ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Azad Kurdî · 04.12.2005 · 2 dîtin
“Helbestvan bi nivîsandina helbestan ziman li tehlîka windabûyînê, jarbûyînê dûr digire, diparêze, dewlemend dike, dixemlîne”Beşa 1 Evîn Çîçek yek ji Jinên rewşenbîr, xwedî pênûs ya Kurd e ku kariye di warê helbest û lêkolînan de gelek xizmetê bi ziman û wêjeya Kurdî bike. Ew di raman û nêrînên xwe de gelek dewlemend e û bi kûrî û hûrî li ser helbestê û rewşa jinên Kurd difikre û wan tîne zimên. Di vê derheqê de me bi Evînê re hevpeyvînek çê kir ku li du beşan di Agirî de pêşkêşî we tê kirin. Dixwazim di destpêkê de Evîn Çîçekê bi re xwendevanan bidim nasandinEz li sala 1961’an li D herêma Qoçgîrî’yê ji dayîk bûme. Ji dema Komara cumuriyeta Turkan de herêm bi ser sê bajaran hatiye belav kirin. Ew bajar Sêwaz, Erzincan û Dêrsim in. Navê navçê bi Kurmancî Çît e. Turkan kiriye Îmranlî. Gundê min pişta xwe daye Çiyayê Çengeliyê. Ew çiya ji bo gelê herêmê pîroz e. li serî de, di 40 çaviyan de av diherikî. Kurdên ku Ola Zerdeşt takîb dikin nav demê de, hin guhertin jî li baweriyên wan çêbûne, niyazên xwe li vî çiyayî dikin. Hemû dicivin û gora ola xwe pêwîstiyan pêk tînin. Ez di zaroktiya xwe de tevlî îbadetên, niyazên vî çiyayî bûme. Li herêmê çavikên avan, dar û çiya pîroz in. Kurmanc naçin ciyên biyanî. Olên (dînên) biyanî qebûl nakin. Bi teybetî zivistanê û meha Adarê de kom civatên xwe girê didin. Min li gundê xwe dest bi dibistana destpêkî kir. Kom û kuflet (malbat) bi sedemên aboriyê koçî bajarê Turkiyê, Stenbolê kirin. Min sinifa duyemîn û hemû sinifên din li wî bajarî xwendin. Zanîngeha Marmarê, beşa zanistî ya Aborî û Rêvebiriya rêxistinan qedand. Salekê jî min teybetî domî qursa zimanê Îngîlîzî kir. Salên 1998-1999 jî li Swîsrayê, li zanîngeha Fribourgê fêrî zimanê Fransizî bûm. Jiyana min a karê (şixul); dema min di sala 1980’de lîse (kolej) bi dawî kir, dest bi kar kir. Min îdeolojiya çep diparast. Loma bi zanabûn xwest sinifa karker nas bikim. Li atwelyeyên konfeksiyonan de bûm karker. Hem durîn hînkir, hem jî jiyana karkertiyênêzîk ve naskir..... Siyaset; Ji aliyê din ve têkiliya min bi netevperestên Kurd her pêş diket, rindtir dibû. Ez fêrî siyasetê dibûm û min dîroka me ya rast hîn dikir. Cunta 12’ê Îlona 1980’an hatibû ser text û sivîl ji îqtîdarê dûr kiribûn. Gelek kes top dikirin. Zilm li wan dikirin. Hin davêtin girtîgehan, hin dikuştin. %80 Kurd, bi teybetî Kurdên Elevî- Zerdûştî digirtin bin çavan û zilm li wan dikirin. Kurdên welatparêz li bajarê Stenbolê jî danî hev. Di meha Şibata sala 1981’an de, ez jî hatim girtin. Du mehan di oda, xaniyê zilmê de mam. Du mehan ez bûm şahîdê zilmê û qurbana zilmê. Paşê hatim girtin. 