ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Dîyar AYDÎN · 24.11.2008 · 2 dîtin
Gotinên pêşîya -17 Diyar AYDÎN340- Bê qatix şîr havên nagire.341- Bê şer û teşqele kar nemeşe.342-Bê Şêx u Pîr meçe dîwane mîr,kû tu nekevê halê feqîr.343- Bê xîret bê îman in.344- Bê xedê dibe lê bê xwedî nabe.345-Bê dahol u zirne nereqise.346- Bêndere şirîke çûke xwerî ye.347- Bêje; bêje ziman ditêje.348- Bêş hat ser maldaran, avêtin ser feqîr u jaran.349- Bi bêjingê tîrêjê rojê nayên girtin.350- Bi bêxemîtîyê mîritîyê.351- Bi darê zorê hezkirin nayê Torê. 352- Bi darê zorê pîr avêtên binê bîrê.353- Bi dereva aş nagere.354- Bi derewe mal ava nabe.355- Bi destê jinê mirîşk naye serjêkirinê.356- Bi dorêye, ne bi zorêye.357- Bi eqilê vala tu kes nagihê hevala.358- Bi got got kes naçe cot.359- Bi girî ranabin mîrî.360- Bi gotinê xweş mar ji qulê derdikevê.361- Bi dizre dixwe û bi xwedîre şînê dikşîne.362- Bi gûlekê buhar nayê.363- Bilavlavê tu kes ji ber jinê xelas nabe.364- Bi nexweşen re çû ser zebeşen.365- Bi tajîyê xelkê neçe nêçîrê.366- Bi te xweşe û min şêst û şeş caren ne xweşe.
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.