Ramyarî

Hevdîtina PKE – PLATFORM bi Grûpên Sîyasî yên YEKÎTÎYA EWRÛPA (YE) ê re

PKE-PLATFORM · 04.10.2005 · 2 dîtin

Hevdîtina  PKE – PLATFORM bi Grûpên Sîyasî yên YEKÎTÎYA EWRÛPA (YE) ê re

   Şandeya Platforma Kurdên li Ewrûpa – PKE,  ku ji Berdevkê wê Azîz Aliş  û Sekreter M.Alî Yildirim ve pêk hatibû, di 21.09.2005 ê de li Brukselê bi 3 Grûpên cuda yên Yekîtîya Ewrûpa-YE ê re hevdîtinan pêk anî.Di wan hevdîtinan de rêzdar Pervîn Cemîl (seroka Buroya Kurd li Brukselê) jî amade bû. Ji bo dilsozî  û piştgirîya wê, em sipasî banoya Pervîn Cemîl dikin. Herweha ji bo dîtin û pêşniyarên wî sipasî birêz Dr.Xalid Salih dikin.  Hevdîtina me ya yekem bi berdevka karên derve yê Grûpa Alliansa Lîberal û Demokrat xanima Cecilia Malmstrom re pêk hat. Ya duyem bi nûnera Grûpa Sosyalist (Socialdemokrat) xanima Anne Van Lancker û ya sêyem jî bi endamê komisyona danûsitendinê yê Grûpa Partiyên Gel ya Ewrûpa (Kristdemokrat)  û Europademokrat birêz Gunnar Hokmark re pêk hat.Me di her sê hevdîtinên xwe de hem Rapora PKE ê pêşkêşî wan kir û hem jî bi devkî hin dîtin û pêşniyarên xwe anîn zimên. Dîtinên ku bi kurtayî me anî zimên evana bûn : Em nehatine vir ku daxwaza otonomî, federalî an serxwebûnê ji we bikin. Ev pirs di navbêna me û dagirkerên welatê me de ye û biryara li ser qedera kurdan dayinê jî ya milletê kurd e. Ya ku em ji we dixwazin ev e ku, divê YE ji xwe destpê bike ku navê me yê rastî bikar bîne. Em bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi dîroka xwe milletekî cuda nin. Gava YE me wek Milletê Kurd bilêv bikin, wê gavê ew dikare piştî “Biryara Muzakereyan” dikare zorê bide Komara Tirkîyeyê ku ew jî hebûna Milletê Kurd qebûl bikin. Endambûna Komara Tirkîyeyê(KT) an jî biryara muzakereyên bi KT di rojeva me de cîhekî girîng nagire. Divê YE ji KT bipirse û kontrol bike da wan çend bendên/şertên Krîterên Kopenhagê pêk anîne.Bi bawerîya me YE divîyabû heta nuha li Tirkîyeyê Konferansek Fermî li ser Pirsa Kurd pêk bianîya. Ji ber ku, KT dixwaze hem bi îdeolojîya Kemalîst û bi sîyaseta Statuko xelkên sivîl îdare bike û hem jî bi vê sîstemê têkeve nav YE ê.Ji bo me kurdan ya girîng eve ku, di danûsitendinên bi KT ê de û di munaqeşeyên li ser mijara Kurd û Kurdistanê de, herweha di Civîn û Konferansên Navneteweyî yên li ser kurdan de divê kesayetî û nûnerên Rêxistinên Sivîl, Demokratîk û Sîyasî jî amade bin û li wan bi çavê Teref û Xwedîyê Dozê were nêrîn. YE çawa ji bo Raya Giştî bi eşkere li ser problemên ku di nav Welatên Rojhilat de hebûn peyivî, divê bi eynî şêweyî li ser Tirkîyeyê û problemên di nav wê jî bipeyive û wan problemana ji Raya Giştî re eşkere bike.Welatên kevne kominîst dev ji sîstemên xwe berdan, lê KT hê jî sîstema xwe ya Kemalîst û sîyaseta xwe ya Statuko ku teqabulî Demokrasîyê û Mafê Mirovatîyê nake dimeşîne û dev ji wê berneda.Em piştgirîya biryar û helwesta we ya li ser Pirsa Qibrisê dikin, lê em dixwazin ku bila YE eynî helwestê ji bo “çareserkirina Pirsa Kurd” de jî bide dîyar kirin.Dayina mafê kêmnetewebûnê ya ji bo Romana jî biryareke pîroz e, lê divê KT ji vê biryarê sûd werbigre û bi kêmanî ji bo kurdên ku li metropolan