6 mehan jî di girtîgehên leşkerî de mam. Di dema hepsê de derketim, hatim berdan, min dest bi zanîngehê kir. Hem dixebitiyam, hem jî dixwand. Di sala 1983’an de bi Kurdekî herêma Botan’ê re zewiciyam. Di 1985’an de min zanîngeh qedand. Di wê navberê de min dest bi hînbûna zimanê biyanî kir. Sala 1986’an bûm dayîk. Lawê min Hozan Zîlan hat dinê. Dawiya 1990’an da jî lawê min yê din Dêrsim Şiyar bû. Min di 1986’an de biryar girt û vegeriyam Kurdistanê. Li bajarê Sêrtê dest bi jiyanê kir. Tengasiya min a herî mezin ziman bû. Min devokê heremê qet fêm nedikir. Li Kurmanciya Qoçgîrî’yê gelek dûr û cuda bû. Min herêma xwe jî bi zêdebûn bîr kiribû. Di nav demê de hewl da û hindik, hindik (hêd, hêdî) pêşve çûm, ser ketim. Bi rehetî bi milleta xwe ve têkilî, danûstandin daynan û pêşve birin. 1989’an da min beş, pisporî guherand. Dest bi rojnamevaniyê kir. Çima? Di navça bajarê Sêrtê de neteweyek din niştecî ne. Ji wan re dibêjin Ereb. Bi eslê xwe Erebin mi, Cuhîne mi, Asûrîne mi? Nizanim. Ew jî nizanin. Taybetiya wî gelî ew e; alîkarê, alîgirê Komara Turkiyê ne. Ew bajarî, Kurd jî gundî ne. Komarê bi projeyên teybet nehiştiye Kurd bibin bajarî. Guhertinên civaknasî pêk bên. Şerê azadiyê dom dikir. Kurdan zilm didît. Gund dihatin şewitandin. Kes tunebû ku binivîsîne. Loma min karê xwe berda û dest bi rojnemevaniyê kir. Di 1988’an de me Komela Mafê Mirovan beşa bajarê Sêrtê ava kir. Ez û hin hevalên mêr bûne rêvebir. Sala 1990-1992’an jî bûm seroka vê komelê. Di sala 1990’an da, rêxistina navneteweyî, Helsinki Watch (HRW) (Komiya Helsinkî ya Çavdêriyê) Xeleta Parastina Mafên Mirovan da min. Me Partiya Ked ya Gel li bajêr ava kir. Min di berpirsiyariyê de cîh girt. Bûm rêvebir. Ew partî ji hêla dozgeriyê ve hat girtin. Sala 1993’an de çûm Başûrê Kurdistanê. Sê meh û nîv li başûr mam. 3 meh li kampa PKK’ê ya Zelê derbas bû. Min li wê derê du lêkolîn kirin. "Şer û encamên şer ser mirovan. Sosyalîzasyonên Kurdan û encamen sosyalîzasyonan li ser şervanên Kurd", "PKK de Huqik", di Payîza 1993’an de dest bi pirtûka, lêkolîna "Herekata rizgariya netewî ya Qoçgîrî’yê, dema şerê yekemîn li cîhanê" kir. Dozgerên Komara Turkiyê xwestin min bavêjin hepsê. Ez bê dil, bê xwestin derketim derveyî welat. Ji Mijdara 1993’an vir ve li sirgûnê, bi her du zarokên xwe ve bi hev re dijîm. Ez wekî nivîskar bi teybetî li ser lêkolînan disekinim. Li sirgûnê min rewşa Kurdan lîkolîn kir, hin jî dikim. Li ser wê mijarê de min çar pirtûk amade kirin. Bi giştî pênaseya te ji Helbestê çiye? Bi helbestan rewş, rastiya welat û neteweya xwe didim naskirin. Di hemû helbestên min de welatê min, milletê min, evînên, êşên, kêfxweşiyên wan û yên min hene. Her helbesta min wekî mijara şêr, axînan-keseran bi hestanî li xwe bar dike. Ez ji hêla netewe û welatê xwe têm mijandin, xwedî kirin. Helbest parçeka rihê min e. Qîrîna bedena min ya