Ramyarî

Gotûbêjên Amerîka û Îranê ber bi kuderê?

Mistefa Hicrî* · 07.05.2009 · 2 dîtin

Gotûbêjên Amerîka û Îranê ber bi kuderê?

Barak Obama di kampayna hilbijartina Serok Komariyê de soz da xelkê ku bi Îranê re gotûbêjê bike û pirsgirêkên di navbera wan de bi rêya aştîxwazane ve çareser bike. Piştî hatina wî ji bo koşka Sipî, dixwaze soza xwe bi cî bîne û her bi wê meramê jî di heyamê derbazbûyî de bi hilgirtina çend gavan di pêvajoya vê armancê de xweastiye rewşeke baş û   cihê hitbar û baweriyê biafirîne. Bo mînak em dikarin peyama pîrozbahiya Obama bi hilkevta Newrozê ji bo xelkê û hikûmeta Îranê, beşdarîkirina Îranê di konferansa Efxanistanê ku di bervar 31.03.2009’an de li bajarê Lahe hate lidarxistin, bas bikin Çavnihêrî tê kirin ku di pêşerojê de gavên din ên bi vî awayî bavêje.Zahrta vê pêşdestîkirina Amerîka bi tevahî lojîkî û cihê pejirandinê ye û tu takekes û komek hemdem û pêşketinxwaz nikare haşa ji vê rastiyê bike ku çareseriya aştîxwazane ji bo xalên nakok û dijhev baştirîn çareserî ye û heta ev rêye li ber dest de be, nabe tundûtûjî weke rêçare bihê hilbijartin, lewra civaka navneteweyî pêşwaziyê ji vê piroje û gava Obama kir û çavnihêrê encamên erênî yên vê prosesê ye.Ewa ku di vê nivîsarê de em dixwazin bixin berbas ewa ye ku ev prosese heyameke gellek dirêj dê bikşîne, lê nagihîje encama dilxwaz a Amerîka û aliyê ku sûd û qazancê lê werdigire, Komara Îslamî a Îranê ye. Ev nêrîne jî ji van rastiyane ve çavkanî digire:Ji bilî pirsa mafê mirovan û demokrasî ku di heyamê nêzîk 30 salên borî de ji aliyê rejîma Komara Îslamî di Îranê de hatiye binpêkirin û ji hêla dezgehên têkildar ên vê pirsê li Amerîka û Ewropa bi dehan caran rejîma Îranê hatiye mehkûmkirin, lê tu demekê ne Komara Îslamî û ne wan welatan jî ku biryarnameya şermezarkirinê li dijî Îranê der kirine, mijara han bi giring nezaîne, hinek xalên nakok û dijhev ên gellek girîng di wê navberê de hene ku ji bo her yek ji van du aliyane pirr zehmet e ku paşdekişanê lê bikin û li ser wan li hev bikin.Amerîka dixwaze bi gotûbêjan Komara Îslamî razî bike ku aliyê kêm:- Dest ji meyandin û zaxkirina Uraniyûmê berde, ji ber ku Amerîka jê ve ye ku armanca Îranê bidestxistina çeka navikî ye, her çend Îran ev îdeaya Amerîka red kiriye.- Dest ji piştgirî û handana girûpên tundrew û neyarên Îsraîlê weke Hizbulah û Hemasê hilbigire, bona vê yekê ku ew navçe aram û ewle bibe û pirsgirêkên wan bi diyalogê bihê çareserkirin.- Destwerdan li kar û barên hundir ê wan welatên deverê neke, nemaze ew welatên ku bi dostên Amerîka dizane.Lê siyaseta Îranê di herêmê de bi tevahî di pêvajoya dijberîkirin li pêkhatina vê encamê ye ku Amerîka çavnihêriya wê dike.Derheq domandina meyandina Uraniyûmê, bilî vê çendê ku di vê derbarê de rejîma Îranê gellek pêşde çûye û mesrefek zaf jî kiriye, heta amade bûye bandorên dijwar ên 3 biryarnameyên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî li dor dorpêçên aborî bo ser welatê xwe tab bike û heta niha jî bala xwe nedayiye koma 5+1, heta paketên alîkariya aborî, siyasî û pîşesazî ên wan di pêxema pejirandina daxwaza wan red kiriye, tu belgeyek jî bona vê yekê di ber dest de tune ku hêviya destberdana rejîma Îranê ji vê karî nîşan bide. Ewa ku di vê pêvajoyê de di holê de ye, îsrar û tekezkirina wê rejîmê li ser domandina vê bernameyê ye heta gehandina prosesa han bi encamê ku pêkhatî ye ji bidestxistina çekên Etomî.Sedema vê tekezkirinê jî vedigere ser wê rastiyê ku Komara Îslamî a Îranê li