Ramyarî

Gelo, Serokkomarîya Mam Celal Di Berjewendîya Kurd daye ?

Rojhat Badikî · 21.03.2010 · 3 dîtin

Peş çend gotin kû liser postê serokkomar bêjim, bi pêwîstî dizanim li ser erk u deshilatdarîya serokkomarê çend xal bînim ber çav:Li gor desture İraq benda 67: Serokê welat sembola yekîtîya welate. .. benda 72,Ji bo du car ( 8 sal) tê hilbijartin....Li ser daxwazîya u pejinarandina encumenê wezîran, biryarê efuya giştî derdixe.....paş pejirandina hevpaymanîya navnetevî ji alîyê encumenê nuneran, di nav 15 roj da îmza dike ger imza neke wek imzakirî tê pejirandin. Ji alîyê din zagon an desturên ji parlamento derbasbibe u ji bo îmzakirin bişînên serokkomar, pewîste serokkomar di nav 15 roj bipejirîne an wek îmza kirî tê qebul kirin u mafê vetokirina serokkomar tune.....hwd. Bi Kurt u Kurmancî. Rola serrokkomarê İrak sembolîke hîç deshilatdarîya vî tune. Ji bo teşrif o ji bo sembol heye, ji bo yekrêzîya welat heye ( di virda asteng u rîgire ji Kurdistanek serbixwe)Mirov kare çend xalê din jî zêdeke lê erk u deshilatdarîya serokkomar....Li gor encamên hilbijartinên giştî, Listan Hevpeymana Kurdistan di rêza çara daye.Lê hîn encamên femî nehatîye ragihandin. Lê tiştek balkêşe, bala me kişand,serokê herêma Kurdistan, Mam Celal u YNK dest bi propağandaya Hilbijartina Mam Celal ji Serokkomarîya İraq kirin. Gelo çima YNK bi taybeti Mam Celal bixwo u Serokê herêma Kurdistan bi lez u bez destbi propağandaya hilbijartinan Mam Celal kirin. Gelo Hilbijatina Mam Celal pir girînge ji bi doza Kurdistan! Çima Mam Celal, YNK u Serokê Herêma Kurdistan ji hevdîtina Serokkomarîya Mam Celal vek mercekî derxisntên pêş! Hilbijartina Mam Celal, Ji bo Serrokkomarîya İraq, ewê çi tesîra vî hebe li ser pirsgirêkin çarenus!Mirov kare dehan, bi sedan pirsyaran derxe holê u lêkolîn bike, bersîvek makul bide.Çima ?Ji ber hên pirgirên çarenus, pirsgirên navxwo, pirsgirêkên Hewlêr-Baxda natîye çareserkirin, ji bo çi; serokkomarîye Mam Celal wek mercekî serekî tê pêş? Gelo Mam Celal serdemê serrokkomarîya xwo pir rolekî giring ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd u Kurdistan leyîst?Demê ez çavê xwe li ser serdemê serrokkomarîya Mam Celal digerînim, qet dilxweş nînim. Demê serrokkomarîya Mam Celal doza Kurd u Kurdistan paşda ketîye, Pirsgirêkin navxoyî zêde buye, Pirsgirêkin İraq kêm buye, Pirsgirên Şia u Sunii kêm bune, Pêşketinên baş li İraq çêbuye. Di qada navnetewî serê Ereba bilind serê Kurda xwar buye.....hwd!Dumahîk heye

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.