çavdêr û hestên min e. Çiqas neteweyî ye, weqes jî navneteweyî, cîhanî ye. Bê xwestin û bê biryara me welatê me hatiye qelişandin, parçekirin. Zimanê dayîkê qedexe ye. Ez dayîk im û bi her du zaroyên xwe ve li sirgûne bi hesreta millet û welatê xwe dijîm. Di xewnan de li welat digerim. Berê helbesta min li welatê min e. Nikare xwe vegerîne alîkî din. Ew wek tablokê, min, me nîşan dide. Navnîşan naguhere. Ne mimkun e. Ku mînak bidim ; lawê min Dêrsim Şiyar, rojekê dendikê xuxê anî û got: "Anê, dayê, dadê, ez dixwazim viyan bajom. Bila darekî min jî çêbî. Ka kuderê çal kim? " Em penaber bûn, metrok jî herda me tune bû. Azadiya me tunebû ku wê dendikê bajonê. Ax, xalî ya me nebû. Navê me “biyanî ” bû. Me nekariye wê dendikê bajon. Li gundê min jî zevî û baxçeyên me bê xwedî mabûn. Em bi hev ra çûn dora nahalekê. Wî ji çûçikan re nihêrî û pirsên balkêş, dilşewat pirsiyan. Dixwast teybetiyên çûçikên Kurdistanê fêr be. Ser pirsên, xwestinên lawê xwe min “Çûçika zer“ nivîsand. Rewşa çûçikên Swîsrayê û yên Kurdistanê dan berhev. Dagîrker çawa û bi çi armancî daristanên me dişewitînin, min di vê helbestê de armanc-nêzîkbûyîn anîn ziman, tasvîr kirin. Çûçik azad, ez penaber bûm. Hêlîna wê hebû. Min herdû tunebû ku dendikekî daynim. Ew dor tejî bû. Ez tenê bûm. Ew gora pêwîstiyên xwe dewlemend, ez feqîr bûm. Min hemû tiştên madî winda kiribûn. Lawê min dixwest wekî çûçika zer azad be, bifire, vegere welat. Ne mimkin bû. Bi cezayê hepsê, rê li me hatibû girtin. Hêlîna çûçika zer bi bomban, bi dermanê kîmyeyî xira nedibû. Di welatê me de leşkerên dagîrkeran gund, daristan dişewitandin. Sewal (heyvan) bi daristanan ve yek dişewitiyan. Min têkiliyek diyalekt di navbera daristanên, heyvanên, xwezaya Kurdistanê û ya Swîsrayê de dayna. Ez welatê xwe di rihê xwe de digerînim. Tirajediya, êşa welatê xwe bi helbestê tînim ziman, nîşan didim. Kesî rehber nagirim. Texlît nakim. Gora xwe, teybetiya xwe dinivsînim. Tirajediyan bi destanî, wekî destan tînim ziman. Helbesta min hestên, axînên, janên, êşên, kêfxweşiyên min dibirqîne. Min tarîf dike, dide nasandin. Qîrîn û hawara min e. Qilavuza ku bi hevokan hatiye munandin e. Wek şûrekî dev tûj tayên dagîrkeran dibire. Helbest û muzîka gelekê, rewşa civakî ya wî gelî dibirqîne, dide ber çavan. Xûşka Evîn, di navbera helbestê û ziman de dikare çi têkiliyek hebe?Ziman nebe, helbest nabe. Di serî de helbest bi dev e. Devokî ye. Helbestvan wê dinivîsîne. Di demên berê de hewa destanî ye. Helbesta dînî (olî) bi hêla din ve dia ye.