ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
rrodaro · 19.10.2005 · 2 dîtin
Îro min cend rojnameyên Kurdî û Ewrupî kirî û xwand, hemûyan li ser dadgehkirina Saddam û hevalên wî ên xwînrêj û Kurdkuj nivîsîbûn..22 meh pêsh niha, Saddamê dîktator ji alîyê hêzên emerîkî û bi alîkarîya hêzên Peshmergezên Kurdistanê hat girtin.. Ji wê rojê ve vir de li Iraqê û Kurdistanê pevajoyek nû destpêkir û erd ji bo vê dadgehê hate xweshkirin...Îro Saddam û hevalên wî derketin pêsh Dadgehê ji ber tawanên ku wan li dijî mirovayetîyê kiribûn..Lê sed heyf û mixabin ez li malê nebûm û bi cavên xwe bibinîm, dîktatorê xwînrêj û Kurdkuj ci bersivê li ser tawanên xwe dide..Hemû deftera tawanên Saddamî a di derheqa gelê Kurd û daxwazên wî ên rewa bi rûpelên resh ve tijî ye.Ji tevkushtara 8000 Barzanîyan bigire, 182 hezar Kurdên enfalkirî, 5 hezar Helebceyîyên kîmyabarankirî ve heta kawilkirina 4000 gundên Kurdistanê û wêrankirina jîngeha Kurdistan ji alîyê Saddamî û nokerên wî ve ji alîyên hemû dinyayê ve dihat/ tête zanîn.Îro Saddamê xwînrêj, xwînmij û Kurdkuj ji bo van tawanên xwe jî li pêsh Dadgeha Taybet a Iraqê bû...Lê, Saddam bi hemû hêzên xwe ve dehan sal, li dijî gelê Kurdistanê jenosîdek berdewam domand, Kurd qirkir û Kurdistan wêrankir, beramberî van tawanan hemû dinya bêdeng bû... Hemû hêzên deverê û hêzên serekî ên cîhanê alîkarîya aborî, leshkerî û sîyasî da rejîma Beh’sî ji bo cihbicihkirina van tawanan....Li devera Rojhilata Navîn hemû hêzên Tirk, Ereb, Fars û bisilimanan hebûna xwe, jiyana xwe, dahatîyên xwe li ser tûnekirina gelê Kurd, li ser lashê gelê Kurdistanê avakirine... Ji bo vê yekê jî hemû van hêzana alîkarîya Saddamî da û pishtgirîya wî kir..Hêzên Ewrupî, Emerîkî û Rusî jî ji bo berjewendîyên xwe ên aborî û jeostratejîk alîkarîya Saddamî kirin..Ji ber vê yekê jî, ew tawanên ku li dijî gelê Kurd hatin pêkanîn, tawanan hevbesh in û ew hêzên navbirî jî sherîkên Saddamî bûn..Ev yeka hanê rastîyek eshkere ye û wekî rojê zelal e.Lê sed heyf û mixabin, Dadgeha Saddamî û hevkarên wî ji Iraqîyan sînorkirîye û ji bo vê yekê jî sherîkên wî ên navnetewî nayên dadgehkirin.Ji ber ku, DYE, YE, Rusya û hemû dewletên deverê naxwazin, dosyaya rasteqîn a tawanên rejîma Iraqê vebe. Heke dosya rasteqîn vebe, hemû serokên dewletan, sîyasetmedarên wan, rûresh dibûn, dewra wan di tevkushdara Kurdan de eshkere dibû.Lê wisa dîyar dibe ku, di vê Dadgehê de dewra hêzên navnetewî di tevkushtara kurdan de dernakeve holê û nêhînî dimîne..Ji bo vê yekê jî, Amerîka û dewletên din rêkkeftin û ev dadgeh li Iraqê be û bi Iraqîyan ve sînordar be.Heke Saddamê dîktator, di dadgehek navnetewî de bihata dadgehkirin, dibû derfetek gellek bash ji bo navnetewîbûna pirsa Kurdistanê, nasandina tevkushtara Kurdan ji alîyê dadgehek navnetewî ve..Lê ev yeka hanê nebû.. Hêzên serekî ji bo berjewendîyên xwe dîsan li ser veshartina rastîyên dîrokî lihevhatin... Dîsan radeyê tevkushtara Kurdan bû qurbana berjewendîyên hêzên serdest... Hêzên ku, îro li ser dinyayê zal in, hewil didin li ser pêsheroja dinyayê jî zalbin wekî utopîstek îngîlîzî digot...Lê roj tê zarokên Kurd, kec û xortên vî welatî li ser rastîyên welatê xwe û gelê xwe agahdar dibin..Ew dem jî gellek dûr nîne.. Îro Saddamê xwînrêj hesab dide... Beshekî picûk tawanên lidijî Kurd zelal dibin... Heke Saddam mêr be, derdikeve li pêsh dadgehê navên hemû fîrmên alîkarîya wî dan, navê hemû serokên dewletan ku li gel wî ev tawanan kirin eshkere dike.. heke Saddam mêr be, hemû peymanên nihînî ên li dijî Kurd eshkere dike..Heke ew mêr be....... Ev dinyaye kes nizane sibê ci dibe.. Li salên 80‘an ên sed sala bihûrî, Saddam lêbuhîrînek gishtî derxistibû, ji bilî Mam Celal herkes „efu“ kiribû... Ew kesekê wî efû nikiribû, îro li koshka komarî di kursîya wî de runishtîye.. Heke Dadgeh biryara sêdaredarkirina wî bide, pêwîste Mam Celal wekî Serokkomar wê îmza bike..Lê Mam Celal dibêje: „Ez dijî sizayê sedarekirinê me û îmza nakim“......Dinya dizivire, her tisht diguhere.... Dibe ku Saddam jî qet nebe, carekê di jiyana xwe de mêr be, bêje kê alîkarîya wî kir? Tawanbarên din kî ne?Heke carekê mêr...
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.