Ramyarî

Gelo Êzdî Kurdin?

Tosinê Reþîd · 17.10.2006 · 2 dîtin

 Hogirê me, Dr. Eskerê Boyîk nameke vekirî ji Mîrê Êzdîxanê, Baba Şêx, Civata Ruhanîyê û rêxistinên êzdîyan re rê kirîye. Ew ji wan pirs dike, ka ‘êzdî kurdin, yan na?’Kesên Dr. Eskerê Boyîk bi nêzîk ve nas dikin, zanin wekî ew bi hêsanî nameke usan nanivîse. Wî di pirtûk û gotarên xwe de herdem wek nivîskarekî kurd xwe dîhar kirîye, bêtirî çil salî piştgirtina doza gelê kurd dike.Lê gerek wî çiqwas şevên bêxew dabirandibin, çi ês û azar dîtibe, wekî dest bavêje pênûsê, nameke ha binivîse û pirseke vî teherî bide.Çiqwas tê bîra min, pirsa êzdî kurdin, yan ne kurdin, timê jî nav êzdîyên Yekîtîya Sovêtê de hebûye.  Dî dîrokê de pêwendî, têkilîyên kurdên misilman û kurdên êzdî hêsan ne bûne û pir kesên digotin êzdî ne kurdin, bûyarên ji dîrokê ji xwe re dikirin bingeh. Lê dîsan jî piranîya êzdîyên Ermenistanê û Gurcistanê digotin em kurdin û gor karibûna xwe xizmeta huner û çanda kurdî dikirin, ji doza gelê kurd re xwedî derdiketin. Belê ew pirs hebû, her kesî bawarîya xwe ser wê pirsê digot, lê pirs ne pirseke sîyasî bû, tu kesî ew pirs ji bo berjewendîyên sîyasî bi kar ne dianî.Ev pirs cara yekemîn şêxekî ji Başûra Kurdistanê ji bo me kire pirsa sîyasî. Piştî peymana 11 Adarê, sala 1970 î, hukumata Îraqê ew şandibû, wekî nav êzdîyên Yekîtîya Sovêtê de belav bike, wekî êzdî ne kurdin. Cara yekemîn piştî Cenga Cihanîyêye Yekemîn êzdîk, ew jî ji malbeta mîrên êzdîxanê, ji welêt hatibû nav êzdîyên Yekîtîya Sovêtê. Qedr û rûmetî wî gelekî girtin. Wî jî li her deran propoganda dijî kurdan dikir. Pirs gihîştibû wê radeyê, wekî dema rasthatina li beşa Kurdnasîyê, ya Înstîtûta Rojhilatnasîyê wî got, wekî hê başe em (êzdîyên Yekîtîya Sovêt) zimanê kurdî ji bîra bikin û bi zimanê gelên em nav de dijîn bipeyivin; zimanê ermenî, gurcî, rûsî. Bi gilîkî mayîn, wî dixwest êzdîyên Yekîtîya Sovêtê asîmîle bibin, bibişkivin, tenê nebêjin em kurdin.Hingê divêt sînorên avtonomîya kurdan li Başûra Kurdistanê bihatana kivş kirin û hukumata Îraqê dixwest dutîretîyê bike nav kurdan, usan bike, wekî Kurdên Yekîtîya Sovêtê, ku piranîya wan êzdî bûn, piştgirtina Şorişa Başûra Kurdistanê nekin.Usane pirsa ka êzdî kurd in, yanê na wê demê dikeve rojavê, hê rast hingê dijminên kurda wê pirsê dikine rojavê, gava dixwezin dutîretîyê bikin nav kurdan, êzdîya ji kurdan dûr bixin.Piştî hevberdana Yekîtîya Sovêt ev pirs li Ermenistanê kete rojavê. Hukumata Ermenistanê, rêxistinên ermenîyaye sîyasî û civakî, gişk di vê pirsê de bûne yek û pareke êzdîyaye mezin derxistin meydanê, ku bêjin êzdî ne kurdin.Civaka kurdan li Ermenistanê xwe girtibû, destek kadroyên baş gihîştibûn, ku giranîya wan li welêt hebû. Jimara kurdan jî li Ermenistanê bêtirî 100 hezarî bû û ev rewş ne bi dilê serokên ermenîyan bû. Hebûna civaka kurda, ya bi hêz, ne gor planên wan bû. Ji ber vê jî wan perçe kirina wê civakê ji xwe re kire armanc. Ji bo êzdîyên ku digotin em ne kurdin, ermenîya bi xwe rêxistin ava kirin, dest bi çap kirina rojnama