Îlyada û Odyseîa ya Homeros, Bûyîna Xwedêyan a Hesîodos, destana Aeneas a Vergîilius, Dîwana Comedîa ya Dantê, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, Şahname ya Fîrdewsî, têkilî û danûstandina navbera ziman û helbestê, ji aliyê dîrokî ve nîşan didin.Firdewsî, ji hêla Turk û Ereban hember dagîrkirina Îranê helwestê digire û dixwaze zimanê Farisî rizgar bike. Di Şahnamê de du caran behsa Kurdistanê dike. Vê rastiyê li wergera ku di sala 1453’an de bi zimanê Osmanî bûye, hêla Şerîfê Diyarbekirî ve hatiye wergerandin de hûdikinê. Armanc çi dibe bila bibe, şerê navbera Rostemê Zal û kurê wî Suhrab tirajediya me Kurdan e, bi ziman herêm, herêm belav bûye. Zimanê min qedexe ye. Bi wê ve girêdayî helbest jî qedexe ye. Loma helbestvan bi nivîsandina helbestan ziman li tehlîka windabûyînê, jarbûyînê dûr digire, diparêze, dewlemend dike, dixemlîne. Lêv û pênûs hacetên parastin û pêşvebirinê ne. Helbestvanên xwedî dewlet di rewşa wekî me de nînin. Cudatî heye. Wek me êşên teybetî nakişînin. Helbestvanê/aKurd mecbûr e ji bo azadiya welatê xwe teşiyê birise. Tevnê dayne. Çînîkan bi cih bike û maneyan li xwendevanan bide fêm kirin. Ji aliyê din de wek mînak E. Xanî berpirsiyariya xwe aniye cî. Ji bo Kurdan azadî tune. Helbestvanê/a Kurd azad nîne. Dewleta ku azadiya jinê negire berçav, kevneperestiya berê diparêze, xwedî dike. Ya ku zimanê me diparêze û dide fêr (hîn) kirin, jin e. Ya ku bi recmê (di bin barana keviran de) tê kuştin ziman e, jina Kurd e. Bi kuştina jinê, ziman jî li holê tê rakirin. Armanc ew e. Ziman di civatê û, malbatê de haceta danûstandinê ye. Dayîka Kurd kaniya têkiliyan e. Ew ziman diparêze. Wekî çeper ber windabûyînê disekine. Xwedî helwest e. Ola Îslamê bi serdestiya çanda Faris û Ereban di nav civatan de xwe ba dike. Çanda wan neteweyan bi rêya din dîroka neteweya me dagîr kir, hêjî dike. Kurdan ji nirxên wan yên pîroz sar û dûr dike.Ramanê xira dike. Hezkirinê dikuje. Bindestiyê tîne. Em li şûnên pîroz bi zimanê, hevokên Xwedayên jin duayan (niyazan) dikin. Bi sedsalane ew çand dom dike. Olên Xwedayên jin em wekî millet parastin. Tav (roj) Xwedayê ya milletê Kurd yê mê ye, jin e. Olên ku xwedî yek Xwedê ne, xwedayên mêr in, em ji netewa xwe dûr û sar kirin. Welatê me dan dagîrkirin. Bi reya wan olan jina Kurd jî bû hêsir, girtî. Hêsîrtiya jinê, hêsirtiya millet, welat û ziman anî. Çanda nejadperest em maf kirin. Pêşiya helbesta bi zimanê Kurdî de bû çeperek ji axuyê (jehriye). Ew di hundir de darizandin, fetisandin. Tovên zimanêErebî, Farisî, Turkî şîn kirin. Têkiliya navbera helbest û ziman dîalektîk e. Çawa ku roj ji ronahiyê, ronahî ji rojê nayê veqetandin, çem ji çavikê, çavik ji çem nayê veqetandin, wisan jî ziman ji helbestê, helbest jî ji ziman nayê dûrkirin, veqetandin. Ne mimkun e. Ez dema şîr didim zarokên xwe bi zimanekî helbestvanî hevokên hezkirinê dibarînim ser wan. Çîrokên bi rêçikên Kurdevarî hatine xwedîkirin, cîhana wan ya xeyalî dixemlînin. Zimanê min yê helbestvanî li nînikên min biyanî ninin. Kanî yek e. Zarok ji min