Ramyarî

Guhertin hedi bi hedî bervê rindî yê diche...

w.sebrÎ · 27.03.2007 · 2 dîtin

Li Basurê welat 4000 imze hat komkirin , ji bo yê ku ol û dewlet ji hev cuda bin.Ev moderînîte (nujenî) pewîste ku li welatê me ava bibe.Di îslamê de sherîêt xwazî rengê erkê ye. Rengê dewlet û îdare ya welatê îslamîya ye.Li Erebîstan'ê û Afganîstan û Iran'ê , islam bu ye rengê dewletê bi piranîya xwe.Li welatê Kurdîstanê sherîet li bejn û bala kurda na yê.Chima ku li Kurdîstan'ê îslam tenê nîn e. Yek ol tenê tunne ye.Li kurdîstanê îslamîyet ,êzdîyatî, qizilbashî, ateîstî, isevî, musevî herweha rengê din jî dijîn.Vana hemu rengê kurda nin.Li bashur jî herwîsa hemu rengê Kurdan henin.Dijminê netewa kurd pir carna ev alozî û nakokî yên qirej, wek olê jî dîjî netewa kurd bi kar anî ye.Dibe kurd rê nedin vî lîstikê.Bîr û bawarî tishtek kesayetî ye. Bila her kurd bi rengê xwe yê olê ,bi azadî,berfireh bijît.Bi salanê ku ew bi vî shiklê dijîn. Mafê wana ye, heqê wana ye.Bi rêz girtin herkesek xwidî yê ditin e.Kurd netewek bindeste dibe ku li ser bingehîyek bi hevre tekilî avakin. Ger armanca kurdan azadî ye, ew jîbi fikrek netewî ava dibe. Her insanek kurd dibe ku vî peyvanê qebul bike. Wek din rê nin e.Bingehîya yek bunê zimane,diroke,chand û axa pîroz e.Bratî li ser vîya ava dibe bi her rengî.Nakokî yên ku chê dibe, diche dikeve bin berjewendîya dijminên ruresh.Ger merov li dîroka kurda dinehire ; Tê ditin ku kurda tu car berê xwe neda ye sherîat xwazî yê.Di dadgeha 1925 de seroke dadgeha Istikalalê di bîryara xwede; "Her cixwas we bi renge olê bi hevre danustandin chê kirye jîwe ji bo welatek serbixwe û azad sher kir...Ji bo yê vîya ji we mirin heq kirî ye..Ji were mirin..!!!"Di vira de jî xwîya dike ku her cixwas Tirk dibejin 1925 de kurda sherîat dixwast,ne rast e.Di tevgera Azadî yê de Kurdên qizilbash ( eshîra Lolan li Varto' yê di bin serokatî ya Kali axa de cîh girti bu)Kalî axa û brê xwe li Elezîzê hatin darde kirin.Bîlalê Licî'yê wek ateîstek , sekreterê rêxistinê bu.Li Kochgîrî yê Kurdên Qizilbash ji bo yê dewletek Qizilbashî sher nekir. Wana Kurdîstanek azad dixwest.Em dikarin gelek numuna nîshan bidin. Wek Dêrsim....Lê em dikarin bêjin olê xirabîyek jî da ..Ol bibu peshkarê yêkîtî yê.Loma jî li Bashurê welat ev kar manîdar e. Ji bo yê ku dewlet û ol (dîyanet ) ji hev biqete.Kurd nikarin vîya rakin. Li Bashur bra yên ÊZDÎ gelekin. Li ber chavan dibe ku bên girtin.Wana gelek ezyet dîtî ye.Ev dibe wek numune ji bo yê parche yên din jî.Li Bakurê welat Qizilbashan jî gelek zulm û zora îslamê li ser xwe dîtin.Loma jî pêngavek delale ku wek bîryar li parlemena Bashur jî ev bê qebul kirin.Car he ye ku ez li tv yan temashe dikim. Dewletê dest avitî ye TV yên qizilbasha.Di hinek TV yan de Kemalîzm tê parastin... Berê Kurdên qizilbashan didin Erebîstanê û di destê xwede wek qozek digrin.Di vira de jî xwîya dike ku li ser kurda wek bi rengê olê jî lîstik he ye.Ev demekîye ku di malperên kurda de jî li ser olê jî gengeshîyek he ye....Em hevîdarin ku carek din ol nebe peshkarê azadîya netewa bin dest.w.sebrî,

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.