dijî hemû pirensîp û biryarên navneteweyî ye û li gora bîr û baweriyên îdeolojîk ên xwe nikare bi wan biryar û pirensîpan re bigunce, lewra dijberîkirina Komara Îslamî digel cîhana pêşverû û nemaze Amerîkayê dijberiyeke berdewam e. Madem ew dijberîkirina kûr di holê de ye, hitbarê nake û jê ve ye tenê rêya vê yekê ku hukûmeta xwe ji êrîşa dijminan biparêze, bidestxistina çekên navikî ye. Lewra ji bo wan kes û aliyên ku li ser Komara Îslamî û pêkhateya fikrî û dîtin û nêrînên wê şareza ne, gumanek namîne ku her weke salên derbazbûyî di vê derbarê de gotûbêj bêencam bûye, di pêşerojê de jî dê bêencam be û di dawiyê de Amerîka û hevalbendên wê jî dê ji vê rastiyê tê bigihîjin, lê wê demê dê gellek dereng be. Her bi vê sedemê jî demekê Obama li Enqere digot: “Niha rêberên Îranê divê di navbera hewildan bona çêkirina çek (merem çekên navikî ye), yan çêkirina pêşerojeke baştir ji bo xelkê wî welatî yekê hilbijêrin.”, nabe guman hebe ku Komara Îslamî dê ya yekem hilbijêre, ji ber ku derbazbûyî jî nîşan daye ku ji bo rejîma Îranê pêkanîna jiyana baştir ji xelkê welatê wê ne girîng e û balê jê re nade û hemû tiştek – yek ji wan çekên Etomî – demekê nirx û biha heye ku di pêxema parastina desthilat û berdewamiya rejîmê de be.Pirsgirêka navbera Îsraîl û Felestîniyan û dijberîkirina Komara Îslamî bi Îsraîlê re û piştevanîkirin ji girûpên tundajo ên dijberên Îsraîlê weke nemeteke mezin ji bo Komara Îslamî a Îranê hilketiye, heta ji wê rêyê ve nifûz û desthilata xwe di nava koma misilmanên ereb ên xwe weke take dilsoz û berevenkarê Filistîniyan bide xuyakirin û bibe qehremanê dijberîkirin bi Îsraîlê re li hember dewletên erebî ên deverê ku her yek ji wan bi awayekê dixebitin vê pirsgirêka qedîmî ji rêya gotûbêjê ve çareser bikin. Komara Îslamî bi sedema ew dewr û rola ku di herêmê de dilîze, ji bilî pirsa Îsraîlê, bona haydana hikûmetên erebî di navçeyê de jî ji vê alavê mifahê werdigire û bi piştgiriya xelkê nerazî bi taybet nifûsa Şîe a niştecih ya wan welatan û girûpên terorîstî ên dijî Amerîka û Îsraîlê li dijî desthilatdarên ereb ên navçeyê weke ehromeke zext û givaşê li ser stûyê wan hukûmetan disekinîne û bi wê sedemê ve her dema bixwaze di welatên wan de ajawe û têkderiyê pêk tîne û wan ditirsîne. Eva jî sedemek e bona ku ev welatên ku di warê olî û awayê desthilatdariyê de bi tevahî li dijî rejîmê ne, newêrin li dijî Îranê gellek serê xwe bilind bikin.Heke pirgirêka navbera Îsraîl û Filistîniyan bihê çareserkirin, Komara Îslamî tu hêceteke din ji bo nifûz û desthilata xwe di nava xelkê welatên Erebî ên Rojhilata Navîn de namîne. Bi vî awayî em de bigihîjin vê encamê ku domkirina şer û aloziyan di navbera Filistîn û Îsraîlê de derfeteke binirx ji bo Îranê ye û aştî û ewlehî jî bi ji holê rakirin nifûza Îranê di herêmê de misoger nabe. Bi vî awayî çawa dibe Amerîka çavnihêr be Komara Îslamî bi gotûbêjê dest ji vê nemeta mezin berde? Amerîka dikare li hember stûxwarkirina rejîmê çi bide Îranê ku pê re razî be.Destwerdan di nava kar û barên welatên deverê de ji bo Komara Îslamî a Îranê bîr û baweriyeke îdeolojîk e û weke erkeke Îslamî lê dinêre. Merem eva ye, ji roja ku hate ser kar û desthilat girte dest, vê rejîmê şandina şoreşê weke erkeke olî ji xwe re daniye û di vê rêyê de dixwaze hikûmetên deverê - heta eger Îslamî jî bin – biguherîne û hukûmeteke Îslamî ya şibê Komara Îslamî a Îranê li wir ava bike. Bi vî awayî nifûz û desthilata Amerîka di wan welatan de ji holê rake û bi xwe bibe hêza