êzdîya kirin (bi zimanê ermenî). Parek ji programên kurdî, yên radîyoya Yêrêvanê birîn û programên bi navê êzdîyan vekirin. Di vê pirsê de serokên ermenîya ewqas dûr çûn, wekî ji bo êzdîyan heta Alfabeke nû jî çê kirin. (Awa here, wê zimanekî nû jî çêkin).Bi her teherî helan didane kesên digotin em ne kurdin û ew derdixistine dijî ocaxên kurdaye çandeyî, dijî ronakbirên kurd, ku piranîya wan êzdî bûn. Bi vê rê ji wan re li hev hat civaka kurda li Ermenistanê perçe bikin, bêhêz bikin, beşê kurdayî mezin, piranîya ronakbirên kurd jî nav de, neçar bikin ji Ermenistanê derkevin.  Ocaxên kurdan yan bi tam ji meydanê hatin rakirin, yan jî tenê bi nav man.Îro pirsa ka gelo êzdî kurdin, yanê na, ji nû ve ketiye rojavê. Û sebebê sereke ji bo vejîyana vê pirsê, ew rêfêrêndûma dawîya sala 2007 an e.Di rêfêrêndûma sala 2007 an de êzdîyên Şengalê û yên deverên mayîn ku hê jî nakevin nav Herêma Kurdistanê, gerek dengê xwe bidin, ka dixwezin bikevin nav Herêma Kurdistan, yan jî dixwezin li parêzgeha Mûsilê bimînin. Çawan em zanin piranîya navçên êzdî lê dijîn hê jî ji sînorê Herêma Kurdistanê derin.Ew ên dibêjin êzdî ne kurdin, dixwezin Şengal û navçên êzdîyaye mayîn ji Herêma Kurdistanê der bihêlin. Ew dixwezin ew navçe ser parêzgehên ereban bimînin. Îro hê jî dor 30% axa Başûra Kurdistanê ji sînorê Herêma Kurdistanê dere. Vegerandina wan navça nav Herêma Kurdistanê wê wî perçê welatê meyî azad bihêztir bike, granya wê ya aborî û sîyasî hê mezin bike. Ev dûaroj hêsabûnê nade dijmin û xêrnexwazên gelê kurd.Gelo ji kî re îro Herêma Kurdistane bi hêz, Herêma Kurdistane axa Başûra Kurdistanê gişkî hilde nav xwe, dest nade? Berî gişkî ji dewletên cîran re: Tirkîya, Îran, Sûrîya. Destkevtinên Kurdistana azad dibin nimûnên çavdayînê ji bo kurdên bin destên van welatan de.  Usan jî ji welatên ereban re dest nade. Ew welat hê jî di xewnên xwe de Îraqa ereb, ya bi tam bin destên ereban de dibînin. Hemîn ji erebên Îraqê, ne Sunnî, ne jî Şî’ia, Kurdistana bi hêz naxwezin. Û ev hêzên dijî Herêma Kurdistanê razayî nînin. Gênêralên tirk û tirkmanên lêpokên wan, çekdarên Muhtada al Sedir, çekdarên Sunnî, her tiştî dikin, wekî nehêlin Kirkûk bikeve nav Herêma Kurdistanê. Pirsgirêkên navçên mayîn çiqwas jî wek ya Kirkûkê ne mezinin, lê dîsan jî hêsabûnê nadin xêrnexwezên kurdan. Şengal ku digihîje sînorên Tirkîyê û Sûrîyê, cîhê xweyî stratêcî heye û xêrnexwezên kurdan wê her tiştî bikin, wekî nehêlin Şengal bikeve nav Herêma Kurdistanê. Jimara rûniştvanên Şengalê dor 350 hezarîye û ji wan 90% êzdîne.Bade nîne, wekî wezîrê Tirkîyê, yê Karê Der, Abdule Gul, serokê ‘Tevgera Êzdîyan ji bo Serrastkirin û Pêşketinê’ Emîn Ferhan Çîço, vedixwîne Ankara. Lê çawan, hukumata Tirkîyê bûye piştovana êzdîyan!Ji bo hinek agahîya xwendevanên me ser ‘Tevgera Êzdîyan ji bo Serrastkirin û Pêşketinê’ hebe, em çend perçên hevpeyvîneke serokê wê tevgerê, Emîn Ferhan Çîço bi Urûba Bayazîd Îsmail re bînin, ku malpera www.kaniya-sipi belav kirîye. Di wê hevpeyvînê de E. F. Çîço dibêje, wekî