Ramyarî

HDKB Sala 2008 li hemo gelê Kurdistanê pîroz dike.

Dr. Musa Kaval · 01.01.2008 · 2 dîtin

Hevbendiya demokratîka Kurdên Bakur sala  2008 li gelê Kurdistanê li her çarpaçeyên welat, li Kurdên ewropî   û li Kurdên hemo deverên cihanê pîrozdike. Hêvîdarîn ku gelê me her sal cejnên  xwe bi xêr û xweşî derbaz buke.Em bi vê munasebetê,  tehdîd û êrêşên Dewleta Tirk li dijê BaşurêKurdistanê bi tundi şermizar dikin û bangî her kurdekê li her derekê dikinku pişgiriya destkeftiyên Beşurê Kurdistanê bikin.  Îro  hem pêwistî hem jîerkek netewî û  tarixî  û însaniye ku her kurdek bi hemo îmkanên xwe , lihember êrêş û projeyên Dewleta tirk  rawestin û bibin yek hêz û yek quwet.Lewma Tirkiye, bi  hêceta şerê li dijê PKK  dixwaze statuyê Kurdistanafederal têk bide û deskeftiyên wê ji holê rakin.Dr. Musa KavalNunerê Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.