Ramyarî

Hevalê Naim, çû nav refên şehîda!

Ahmet ÖNAL · 30.09.2006 · 2 dîtin

 Kekê Naim, gelo ev çi dilsozi bû?Kekê Naim, gelo ev çi hezkirin û fedakarî bû? Kekê Naim,, gelo ev çi baweri bû ku di rojên teng de beri herkesî tu dihatî bîra me?Kekê Naim, gelo ev çi xwezayî ya bêhempa bû ku  te gelek hêz dida me, û hiç rojekî te qala kiryarê xwe yê pozitif nekir û pesnê xwe neda?Kekê Naim, gelo ev çi ken û kêfbû ku ketibûn dilê te dema ku te hevalekî xwe dîdît, te dixwastin ku tu dê fir bidi ji şahîyan?Keke Naim, dema ku  ji bo nexweşiya xwe ya bê derman agahdar  bû wî got ; " Bila heval ji dora min dur nekevin, dermanê min hevalên min in.  Ez bi wan şa dibim. Dema ku ez wan dibînim nexweşîya xwe ji bîra dikim." ev çi hest bû da te di dilê xwe de çêkirî bû ku "dermanê heri mezin hevalin" digot.Di devê Kekê Naim de her strana " Xeribî Zore, hêsîrî zor e" hebû. Le me fêm nedikirin ku ev hesreta te, te bi vî avayî ji nav me bibe...Ev hesreta kekê Naim ev qas kur bû ku çi fedakarî bikira tatmin nedibû. Di rojên ku insanek ji bo karên sîyasi pêvistbana, te digot "gorani wî karî dê ez hevalekî  ji bo te bişînim." û te dişand. Ji bo Rojnama Jîyana Nû te mudur şandin. Te karê belavkirina rojnamê dikirin. Te ji bo pêwîstiya kar û xebatê dirav top dikirin. Dema ku min digot; ' Keke Naim zarokên te hurikin. Bes bekaliyek di destên te de heye. Eman tu ji bêrîka xwe peran nedî me?", lê tu ji min re diqarîyan, hêrs dibûyî û te digot "Tu qarşî karê min nebe, tu here rojnama xwe derxine. Çi tengasî ku hebû dê tu min agahdar bikî, ez dê çareserbikim." Te hiç rojeki negot ku 'ez nikarim vî karî çareser bikim." Di felsefeya te de her fedekarî hebû. Te her dida, lê hiç rojekî te ji hevaleki xwe çi tiştek nestand! Bes te ji hevalên xwe hezkirin dixwast!Dema ku cenazeyê te li ser destê hevalan bervî goristanê ve em meşîyan min ji xwe pirsî " Gelo me ev daxwaza te ya hezkirinê bi cîh anî an na?!" Ketim şikê... Wê demê du hêsir bi ber çavên min ketin... Min ji ber wan hêsiran şerm kir. Bo ku hêsir dujminê hesret û bîranînan e. Mirovi zû sar dike. Ez dixwazim ku kelegerma hevalên dilsoz her di bîra min de bimîne!Keke Naim  hîn ciwan bû. 42 salîya xwe de bû. Xwedîyê sê keçê ciwan bû. Cara dawîyê min ji bo te 5 kitêb anî bû, ji bo ku tu dema aciz bûyî dê binerî. Te bi dileki zîz, çaveki bi axin  li min nêrî û paşê jî li keça xwe, bi vî avayî dest bi axaftina xwe kir:"Ez û keça xwe dê van kitêban  bi hev re bixwînin. Paşê jî ez dê werim weşanxanê ji te kitêban bistinim. Em dê bi hev re biçin li tengava Stenbolê alîyê Behrareş araxê vebixwin. Bi têra dilê xwe, em li ser rewşa Kurdistanê guftugoh bikin. Qasi sê  mehan e ku ez ji rewşa siyasetê dur mam e. Gelekî xemgin dibim... Bi rastî jî wa nabe!.. Jiyana min çawa dibe bila bibe ez bê sîyaset nikarim îdare bikim... Bê xwendin nikarim îdare bikim... Bê heval nikarim bijîm... Bê Kurdistan nikarim bijîm... Keke Ehmed min pir dixast ku em bi hev re biçin bervî Bingol û Qersê li ser wan kanîyê sar bigerim... Axxx!!"Min jî soz da bû te; dê em biçûyan û bigerîyana... Lê te ez cî hiştim û tu li ser projeya xwe nesekinî... Her demê tu dilsoz bûyî, lê vê carê te ez xapandim... Tu ji min re nehatî Çewligê û Qersê... Tu terkîsela bûyî çûyi nav refên şehida!... Dê ez çi bikim... Bila ji te re oxira xêrê be!!!  Lê ji dest û daxwazîya te bû… Ez şahîdim ku te jîyan geleki hez dikirin… Lê jîyana te kurt bû!!!... Xem meke tu di dilê me û gelê xwe de bijî! Bila hest û helwêsta te bijî. Bila Kurdistana te ya Sexwebun û demokratîk bijî… Bila Kurd û Kurdistan bijî… 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.