zimanê şîrîn hîn, fêr dibe. Bi nêzîkbûyîna min hez dike. Helbest dinya min a hundir nîşan dide. Psîkolojiya min dide dest. Her kelîmek manakî bar dike, dikişîne. Keserên lîrîkî wekî mirovên nav guliyan de xuyakirî ne. Bakirina guliyan muzîkal e. Ziman û helbest, helbest û muzîk wek senfonîkî ne. Helbest û ziman bi diyalektî li hev tên. Tu pirtsgirêka zaravên Kurdî li ser Helbestê çawa dinirxînî? Nezîkayî çi ye? Bandora zaravan li ser helbestê çi ye?Berê zayîna Îsa, 1.800 de, Mittanî û Hûrrî bûn yek, hatin cem hev. Wan her du zaravayên îro xeber didan. Kukulî yên Mîttanî ji bo perwerdekirina hespan 120 tablêt (hew) nivîsandine. Ew jî li wan yek e.(wêne 1) Nivîsandina Mittanî û Hûrriyan ya ku Kukulî ji bikaraniye beriya zayînê û di sedsala 18’an de heye. Dayîka zanayê Coxrafî Strabon (beriya zayînê 58, paş zayînê 23) Med bû. Gora Strabon li herêma Komagene gelek (pir) zarava dihatin xeberdayîn. “Sophene(Dêrsim), li Bakurê Mezopotamiya û Komagênê bû û bi çiyan hatibû dorpêçkirin.” (Strab.liv. XI, rûpel.521.) Ji Homeros vir va, di dîroka gelên cîhanê de hebûn û dewlemendiya zaravayan bê nîqaşkirin tê dîtîn û ew rastiyek e. Ji Homeros vir ve nivîskar û helbestvanên Yûnanî(Grekî) bi her du zaravayan jî dinivsînin. Beriya şoreşa 1789’an li Fransayê, 34 zarava hebûn. Dema şoreşê %13 rûniştvanan, Fransizî xeber didan. 1860’an da dema ku yekbûyîna Îtalya hat çêkirin, %2.5 rûniştevanan Îtalî xeberdidan. Dante pêşta bi Latînî nivîsand. Paşê Dîwara Comedîa bi Îtalyanî nivîsand. Heta sedsala 13.emîn zimanê Fransizan tune bû. Pêwîste Kurd zaravan bidin ber hev, ser wan bixebitin (bişixulin), giramerên muqayese yên akademîk çap bikin. Ser antoljiya helbestan û tîpan bisekinin. Ji bo ku ziman ji pirsgirêkan xelas be, zelal be, pêwîst e zanayên wê beşê gora berpirsiyariyên xwe hewlê bidin. Ne berjewendiyên şexsî, yên neteweyî werin parastin. Gora zanîna min Prof. Dr. Qanatê Kurdo di vê hêlê de hewil daye. Kurmacî û Soranî nirxandin kiriye. Ser girammerê sekiniye. Hewcedariya herî girîng giramerên dîrokî werin keşifkirin, vekirin û giramera neteweyî were tespîtkirin û çapkirin. Ew xebata zanistî dê binyata yekbûyîna neteweyî ya Kurdan xurt bike. Ew pêşveçûyîn ew dê ser helbestê jî tesîra pozîtîf bike. Yên zaravayên cuda dixebtînin, bi rehetî hev fêm bikin. Tamên helbestan parva bikin. Mesajên nav de bigirin. Li sîteya PEN’a Kurd ya înternetê de zaravayên Kurmancî û Kurmanckî(Dimilî) helbestên min hene. Helbest bi her du Navarokê, manê, tamê winda nakin. Wekî kilama maqamikê ne. Li gor min zarava xemilandin û dewlemendiya ziman in. Pêwîste dewlemendiya zaravan ne tenê ji bo helbestan, wejeyê, zanînê, lêkolînan, lêkolînên zanistî jî werin xebitandin. Zaravayên cuda rastiyên me ne. Min her du zaravayên herêma Dêrsim-Qoçgîrî yê bi