Ramyarî

Heftiya dê pirojekta desturê herêma Kurdistanê tê belav kirin

Rojhat · 21.09.2006 · 2 dîtin

Komîteya darêtina desturê herêma Kurdistanê roja yekşemî ya bê pirojekta desturê herêma Kurdistanê belav dike. Di vî warî de Firset Ehmed serokê komîteya darêtina herêma Kurdistanê li perlementoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de agehî dan Radiyoya Newa, em wekî komîteya darêtina desturî me karên xwe timam kir, li roja 23-8-2006 ê meha burî piştî timam buna karên me ew pirojekt dê bi fermî radestê serokatiya herêmê hat kirin, biryare roja yekşemiya bê em runiştineke perlementoyê saz bikin taybet bi xwendina wê pirojektê, niha ew destur di bin çapkirinê de ye û nêzîkî dê hezar copy lê bêne çap kirin, ew kopy tê dayin bo partiyan û rêxistiyên civaka sivîl û dadwer û mamosta û welatiyan ewên ku girêday bi wê pirojektê. Firset Ehmed got: heya roja 1-12-2006 ê em dê berdewam bin liser wergirtina pêşniya ran, ji bo ku hizir û ramanên welatiyan bizanin derbarê wê desturê, herweha biryare em got û bêjan bikin ji bo ku di qonaxa duyem de çawa em serederiyê ligel wê pirojektê bikin, çûnkî di nava wê pirojektê de hatiye ku divê destûr bikeve nava referandomê û em li benda wê yekê ne ku piştî timam bun û bicî anîna madde ya 140 a desturî Îraqê da ku pêşeroja Kerkuk û Şengal û Zummar û Xaneqîn û deverên yên derve ya herêmê bên diyar kirin yan beriya wê yekê em bêxin nava referandomê di nava sinurê îdara herêma Kurdistanê ya niha de, ew piris jî heya niha ne hatiye yek alî kirin da ku qonaxa bicî anîna referandomê em paş bêxin û piştî bicî anîna madde ya 140 ê.  Newa      9/21/2006

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.