ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
w.sebrÎ · 23.09.2007 · 2 dîtin
Dema ku ez zarok bum. Li gundê me pez û terş dihat xwedîkirin.Ew bu debera me gundîya.Berxvan diçun ber berxikan û karikan.Şivan li ber pez û gavan jî naxira dawaran di da berxwe û bi çol û çîya diket.Li mêrgan jî zarokek ji zarokên pêxwas ji xwere berpirsîyarê kar û bar bû... û golikvan bu.Kerîyek nanê tisî di destan de ji xwera qayitê golikên xwe dikir.Lê belê golik nebun mixabin afat bun.Dema ku germa nivroyê tîna xwe di da ser golikan û meşên reş ku li dora gohên golika dikir vizeviz..De edî were golika zeft bike , dochika xwe li pishta xwe dikirin xelek û berê xwe di dan bax û bostanan, moz dikirin.Mozkirina golikan di bu tar û marîya bax û bostanan. Lê diqelibîn tarumar dikirin. Dema ku yekek ji wan bi mozê diket , yên dinê jî serî di dan ser revokê û direviyan.Hima çî li ber wan biketibana lê diqelibîn.Ne li bostan xîyar û ne ji li baxçe kundir dihişt in.Dema mozkirina golikan tê bîra min , hima sîyaseta kurda jî tê bîra min.Siyastmedar jî car tê ku ew jî moz dikin.Dema ku ew moz dikin zerara herî mezin di din devdora xwe û gelê xwe yê reben.Bi rastî jî pirsa golikên beredayî ji mêşan û ji germa havînê dihat.Rewşa kurdan jî bi destên dijmina piranî dibe bingeh û babet.Tirk wek mozên pîzag ku bi kurdanve da didin , edî bê halî ji dikeve para me kurda û em ji bi hev dikevin ne gel dihelin ne jî welat.Psîkolojîya me kurda ye...Pir carna dost û dijmin jî wek mija payîzê di ser me de digre çav ji mijê dost dike heval , heval jî dike dijmin...Dijminê dagirker tevlehevî ava dike û kurda ji xwe dur dixin e , ne pirs zelal dibe û ne jî rehetî dikeve para kurda.Pirsa bakurê welat wek gloka hirî yê bi hev ketîye , buye benê kor...Dikî nakî venabe.Siyaseta kurda li bakur bu ye marê kor..bi gelê xweve da dide û jahara xwe dike nan û xwarin ê ...Kemalîzm û kemalîzm...rabê Kemal rune Kemal..Tu dibî belkî Macelan rabuye carek din bi kifşek nû ketî ye..Tunebuna kurda ji bi destê Kemal bu...Kochgîri bi destê kemal bu...Dersim, Zîlan bi destê Kemal bu...Topal Osman bi bîryara Kemal li Koçgîrîyê xwîna kurda dirijand...Mixabin tu nikarî bînî ziman..!!De were ji mûrîdên shexre ...shex xirab bide nasî...na bavo na...Kevir û kuç di ser kurdan re dibar e...Hal ne hal ê , rewş ne rewş e lı bakur....w.sebrî
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.