Ramyarî

GOTINÊN PÊŞÎYE -15-

Dîyar AYDÎN · 07.04.2008 · 2 dîtin

GOTINÊN PÊŞÎYE -15-Dîyar AYDÎNEz hemû dost û hevalên kû alîkarî didin û zahmetîdîtin bi rêya e- mail ê gelek gotinên giran bihaji minre şandine, sipasîye van biradere dikimrêz û silavên xwe ji wenre pêşkeş dıkım....296-Axifin pelên pîvayê ye , ji ber hev radibin.297-Axayê me Mîro ye, şîva kerê me çilo ye.298- Axayê me Ömere xwelî li serê me kir komere.299-Axîna kûr ji dilê kul tê.300- Axa bû tofo , xwelî li serê me kir komo.301-Axa hat ji der, xulam rabû ji ber.302-Axayê bê gûnd, wê her bê xulam bimîn ê.303-Axa xwedî xulam e, xulam jî xwedî derd e.304-Axa li seyde yê, mal di bin berfê de may e .305-Axa ji êlê xeyîdî ye, lê xebere êlê jî jê tûne .306-Avahîya mirov sitare serê mirov e.307-Avê li agir kin, lê aagir li ser agir nekin.308-Avê bînin ji kanîyan, lê jinê neyînin ji banîyan.309-Ava çeme çiqas şêrîbê lê di bahranda /Derya) şor dibê.310-Tov bavêje şovê (Erdê) û bispêre xwedê.311-Torê kû ti bavêjê “bahrê” bê masî dernayê.312-Toza kerîyên pêz nakevê çavên gura.313-Xal xelk e, ap milke.314-Xanî bi kevirekî nayê (avakirin) çêkirin.315- Xabat şêr e, kû mirov dest bavêjîyê dibê rovî.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.