yekemîn armanca tevgerê ‘vejîyana netewa Êzdîyan e û îsbatkirina hebûna Êzdîyatîyê ye wek kêmneteweke xwedan taybetmendîyên serbixwe’. Armanceke wan jî ew e, wekî ‘ji Êzdîyan re bidin xuyakirinê, ka çawan Êzdîyatî netewe e’. Bi gilîkî mayîn armanca wê rêxistinê ew e, wekî îzbat bikin ku êzdî ne kurdin, êzdîyan ji kurda dûr bixin.Ew usan jî bizavê dikin, wekî nehêlin navçên êzdîyan bikevin nav Herêma Kurdistanê.Gor hinek çavkanîyan Sûrîya alîkarîya madî û çek, silihan dide vê rêxistinê, Erebistana Seûdî jî piştgirtina wê dike.Belê Tirkya jî wê îro piştgirtina rêxistineke usan bike, Sûrîya û Îran jî wê piştgirtina rêxistina usan bikin, dewletên ereban jî wê piştgirtina rêxistina usan bike. Erebên Sunnî û Şi’ia jî wê piştgirtina rêxistina usan bikim. Dijminên Başûra Kurdistanê ne hindikin û ew gişk wê piştgirtina “Tevgera Êzdîyan ji bo Serrastkir û Pêşvaçûnê” bikin, ew gişk perçe kirin û bêhêz kirina gelê kurd dixwezin.Ji talebextan re hinek hêzên kurdan jî piştgirtina wê rêxistinê dikin.Xwedîyê êzdîyan çawan pir bûne!Gelo birêz Emîn Ferhan Çîço û hevkarên wî qet nafikirin, wekî Tirkîya û Sûrîya usa xema êzdîya dixun, ji bo çî ewqas zilm û zor anîne û hê jî tînin serê êzdîyên welatên xwe? Çawan tê xuyayê ji wan re dest nade ser wê pirsê bifikirin.Ew hêzên destê xwe pişta serokên wê “Tevgerê” dixin, hinek gilîya (sozan) jî didine wan. Heta seva ‘fêdêrasîyona êzdîyan’ jî tê gotin. Lê ev gotin gişk bê bingehin û tenê ji bo xapandina êzdîyan tên gotin. Jimara êzdîyan li Başûra Kurdistanê bêtirî 650 hezarîye. Ev êzdîxane yekgirtî, bi hev re, dikare bêtir mafan ji bo êzdîyan dest bixe. Îro mafê êzdîyayî olî di proja Destûra Kurdistanê de hatîye nas kirin. Gavne baş hatine avêtin ji bo parastina ol êzdîya û pêşxistina çanda êzdîyaye olî. Bê guman di vê pirsê de kêm û kurtî jî hene û kesên wek Emîn Ferhan Çîço wan kêm û kurtîyan dijî hukumata Herêma Kurdistanê bi kar tînin, dijî yekîtîya kurdên misilman û kurdên êzdî bi kar tînin. Ew ji xelkê re dibêjin, wekî hukumata Herêma Kurdistanê ji bo êzdîyan tiştekî nake, mafê êzdîyan nas nake, nonerê êzdîyan di postên bilind de kêmin, ne gor jimara êzdîyane.Em berbi rêfêrêndûma sala 2007 an diçin. Divêt seranser êzdîxane, çi li welêt, çi ji welêt der, rêxistinên kurdaye sîyasî û civakî, hukumata Herêma Kurdistanê her tiştî bikin, wekî axa Başûra Kurdistanê gişk, navçên êzdîyan jî di nav de, vegerin nav Herêma Kurdistanê. Îro ev e pirsa sereke! Çi ku em di vê rêfêrêndûmê de unda bikin, ne dûre em heta, hetayê unda dikin. Ji bo me êzdîyan jî gotineke min heye: Herêma Kurdistanê wê bêyî navçên êzdîyan bijî, lê wey li wî kî difikire, wekî navçên êzdîyan dikarin ji Herêma Kurdistanê der, bin destê ereban de jîyana xwe bi rûmet berdewam bikin.  Ji bo hilanîna kêm û kurtîyan jî, dîvêt em ne ku dijminayê ji hukumata Herêma Kurdistanê re bikin, lê ji wê re bibin piştovan û bi wê re tevayî wan kêm û kurtîya ji meydanê rakin.    Tosinê Reşîd  Cavkani: Kanîya Sipî

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.