kar anîn, xebitandin. Encamnameya Konferansa Standardkirina Zimanê Kurdî ew e; “Konferansa Standardkirina Zimanê Kurdî ku di çarçoveya sêyemîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê de, di navbera rojên 17 û 18’ê Sermawezê de, bi tevlêbûna 54 delege û nûnerên saziyên civakî ên sivîl pêk hat. Konferans ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve, bi piştgiriya Enstitûya Zimanê Kurdî ya Amedê ve hate lidarxistin, delegasyonê bi van xalên jêr,ev deklerasyon weşand:1- Rewşenbîrên ku beşdarî konferansê bûn, bal kişandin ser pêwîstiya zimanê standart, lê hate gotin ku ev yek tenê bi biryarên Konferansê pêk nayê; pêwîstiya bi têkiliya di navbera zaravan de hate bilêvkirin. Her wiha hate gotin ku divê her zarava hebûna xwe biparêze, di navademê de hêdî hêdî nêzî hev bibin.2- Zimanzan û ronakbîrên ku beşdarî konferansê bûn, bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îraqê kir ku li Hewlêrê konferanseke esasî û berfirehî, li ser heman armancê bê lidarxistin.3- Ji gelê Kurd ên li Turkiye, Sûriyê û Îranê hate xwestin ku hewl bidin di hemû jiyana xwe de zimanê xwe bi kar bînin.4- Hate xwestin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî li Turkiyeyê ligel zimanê Turkî, li Sûriyeyê ligel zimanê Erebî, li Îranê ligel zimanê Farisî bê kirin.5- Beşdarên konferansê pêwîst dît ku li zanîngehên Turkiye, Îran û Sûriyeyê li cihên ku zêde Kurd lê dijîn, destûr bê dayîn ku beşên ziman û edebiyata Kurdî bên vekirin.6- Ji bo standartkirina zimanê Kurdî pêwîst e ku zanîngehên Kurdan ên li Îraqê, hêdî hêdî derbasî bikaranîna tîpên Latînîbibin.7- Ji bo standartkirina Zimanê Kurdî pêwîst e ku gav bi gav, di tevahiya perwerdeya bi zimanê Kurdî de alfabeya Kurdî ya Latînî serdest bibe.8- Beşdarên konferansê bal kişand ser girîngî û pêwîstiya xebatên ji bo avakirina saziyeke akademîk ya zimanê Kurdî.9- Hemû beşdarên konferansê diyar kir ku li Turkiye, Îran û Sûriyeyê polîtîkaya asîmîlasyonê otoasîmîlasyonê gihîştiye asteke xeter. Li hemberî vê yekê divê tevgereke gelêrî bi pêşengiya hemû saziyên Kurd dest pê bike. Beşdaran xwest ku her Kurdek bibe piştgir û parêzvanê zimanê Kurdî. Li ser navê delegasyona konferansê; Îzedîn Mistefa Resûl Deham Abdulfettah, Samî Tan Reşîd Kirmanc (19.11.05/Diyarbekir) Tu wekî jinek Kurd di helbesta Kurdî de jinê çawa dibînî?Li gor pirtûka Prof. Dr. Qanatê Kurdo ya Tarîxa Edebiyata Kurdî, mijarê bigirine dest; Elî Herîrîyê di sedsala X-XI da bigirinê, Ehmedê Melayê Batê (1417-1491) di “Zembîlfiroş”ê de, Feqiyê Teyran, Dîlber “Ey Dîlbera gerdan zerî” de, Meleyê Cizirî, “Dil ji min bir” de, Ehmedê Xanî jî di Mem û Zîn’ê de jina Kurd girtine dest. Wekî mijara helbestên bikar anîne. Yên îro jî bi kar tînin. Rastî ew e; jin di wan helbestan de wek objeyek, tiştek, hacetek hatiye xebitandin. Bi hemû nasnameyên xwe nehatiye destgirtin. Bejnibal, delalî, şoretî mijar e. Ew haceta zevq (tam) girtin û dayînê ye. Yan bi jiyanê ve girê dide, yan jî tama jiyanê li holê radike! Helbestvanên mêr gora ramanên, dîtînên, nêzîkbûyînên xwe jinê dixemlînin, dipêçînin. Navdaran pê ve dikin. Jin tenê ya hezkirinê ye, kêfê ye!