Ramyarî

GOTINÊN PÊŞÎYA-14

Dîyar AYDÎN · 01.04.2008 · 2 dîtin

267-Agir bi avê vedimirê.268-Agir bike lê bê dû bike.269-Agir bi darê hûr geş bike.270-Agir xweşe lê xwelî jê çêdibê.271-Agirê bîyanîyen mirov germ nakê.272-Agir xemla zivistanêye.273-Aş digerê qaraş pesnêxwe didê.274-Aş dikê, Qaraş dixwê.275-Apê Faris çi li vir, çi li ber garis.276-Apê xidire her ro li vir e.277-Aşê dînan bê av digerê.278-Aşê nazanan xwedê digerînê.279- Aşvan(Qaraş) tu carî poşman nabê.280- Aş kû xirab bê arvan nahêrê.281-Ava bin kayê deng jê nayê.282Ava dîna ber bi jor ve diçê.283- Av go herıkî coya xwe çêdikê.284- Ava gola bîhnoke.285-Ava bi deng bê jê metirse.286-Ava giran bê ecêbê giran jê tê.287-Avê kû da serê mirov çi bostêk, çi çar tilî.288-Ava ser berûyê wekî zavê bi dilê xesûyê bê.289- Ava xortan ber bi jor vedimeşê.290-Avê bîne ji mesîlen, qîzê bîne ji esîlen.291- Baş be û ne belaş be.292-Baç li me nagerin, lê pîs jî, ji me nagerin.293-Bav ber bi zarokeve diçê, zarok ber bi çîyave diçê.294-Bav çawa ye kur jî wisa ye.195- Bav di karê bîst zarokan xwedî bikê lê bist zarok nikarin bavekî xwedî bikin.....

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.