mezin a bê wir û vir ya herêmê. Îran baş dizane heke vê siyasetê neparêze, Amerîka dê desthilata xwe di herêmê de bisepîne û dê herdem ji bo Komara Îslamî a Îranê xeterê pêk bîne.Lewra destwerdan di nava kar û barên welatên navçeyê de ji bo Îranê armanceke olî ye ku di xizmeta siyaseta wê de ye û zehmet e ku dest jê berde.Dema herî xirab ji bo gotûbêja Amerîka bi Îranê reJi bilî wê şîroveyê, hewce ye em vê rastiyê jî diyar bikin ku ev deme, çaxê herî xirab û ne bicî ji bo vê gotûbêja Amerîkayê ye. Sedemên wê jî zaf in. Em dê li vir li ser yek ji sedemên herî giring ên vê rewşa nebaş bisekinin:Di vê demê de:Amerîka biryar girtiye pirraniya hêzên xwe ji Îraqê derbixe, paşde bikşîne. Bi wî karî jî Îran dê bikare ji berê çêtir desthilata xwe di wî welatî de xurt bike û pêşde bibe. Hatin û şûnên yek li pey hev ên rayedarên payebilind ên rejîma Îranê di heyamê 1-2 mehên borî de ji bo Îraqê, vekirina kunsolxaneya nû li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê, ji bilî kunsolxaneyên wê li bajarên din yên Îraqê û gellek hewl û cehdên nepenî û eşkere ên vê rejîmê li Îraqê ku hemû vedigerin bo vê meram û armancê.Di Efxanistanê de, Talîban û Elqaîde bihêztir bûne û desthilata xwe di parek zaf a vî welatî de xurt kirine, ne tenê ew, belkî bihêzbûna van girûpane ji rêya Pakistanê jî bi heman awayê xuya dike. Amerîka heta niha nekariye van girûpan serkut bike û heta bona vê meremê di konferansa Lahe’yê de ku roja 31’ê Adara 2009’an ku bi armanca çareserkirina wê pirsgirêkê pêk hat, bi neçarî Îran jî hate vexwandin heta ku beşdariyê di civîna han a navneteweyî de bike. Çareserkirina pirsgirêka Îsraîl û Filistînê ji rêya aştiyê ve ku ramanca Amerîkayê ye, her aloz e, her wekî me qala wê kir, sedema sereke a wê vedigere ji bo Îranê. Bi van guhartinên di herêmê de, niha Komara Îslamî xwe bi serkevtî û birî û Amerîka jî bi torandî dizane. Lewra hinde din jî li xwe derketiye. Lewra, gotûbêja Amerîka tevî Îranê di dema niha de - bi dîtina Komara Îslamî – diyalog serkevtî û torandî ye û di gotûbêjeke wilo de rengê vê hindê nade ku serkevtî bersiva daxwaz û xwestekên aliyê torandî bide, yan dest ji zêdexwaziyên xwe berde, bi taybetî ku ev alî Komara Îslamî a Îranê be. Li xora nine ku di konferansa Laheyê de ku bi ramanca alîkarîkirina bi hukûmeta Efxanistanê bona serkutkirina Elqaîde û Talîbanê pêk hat, nûnerê rejîma Îranê, pirsgirêkên Efxanistanê vedigerîne ji bo hebûna hêzên Amerîka li Efxanistanê û pêşniyar dike ku ew hêz Efxanistanê bi cî bihêlin.EncamDestpêkirina piroseya gotûbêjên Amerîka bi Komara Îsamî a Îranê re di rewşa niha de hewcehî bi demeke dirêj heye, ji ber ku rejîma Îranê bêy vê çendê ku gotûbêjê red bike, her carê hêcetekê peyda dike û astengekê der dixe ser rêya vê pirosesê bona ku di wê midehê de çi tiştê bê kirin, demdirêtir be. Encama wê jî dibe ewa ku di wê heyamê de, Îran demeke beş û hêja dê bidest bixe bona xurtkirin û pêşdebirina bernameya xwe a navikî û qahîmkirina zêdetir a cî pêyê xwe li decerê û bihêzkirina Îslama binajo bi merema gefxwarin ji hukûmetên herêmê û berjewendiyên Amerîka û hevalbendên wê. Di hember de, gellek zehmet û dijwar e ku tiştek bikeve destê Amerîka û hevalbendên wê, bilî vê çendê ku koma 5+1 di heyamê gotûbêja çend salên derbazbûyî de, 3 biryarnameyên Konseya Ewlekarî a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bona cezakirina Îranê dest wan ketiye.  *Sekreterê PDK-Iji Rojnama Agirî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.