´Jina Kurd helbestvan e. Bi zaroktiya xwe de dest bi xwedîkirina zarokên ji xwe piçûktir dike. Ji bo ku wan bide´sekinandin, lefzan û gotinan li hev tîne. Demên din de jî gora bûyeran, hestênxwe bi devikî yan jî nivîsandinê tîne ziman. Çi heyfe ku helbestên jina Kurd bi piranî nehatine nivîsandin. Loma winda bûne. Îro jî dibin. Mirovên xanima Kurd, civat û dagîrker, ber jîna Kurd bûne asteng. Ew nebûye xwe bixwe. Serkeftina jina Kurd ew e; ew bûye sebeb, hîm, mêrê Kurd mecbûr bûye helbest nivîsandiye. Xanima-xatûna Kurd daye nivîsandin. Ez bawer im qesîkî xanima Kurd bi devokî helbestê dibê, weqes naxweyî ne.Min di helbasta xwe de bi ferehî jina Kurd wek mijar girtiye dest. Xwestin, bang, guman, rexne, hişyarî, kar, berpirsiyarî, gillî pir vekirî nivîsandine. Ew bi alên pozîf û negatîf wek peyker e. Ji her aliyekê ve ji min re mijar e. Ez xwe berpirsiyar, mecbûr dibînim ku xanimaxatûna Kurd bigirim dest û li ser eybetiyên wê bixebitim. Di lêkolînên min de jî jina Kurd mijara yekemîn e. Çawa û çima tu bûyî helvestvan? Çawa ku roj çavika ronahiyê ye, çawan roj û ronahî ji hev nayên cuda kirin, veqetandin û yekîtiya diyalektîk nîşan didin, helbest û helbestvan jî wekî wan girêdaiyeke diyalektîk û xwezayî nîşan didin. Çemê bê çavî nabe, ne mimkin e. Helbestvanê bê helbest jî tunne. Vê pirsê Descartesê fîlozof anî bîra min. Helbestan dinivîsînim, ew nîşan dide ku ez heme. Descartes gotibû “Cogito Ergo Sum-difikrim, heme." Eger pirs bi çima re girêdayî be, mirov dikare bibêje ew jêhatîbûn jenetîk e, yanê mirov dema ku tê dinê xwe re yek tîne (idéae innetiae). Yan jî “ideae adventia" ji sedemên derveyî bedenê, der û dorê, îdealên derveyî me ne. Yêkitiya diyalektîk di navbera sedemên hundirî û derveyî de heye. Cevherên hundirî mirov ku bikare tespît bike, ser bişuxule, encamên baş(rind) digire. Ez nizanim ev teybetî û gêrûfî dema hatim dinê, tim ji min re hebû, yan na? Çiyayê Çengeliyê ku ji bo Kurdan ziyaret bû, gundê min Çîmen li bin lingan ava bûbû, em bi ava xwe mezin kirin. Ruhek helbestvanî dida gelê herêmê. Teybetî ola ku çavî, temel li ola Zerdeşt tê, ser me bibandor bû. Malên me de saza ku di cem û civatên olî de, rojên dînî de, bo îbadetan, yan jî ji bo şahiyan, kêfxweşiyan dihat xebitandin, riha wêjeyê, muzîkê dida me. Wêje, muzîk li me dida hezkirin. Çawa çiyayê Olympos wekî ziyaret ser gelê Yûnan(Grek) bandor kiriye, helbestvanên Yûnanistanê ew esas girtine. Xwezaya