Ramyarî

Her Kes Bi Zimanê Dagirkeran Biaxive, Wek Ewan Difikire

Azad Makû · 27.11.2008 · 2 dîtin

para ziman di gişt aliyên mafên mirovan, pêşketina neteweyî, têkildarî û ramyariya têkildarî, perwerde, çêkirina saziyên ramyarî, beşdariya siyasî, ji holê rakirina mêtingerî, di çêkirina rêya nû ya aboriya navneteweyî de gellekî girîng e, lê nenas maye". H. TonkinDi vê nivîsarê de hin tiştên balkêş hene, para ziman di rakirina mêtingerî, tekildarî û hwd.... Wekî em baş dizanin, îro welatê me hatiye dagirkirin, mafên mirovan ji bo me nayên rêzgirtin, parastin û em tên perçiqandin. Em nikarin pêşketinek neteweyî çê bikin, roj bi roj bi awayên cuda li ser riya vê pêşketinê asteng û keviran datînin, tekiliyên me kurdan bi hevdu ra ne xurt in, beşdariya siyasî a me ji bo doza Kurdistanê di qadên navçeyî û navneteweyî da ne xurt e, em dixwazin mêtingeran ji axa xwe derxînin, lê hêj em ser neketine, aboriya me pirr qels e, em nikarin bi zimanê xwe perwerde bin.... Sebebên vê pirsgirêkê gellek in, lê bi ziman re jî giredayî ne. Çawan? Ziman fikir bi xwe ye. Yanê em her çi tînin ser zimên, ji fakir û hizra me tê. Hizr ji zimên cuda nîne. Em pirranî di nivîsar û axaftinên xwe, di parastina mafên mirovan, di hewildanênji bo pêşketina neteweyî, di têkiliyên xwe bi hevdu re, ramyarî, perwerde, dibistan û zanîngehan de, di xebat, şer, sazî, partî, rêberî, çalakiyên xwe li dijî mêtingeran de, di bazirganî, xebatên aboriya xwe de zimanên serdest û dagirkeran bi kar tînin. Yanî li ser van mijaran wek serdest û dagirkeran difikirin, bê ku em bixwe bizanibin û haya me jê hebe.  Em doza serxwebûnê dikin, berxwedanê dikin, nivîsaran dinivîsin, rêberiyê dikin, şervanî û dostaniyê dikin, lê pirranî bi zimanên dagirkeran. Ev dibe sebeb ku jiyana me, xewnên me, çalakiyên me, wek yên dagirkeran bin.  Li gorî zimannasan, îro sedsala Emperyalîzma zimanî ye. Ev mijar bi cih e û nîşana girîngiya para ziman di qada malbat, civak, netewe, navçe û navnetewî de ye. Dinya ber bi gerdûnîbûnê ve diçe, sînor tên rakirin, qadên kêbirkêyan berfireh dibin. Di warê ziman de jî ev qad mezintir dibe, yanî zimanê herî xurt ser dikevin û yên qels û hejar tên perçiqandin.  Di qada navnetewî de zimanên înglîzî, fransî, îspanyolî û ... serdest in. Di navçeya Rojhilata Navîn de farsî, erebî û turkî bûne lîstikvan. Lê kurdî? Tenê di Başûr de peşkek meydan dane kurdî, lê di wir de cihê kuramancî vala ye. Yanê vala hiştine û dixwazin ji holê rakin. Di vê derbarê de, divêt em bale bidin ku helwesta li hember Kurmancî new eke dijminan be. Pêşî li perwerdeya kurmancî tê girtin, vê çendê li ser Rojhilat jî bandor daniye, di TV`ya Seher li Îranê de jî beşa kurmancî rakirin û para Radiyoyê jî kêm kirin ... Em divê hişyar bin, îro di gorrê de dengên Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî tê, ku diqîrin, dengên wan diçe perrên esman û gellek siyasetvan, ronakbîr, rêberên kurd şermezar dikin û dibêjin: ”Lawo bela we ji Xwedê bê, hûn çima bûne dijminê zimanê xwe?”. Rastî çima em ev qas dijiminê zimanê xwe ne? Ev rewşa dê heta kengê bidome?Em îro ev qas qels û belengaz tên dîtin ku hevdu napejirînin. Bê hebûna ziman mirov nikare ji hebûna netewe biaxive. Ev yek li ser kurdan rast e. Lê pirraniya kurdan bixwe zimanê xwe baş nizanin û bi kar nînin. Pirraniya nivîskar, ronakbîr, rojnemevan û siyasetvanên kurd zimanên mêtingeran dixebitînin.  Di nav ziman û nasname de pêwendiyeke xurt û gellekî nêzîk heye. Ew bingeha pênasa me ye. Pewîstiyek ji bo her gelî ye. Em divê bi kurdî xeber bidin, bi kurdî xewnan bibînin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî guhdarî bikin, bi kurdî hizir bikin, bi kurdî rabin û rûnin, bi kurdî bijîn. Heya dema ku em doza kurdîtiyê bi zimanên serdestan bikin, ew jî dê di dilê xwe da me bikenin û me cidî negirin. Ziman wekî werîs û kindirekê ye ku em bingeha gelbûnê ve girê dane, heke ev yek biqete, em ê wek gemiyekê bibin ku di vê xwedî di nav pêlên deryayeka tofanî de sergirdan e û zû yan dereng dê bixendiqe. Kurdî awayê têgihîştina me ji hawîrdora me ye. Her kurdek ku zimanê xwe nepeyive, xwe dixapîne. Erka ser milên dayikan di vê holê de girîng û mezin e. Divê bi zarokên xwe re zimanê zikmakî biaxifin. Kurdî stûna hebûna me ye. Zimanê me dewlemend e. Em bixwe lê xwedî dernakevin. Em jî sûçdar in. Kurdî ji turkî û farsî xurttir e, ev rastiyek zanistî ye. Wek belge: Di sala 2008’an di Kovara fransî ya “le francais dans le monde” (zimanê fransî di gerdûnê da), hejmara 355 de, “Louis Jean Calvet” zimannasê navdar, piştî heft sal lêkolîn, encama wê weşand. Di vê lêkolînê de, 88 zimanên herî girîng yên gerdûnê diyar dike. Di wê de rêza îngilîzî 1’em, fransî 2’em, erebî 7’em, turkî 26’em, kurdî 31’em, farsî 40’em, azerî 47`em e.  Tistê balkeş ev e: salan e kurdî tê perçiqandin, lê dîsan rewşa wê ji zimanên dagirkeran baştir e. Ev yek cihê şanaziyê ye. Loma, werin em bi hev re peymanê girê bidin zimanê xwe biparêzin.  Azad Makû - Tehran Ji Rojnama Agirî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.