera hêzên siyasî de berberiyeke zêde heye.Resûl li ser Lîsteya Goran’ê ya bi serokatiya Newşîrwan Mistefa û nûçeyên ku ji aliyê wê lîsteyê ve tên belavkirin jî axivî û amaje bi wê çendê kir ku tu metirsiya wê Lîsteyê tune ye û nikare li gel Lîsteya Kurdistanî bê asata berberiyê. Resûl her wiha got: “Heta niha lîsteya Newşîrwan Mistefa tu metirsiyek çê nekiriye ku li gel Lîsteya Kurdistanî bikeve berberiyê. Heta niha jî Newşîrwan Mistefa dest ji karê hizbê (YNK) ber nedaye û heta niha jî bi wî re pêwendî hene, lê tu encamekê nade.” Resûl her wiha anî ziman ku tu mafê Newşîrwan Mistefa tune ye, wekû endamekê YNK’ê, bi lîsteyeke serbixwe berşdarî hilbijartinan bibe.Li ser arîşeyên navxweyî yên YNK’ê jî cîgirê sekreterê giştî yê YNK-ê axivî û wiha got: “Ev demeke zêdeye YNK’ê kongreya xwe girê nedaye. Wate ji sala 2001’ê ve. Di navbera van çend salan de jî bûyerên mezin qewimîn. Yek ji wan, wekû rûxana rejîma beasê.”Resûl got: “Di dawiya îsal de hizib, dê kongreya xwe girê bide û dê rêjeyeke zêde ji her du regezên nêr û mê beşdarî kongreyê bibin.”Li ser kabîneya hikûmeta Kurdistanê jî Resûl agahiyên nû dan û wiha pê de çû: “Li gor rêketina stratejîk ya serokatiyê, kabîneya dahatû ya hikûmetê ji bo YNK’ê ye, lê heta niha li ser wê yekê tu biryarek nehatiye dayîn. Her wiha li ser dirêjkirina dema mayîna Nêçîrvan Barzanî di posta serokatiya hikûmetê de tu biryarek nehatiye dayîn. Lê belê YNK’e dê daxwaza wê postê bike. Heta niha namzetên me ji bo wê postê nehatiye diyarkirin. Lê wekû xuya dibe Dr.Berhem namzetê herî berçav yê wê postê ye.”Di heqê hikûmeta serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî cîgirê sekreterê giştî wiha axivî: “Hikûmeta Nêçîrvan Barzanî destkeftên baş bidest xistiye û ji bo pêşketina Kurdistanê gavên cidî avêtiye.”Di heqê xanenişînbûna serokkomar Talebanî jî Resûl got: “Ev mesele girêdayî wî bi xwe ve ye. Lê belê gelê Iraqê, kutleyên siyasî û yên parlamenî tekîdiyê li ser wê çendê dikin ku Talebanî di posta serokkomariyê de bimîne. Em jî wekû serkirdayetiya YNK’ê piştevaniya serok Talebanî di wê postê de dikin. Çimkî ji serok Talebanî zêdetir tu kesê din nîne wek wî bitûwana û şareza be û wê postê bigire stuyê xwe. Rêzdar Talebanî him ji bo Iraqê, him jî ji bo deverê roleke girîng dilîze.”Li ser pirsgirêkên navbera hikûmeta navendî û hikûmeta herêmê jî Kosret Resûl got: “Divê di çareserkirina tevaya pirsgirêkên daliqandî de, destûra bingehîn ya Iraqê bê esasgirtin. Bi taybet jî ji bo çareserkirina pirsa Kerkûk û deverên nakokbar. Em li gor destûrê li gel meselyan tev digerin û em bi tu awayî dest ji mafê kurdan hil nagirîn û dê hertim pişta xwe bi destûrê ve qayîm bikin.”Li ser pirsa şandina petrola herêma Kurdistanê bo derve jî Resûl da xuyakirin ku li gor rêketineke navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê, di meha bê de şandina petrola herêmê bo derveyî welat dê dest pê bike û got: “Ev yek jî di berjewendiya Iraqê de ye, ji ber ku dahata wê dê biçe bankaya navendî ya Iraqê.”Resûl li ser pêwendiyên navbera PDK û YNK’ê jî wiha pê de çû: “Ez ji bo prosesa siyasî ya Kurdistanê û pêwendiyên YNK û PDK’ê geşbînim. Pêwendiyên me li gel PDK’ê, pêwendiyên pêwîst û stratejîk in û di berjewendiya ayîndeya kurdan de ye. Her wih têkiliyên me yên bi hin welatên erebî yên wekû Mîsir, Îmarat, Sudiye û her wiha bi her welatên cîran, Tirkiye û Îranê re jî pir baş in.”Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.