me jî li ser me aliyê pozîtîf de tesîr kirî ye. Ew eşkere ye. Muzîk û wêje, di herêma min de, qedexe, yan jî guneh nine. Hest wek helbest, kilam, kenok, çîrok, destan bi rehetî tên gotin. Saz û ensturomanên din jî tên xebitandin. Loma helbestvaniya min gelek xweza ye, normal e. Herwiha, çiyayên, dar û berên, çemên me yên pîroz em xwedî kirin. Xwebawerî, xwestin, armanc, hezkirin dane me. Li gor teybetiya herêma xwe, ez dikarim rewşê bi sivikayî bidim fêmkirin; mêşa hinguv û hinguv, kereng û benîşt, av û hopik, dara hinarê û hinar çawa ku li hev nayên qetandin, cudakirin, mirovên herêma min û ez jî li hunerê, wêjeyê û helbestvaniyê wek wan nayên dûrkirin, cudakirin. Em di zikê dayîkan de jî bi muzîk û wêjeyê gir dibinê. Lêkolînvanên zanistî tespît kirine ku muzîk ji bo zarokê di zikê dayîkê de wek derman e. Mêjiyê zarok perwerde dike. Dema pêşveçûyîna hestan zêdetir zindî dike û aliyê pozetîv ve dide berxwe. Kes nikare bibêje hinar çima çîçekê dide, vedike! Kes nikare delaliya çîçeka hinarê wêşêrîne, înkar bike. Kes nikare bibêje hingiv çawa bû hingiv. Mêşa hingiv beriya hingiv e. Çîçekên çiya beriya hungiv digêşin, vedibin. Bê mêşa hungiv, hingiv nabe. Lewra helbestvan nebe helbest û helbest jî nebe helbestvan, nabe. Sosyalîzasyona şexsiyetan gelek mihime, pisporiyê de, bijartina beşan de hîm e. Sebebê hebûna helbesta xwe helbesta Şirnex’de dikarim bidim nîşan. Endamên arteşa dewleta Tukan welat dişewitandin. Dermanên kuştinê davêtin. Mirov digirtin bin çavan û winda dikirin.Ez li herêma Botanê bûm. Min parêzvaniya mafên mirovan dikir û rojnemevan bûm. Min nedikariya hember qetlîama xwezayê bêdeng, bê helwest bimînim. Bibim temeşevanek pasîf. Tenê biqehirim, bigîrêm, xemgîrbim û eziyetê bidim canê xwe. Li mala xwe rûnim û helbestê binivîsînim. Hember helwesta dagîrkeran, dujminê xwezayê, zêdebûnê, min jî helwest girt. Gel û xwezaya xwe parast. Bûm çalekvan. Çiqas kanî, çiqas dest min de hat, min bersiv da. Zarokê xwe yê 8 mehanî girt ber singê xwe û ketim rê. Çûm bajarê Şirnexê. Rewşa daristanan, ya gundî û bajariyan dît. Nûçeya xwe amade kir. Bûm dengê bêdeng û bê zimanan. Xwendîvanên kovara ku min tê de dinivîsand li bûyeran xeberdar bûn. Ew şewitandin, komkujî bû mijara helbesta min. Helbesta min sûrrealîst nine. Li rastiyên jiyanê derdikeve. Helbesta min jiyan berxwedan û tekoşîna min û ya neteweya min tînî ziman, diqîre, bang dike. Tabloya ku bindestiyê, dagîrkeriyê munandiye, tîne ziman. Quncikên ku tariyê de mayîne tînî ber çavan. Ez û Descartes di deriyên cuda da ji jiyanê re dinêrin. Wî ser axa xurt te binyata felsefa xwe dayna. Min jî ser rastiyên Kurdistanê de derxunê helbesta xwe bicîh kir.Dûmahîk heyeHevpeyvîn Azad KurdîJi Rojnama Agirî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.