ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojnameya Xebat · 03.10.2005 · 2 dîtin
Bi Serokayetîya Serokê Kurdistanê, herdu Mektebên sîyasî ên Partîyê û Yekîtîyê li Selaheddîn civîyan. Di vê civînê de herdu alîyan li ser rewsha sîyasî a Iraqê, shîrovekirin û pêshxistînên taybet bi prosesa reshnivîsa Destûra daîmî a Iraqê, sekinîn û gotûbejkirin. Dîsan di beshekî din ê vê civînê de li ser hinek pirs û daxwazên navxweyî ên Kurdistanê rawestîyan. Di nav wan de yekxistina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê, xala here giringtirbû. Di vê civînê de basa pêshvecûyînên di nav vê prosesê de hate kirin û ji bo careserkirin û rageyandina dawîyê a yekxistina herdu Îdareyan jî bîrûra hate guherîn. Hez jî gotinê ye wefta Partîya Demokrat a Kurdistanê ji Mihemed Mela Qadir, Azad Berwarî, Mehmud Mihemed û Mesud Saleyî pêkhatibû, shanda Yekîtîya Nishtinaîya Kurdistanê jî ji Nawshîrwan Mustafa, Cîgirê Sekreterê gishtî, Dr Kemal Fuad û Mustafa Seyîd Qadir pêkhatibû..Ji Rojnameya XebatW: AZ
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.