Hestên Netewî u Mam Celal
Rojhat Badikî
·
01.11.2010 · 3 dîtin
Şerê nabeyna dewletên dagirkeran u xelkên bindest, şerekî dur u dirêje. Demê şer u têkoşan, layanê şerker li dijî yektir şerek dijwar u berfireh dikin, ji bona serkeftina xwo hemu ajîtasyon bi kar tînên. Em karên vî şerê, şerê kû du alîye, şerê azadî u koletî bi nav bikin.
Dewletên dagirker ji bo domandina deshilatê xwo, şerek kirêj ê psîkolojîk li dijî xelkê bindest u li dijî tewgerên vî ê şoreşgeran propaxanda dikin. Armanc; hestên vî hest u bîr u bawerîya vî bişkênin vî bêbask bikin kû deshilatên xwo bidomînên.
Xelkên bindest jî ji bo azadî u serxwebuna xwo, ji bo serkeftina li dijî dagirkeran bi hemu derfetên xwe bikartînên u şerek berfire u dijwar li dijî dijmênên xwo, li dijî dagirkeran dimeşînên.
Bê gûman, helwest u xebatên serkêrdan pir girînge. Serkirde an serok, dikarên rollek bir pir girîng bileyzên u tesîr liser encamên xebat u şer bikin. Serkirde an serok dikarên bawerîya xelkên xwo pir bilind bikên an karên serê xelkên xwar u şermezar bike.
Dewletên dagirker u ragirhandinên vî, ji bo têkçuna xebatên gelên bindest, tometên bê binî kû tu esl u esasî vî tune, bêbextî u îftira li tekoşînên şoreşger u azadxwaz dikin serkirde u serokên bizava serxwebun biçuk dixin.
Berbirsyarên dewletên dagirker u rojname, televîzyon, kovar….hwd, wan gelek caran ji bo serkêrdên Kurd biçuk bixînên, wan wek maşêkên dewleta Ermeni, İsrail an ajanên CİA tavanbar kirine. Dewletên dagirker çi Tirqîye, çi İran-İrak an Surîye, ji bona serkirdên biçuk bixînên ajîtasyon u propaxandayên taybet meşandine. Bi taybetî piştî peymana lozan, ji bo têkşikandina têkoşîna gelên Kurdistanî, propaxandayên xwo ên kirêj li dijî serkêrdên Kurd Kurdistanî zêdetir kirine…!
Mixabin, car caran serkêrdên Kurd jî, nêrînên pir çewt u xelet ji bo raya giştî u bi taybetî li rojname u ragihandinên dewletên dagirkeran da belavkirine u belevdikin. Demê serkerdên Kurd, ji bo raya giştî beyenat an gotar pêşkeş dikin an hevpeyvin li gel rojnamegerên dagirkeran sazdikin, di bîr u bawerîyên wanda hest u berjewendîyên Kurd tûne. Gelo bi axaftinên wan xelkê Kurd çi bifikire…..!
Mixabin berjewendîyên xwo tesk-teng difikirin u ji bo dilên dijminên gelên Kurd ên xwînmêj xweş bikin li gor dilên wan diaxifin u hestên gelên xwe birîndar u wan li ber dijmênan stî xwar u şermezar dikin.
Demê kû dewleta Tirk ji deshilatên Kurdistan ên Başur daxwazîya PKK’ lîya kir, bersîva Mam Celal dilê hemu Kurda, çi li çar perçeyên Kurdistan, çi li nav Kurdên dîaspora, geş u xweş kir. Hemu Kurd bi dil u can piştgirîya Mam Celal kir u pê serbilind-serberz bun. Hêvîyek geş di nav Kurda bilind u gotên; ‘’ Jî îro şunda emê bê tirs, şermezarî u bi serfirazî bigerên. Qeder u çarenusa bibext şikîya, serkêrden me jî wek serkên hemu gelên bindest li beranber dijminên xwe çok naşkênên u stîyên xwe xwar nakin. Dilê dijmênÊn geş, dilê gelê reş nakin.
Lê sed heyf u mixab, ev bîr u bawerîya geş pir nehajot, Mam Celal dîsa dest bi xweşkirina dilê dêjminên xelkên xwe kir u dîsa stîyê xelkên xwo çilmisand. Arguman’in kû dijminên Kurd u Kurdistan dehan sale li dijî xelkên Kurd u Kurdistan bi kartîne, bi axaftîn u hevpeyînan dipejêrîne.
Çîye argumanên dijmênên me? Em hemu dizanên kû argumanên dijmên li dijîme, li dijî bizava rizgarîya Kurdistan bikartîne; puç u valane, hîç bingehekî wanê tijî tune. Çi dibêjin dijminên me? Dibêjin kû Derya’ ya Kurdistan tune, çar alîyê Kurdistan ji alîyê dewletên dagirker girtîye kû rê nedin emê ji birçîna bimrin! Van propaxandayên kû dijminênme li dijîme bi kartine hemu derewên, demê Kurdistan azad bibe, serwebuna xwo ragihîne, dewlên dagirker neçarên rê vekên, nikarên zagonên nav netewî binpê bikin. Em bêjin zagonên navnetevî binpê kirin! Gelê karên li dijî, sermayedarên navnetewî rawestên!
Em bêjin, dewletên dagirker, çavsor bun, hemu tiştî dan berçavên xwe, riya erd u esmana girt! Bila bigrin em dîsa ji birçîna namrên dewlemendîya ser erd u bin erdê Kurdistan kare me heta u heta têr bike. Çi dibe bila bibe mirina bi serfirazî ji jîyana bedbextî u koletî bi hezaran car baştire…
Serok u serkerde ewên ê kû li dijî dijminan bi hemu şekil helwest u axaftinên xwe serê gelên xwo bilind dike u dijminên xwe rûreş dike. Nek wek Abdullah Ocalan ji dijminên-xwînmêjra bivêje dayêkim Tirke min li xizmetim….u li dijî serxwebun u azadîya gelê xwe raweste.
Bi rastî helwestên Mam Celalk û ji -23 heyvek carek dibêje dewleta Kurda, damezrandina Kurdistan xewne, hestîyên İbrahim Ezo, Aram, Mama Rîşe, Şêx Seid, Qazî Mihemed, Seîd Riza u hezaran şehîdên Kurdistan dilerizîne……
Car u bar, mirov di dilê da dibêje, ger hun evkasa aşîkên İstanbul, Ankara, Şam, Bağda u Tahran’in, wek Soran dibêjin biron kaka biron bo çi êwe li Kurdistan dadinêşin! Bila em li welatên xwe ji birçîna bimrin nek kû bivin kole u nokerên dijminên xwe.