Ramyarî

GOTINÊN PÊŞÎYA -13

Dîyar AYDÎN · 01.03.2008 · 2 dîtin

243-Hate serî sax bê çav wê eêbê giran bibänê.244-Hate stûn neşikê avahî nakevê.245- Hate tu xwînê nerjînê tu azad nabê.246-Hata xanim xemilî def û zirna kemilî.247-Hata xiranebê ava nabê.248-Hata se (kuçik) hastî nekojê dar li serî nakevê.249-Hevalê baş di rojê teng da kıfış dibin-250-Hevalê baş ji bira çêtir ê.251-Hawar ji paşve tê lê ew li peş dinerê.252-Hewalê kesê çê be, lê rojek tenê li dinê be.253-Hewalê ketîye tune254-Heyfa ciwanîyê kû pîrî li peye (peyî ye)255-Hezar bavê çê,esil şîrê dê.256-Hezar dost kêm in lê dijminek pir e.257-Hêlîne teyrê kör xwedê çêdikê.258-Hêvî dimînê ji nevî re.259-Hêvî nanê belngazan e.260--Hewalê rêwîyen nan e.261-Hevalên rojên fireh gelek in.262-Hevrîşim bi bihayê xwe, hirî bi bihayê xwe (haqe xwe)263-Hewaltî bi rastî.264-Hewese lê ew jî bes e.265-Ha deşt e ha zozana e esil xwedan e.266-Heya nema li bûkan, xew nema li biçûkan

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.