dijî û herweha ji bo Kurdên Anatolya re jî biryareke wusa bidin. Ev tişta ji bo dewletên din yên weka Sûrîye û Îranê jî derbas dibe. Milletê Kurd li diasporayê kêmnetewe ne, lê ew li ser axa xwe binecîyên eslî ne û xwedîyê axa xwe ne. Em ji YE ê daxwaz dikin ku, ew zorê bide KT da Zimanê Kurdî bibe Zimaneke Fermî û bila qedexeya li ser Rêxistinên Sîyasî rabe da her kurdê ku bixwaze, bikaribe eşkere bi Nasnameya Kurd sîyasetê bike. Bersivên wan Birêzan jî bi kurtayî evana bûn : Divê em bêjin ku îhtîmaleke mezin, ewê di 3 ê meha Cotmehê de biryara Muzakerayan bête dayin. Lê dîsa jî hin şertên YE hene. Gava Muzakare were îmzekirin, karê me hêsantir dibe. Ji ber ku emê pirr eşkere, vekirî û bi FERMÎ ji KT ê doza pêkanîna Demokrasîyê, doza rêzgirtina Mafê Mirovan û doza guherandina Qanûna Esasî (ku astenga herî mezin e) bikin. Herweha ji bo pêkanîna van xalên girîng emê wextên kurt deynin ber wan. Gava pêk neynin, mafê me yê fermîye ku em ji KT ê hesab bipirsin. Evan Şert û Pîvanên ku ji KT ê têne xwestin û mecbûre ku pêk bîne, rê li ber munaqeşe û çareserkirina Pirsa Kurd jî vedike.Ji me bawer bikin ku heta 15 û belkî 20 salên din jî KT dê nikaribe bibe endama YE ê. Em KT ê pirr ji nêzîk ve taqîp dikin û em li ser Pirsa Kurd jî hessas in. Me ji destpêka 2005 ê û vir de destpêkirîye ku em di nav xwe de û di hin danûsitendinan de pirr eşkere li ser Pirsa Kurd radiwestin. Di gellek Rapor û Belgeyên me yên nuh de êdî Pirsa Kurd derbas dibe.Bêguman hûn Milletek in. Em rêz li daxwaz û mafên we digrin. Lê em bawer dikin ku bi zordayina KT û pêkanîna wan şertên ku me daye ber  wê, ewê Pirsa Kurd ku em jî girîng dibînin di pêvajoyekê de, gav bi gav û pêngav bi pêngav were çareser kirin.Emê bêtir Şandeyan bişînin Tirkîyeyê û bi taybetî jî, bo herêma Kurdan û emê bêtir li xelkê sivîl guhdar bikin.Gotina banoya A.V.Lancker ji bo me balkêş bû ku got “Ez bixwe Flaman im û ez baş dizanim ku bindestî çawaye û daxwazên milletên bindest çi ne.”Her 3 grûpan jî meraq kirin ku têkilîyên me bi kesayetî û Rêxistinên li Kurdistanê heye an na. Me got ku beşek ji PKE ê rêxistinên sîyasî ne û ”xurt an lawaz” lingekî wan li Kurdistanê ye. Lê qedexeya di Qanûna Esasî ya îro ya KT ê cih girtîye, destûrê nade Rêxistinan da ew bi serbestî xebatên xwe bikin.Lê ji bilî wan, têkilîyên me bi kesayetîyên sîyasî, ronakbîr û bi KURD-DER û bi HAK-PAR ê heye. Em girîngiyekê didin Civîna ku li Ankarayê ku ji alîyê 250 sîyasetmedar û ronakbîrên Kurdan ve pêk hatibû. Ji bo me ya herî girîng ewe ku beşdarên vê civînê û em pirr nêzî hevin û em li dijî siyaseta KT ê û Îmralîyê ya li ser Asîmîlasyon û Întegrekirina Milletê Kurd in.Nûnerên her 3 grûpan ji bo van Hevdîtinên me kêfxweşîya xwe anîn zimên û daxwaza gellek hevdîtina kirin.Çuqas Kurd nêzî hev bin û Yekdengî û Yekrengîya  xwe ji Raya Giştî re bidine dîyarkirin, emê bêtir ciddî werine girtin û emê zûtir bigihêjin Doza xwe.2005.10.01Şandeya Platforma Kurdên Li Ewrûpa,  PKE - Platform Azîz Aliş                                    M.Alî YildirimBerdevk                                      Sekreter 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.