ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 24.10.2007 · 2 dîtin
Berdevkek bi navê serokatiya Herêma Kurdistanê di beyanameyekê de ku duhî hatibû belavkirin, wiha ragihand, siyaseta partiyên siyasî yên Kurdistanê, serokatiya Herêmê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember pirsgirêka berdewam ya di navbera Hikûmeta Tirkiye û PKK-ê de di nav çend xalan de hatiye aşkerekirin:... 1-Baweriya me bi wê nîne ku şîdet bibe bingehek bo gihiştina armanceke siyasî.2-Em pêbendin bi Destûra Iraqê, lewre bi tu awayekî razî nabin ku axa Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, bibe binkeyek bo êrîşên welatekî cîran.3-Em daxwaz ji PKK-ê dikin ku pişta xwe girê nede bi şîdetê û xebata çekdarî di bernameya kar de der bixe. Ji ber ku riya rast ya bo xebatkirin di qonaxeke wiha de pêwîst e pişta xwe bi karê siyasî, fikrî, ragihandinî û dîplomasiyê ve girê bide û pêbend bin bi rawestandina şer û careke din jî venegerin ser riyên şîdetê.4-Em bi tundî her karekî terorîstî ku ji her aliyekî ve bibe, mehkûm dikin.Çimkî gelê Kurdistanê bi xwe qurbaniya destê terorê ye û me hertim ji bo aştî, demokrasî, aramî û pêşveçûn bo gelê xwe û bo hemû gelên navçeyê xebat kiriye û li dijî terorê jî hertim di sengerê de ne. Di dawiya beyanameya serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:"Em radigihînin ku ev binema beşek in ji siyaseta neguher a gelê Kurdistanê û dubare tekîd dikin ku em ê têbikoşin bo çêkirina pêwendiyeke dostane li gel hemû gelên navçeyê û pêbendbûna binemayên cîrantiyê li gel her aliyekî de". Pukmedia
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.