Ramyarî

Gelo Em / Hûn Ji Ehmedê Xanî Re Çiqasî Dilsoz in?!

Ehmed ONAL · 16.02.2007 · 2 dîtin

Mirovayeti Fransîyan; bi Kral Ludowîk ne, herî zêde bi romannivîsî Wiktor Hugo û Balzaqî dinase.Welatê ku her roj lê li avaye weke Britanîya Mezin bi kral Henrix ne, herî zêde bi Shekispir tênasînê.Sedsala ku derbasîbû de du şerên cîhanê bi teşfika Hansên Germanî dan destpêkirinî, Germanî ne bi Hans lê bi Kant û Marks zêdetirîn hatine nasîn. Ji bo nasandina kurdan jî ku di vê çerçeveyê de ku binerîn, em dibînin ku di dema moderen de ku heyani sedsala 20î jî kurda nekarîne dewleteke neteweyî ku saz bikin, lê ne bi rewşenbir û niviskarên xwe, belko zêdetirin bi şexsîyetê sîyasetmedar ve têne nasîn. Bêşik ev berevajîya ji sedema diroka rojhilatanavîn û neteweya kurd ve girêdayî ye. Divê em rastîyê bibînin û bibêjin ku rewşenbîr û sîyasetmedarên kurda û neteweya kurd nekarîye ku edib, rewşenbîr, nivîskar u zanyarên xwe bi cîhanê re bidin nasîn. Her çiqas çendîn sedsalan berê di nava Kurdan de şair, zanyar, rewşenbîrên ku kur û dûr rewş û boçuna cîhanê dîtîne û ji miletê xwe re rê nişanî dane hene ku ji feylesofên cîhanê ne kêmtirin, Ehmedê Xanî ji wan edîban serekeyeke ji wan rewşenbîr, edebînas û xwedî plan, proje û helwêste ku paşeroja kurdan pir zelal 311 salî berê şirove kirî ye. Maf û daxwazên kurda derbirîn kirî ye. Rêya azadî û serxwebûnê ji bo miletê kurd pir bi zelalî ji me re di berhema xwe ya” Mem û Zîn”ê de dîyarî kirî ye. Û îro jî di nav rewşenbîrên kurda de serekeye û qasî ku wî bahagiranî daye siyasetmedar û rewşenbîrên kurda, lê sîyasetmedarên kurda evqasî qimet nadaye wî! Çawa ku nivîskar û lêkolinerê Rus I. A. Orbeil dibêje; “ Îro ji bo farsan Firdewsî, Ji bo Gurcîya Rusatawelî çawa ku bi mane ye, lê mixabin Ehmedê Xanî jî ji bo kurdan evqasî bi mane nîn e.” Divê sîyasetmedar û rewşenbîren hemdemî yên kurd ji vira çendin pirs û dersan derxînin. 1- Gelo nivîskar û lêkolinerê Rus I. A. Orbeil rast dibêje an na?2- Dema ku rast dibêje, ji bo çi sîyasetmedar, rewşenbir û gelê kurd li niviskar, edebînas û kurdewarê weke Ehmedê Xanî baştirin nanasînîn û bi zanatirîn lê xwedî dernakevin. 3-Bo çi ev rewşenbîr û nivîskarên me yê qilasiki û dirokî weke Ehmedê Xanî ne ji alîyê me ve, belko ne zêdetirin ji alîyê niviskarên kurd ve, lê ji alîyê niviskarên bîyanî ve têne tespitkirinî û tarîf kirinî?4- Ev çi xesûdîye ku herkes bes xwe hezdike; lê ji rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedarê derekeyî xwe yê kurd heznake, heta niviskarên ku xwedî behremên giranbûhane jî ji bo gelekan pir mixabin ku ne giranbûhane?Di dîroka edîbên Kurd de berîya Ehmedê Xanî; Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyi, Eliyê Herîrî û hwd. jî jîyane. Îro tê xwîyayî ku Ehmedê Xanî serê xwe di behremên wan edibên Kurd yê qilasîk de gelekî êşandî ye û lêkolaye.… Ehmedê Xanî, bes ne tenê qilasîkên kurdî, belko hemû berhemên farsî, erebî û yê dîtir, hemû berhemên ku bidest xwe xistine yên rojhilatanavîn xwendin e, şirove kirine û jê su’ud standiye, weke niviskarê Hindî ku bixwe farsî nivisîye Nîzamî Ganjalî, an jî weke diwan nivîsê bin av û deng yê farsî Hafizê Şîrazi û yên dîtir jî xwendîye û lê kur bû ye.Lê wî her çi ku xwendîye û lê kur bû ye, pêwîstî û rewşa kurda ya xirab ji wê rojê ve dîtîye, hawara kurda kirî ye, weke desturname û bernameya rizgarîxwazîya kurda di ‘Mem û Zin’a xwe de hunandî ye. Daku gotîye; “Hawar kurdino yekbibin!”, “Hawar kurdino bixwînin û nezan nemînin!”, “Hawar kurdino eşk û evîna dilê xwe pola bigrin û li gel evîn û evindaran bin!”, “Hawar kurdino li gel zalim û fesadan helwêst negrin!”, “Hawar kurdino bila her dem armanca we azadî û serxwebûn be!”,” “Hawar kurdino welatê xwe ji destê neyar û dagirkeran ve bernedin!”, “Hawar kurdino ji dostên xwe re dilsozbin, dijî kêm firsendan hîşyar bimînin!”, “Hawar kurdino xwedîtîyê li zarokên xwe bikin, bila zarokên we bi ziman û hestên xwe yên neteweyî mezin bibin!”, “Hawar kurdino bixebitin xwe ji xizantî, nezantî û bindestîyê rizgar bikin!”,”Hawar Kurdîno sextekar, sixwir, xwefiroş û xapenokan re nebin heval û hewza xwe ji wan bikin û firsendê nedin wan.”, “Hawar kurdîno fesadî û derewan nekin!” û her weha hawara Ehmedê Xanî bi erşê ezmanan ve çû, lê kurdê me yê nezan, xesûd û kurdperwerên qestok ji deng û hawara Ehmedê Xanî re xwe dan k’ertîyê û kertîyê… Ez, em, hun divê bixwe hîn jî li ser şopa Ehmedê Xanî bin. Daxwazên wî daxwazên me bin. Ez, em weke miroevên kurd, ev tiştên ku Ehmedê xanî xwastîbûn, em wan hemûyan bixwazin!.. Ez Kurdîstanek di bin îdareya dewleta Kurdistanê de ye dixwazim. Ev dewlet jî çi nirx û etikên mirovatîyên û edaletên ku hene di nava xwe de bi polayî û bê tawiz bi kar bine dixwazin.. Ev gelek kes ku dibêjin ev ne mumkune jî, lê ez her Kurdistanek serbixwe dixwazim ji bo rojhilata navîn bigêhêje aramîya xwe. Hemû gelên rojhilatê bila derkeve qata aştî, azadî û dostanî yê. Weke din ez tu rêyekî ji bo aştî, aramî, edaletê, dostanîyê û paşeroja şadmendîyê nabînim... Divê em daxwazên xwe aşkere bibêjin. Divê em kurd gor kirîterên rast û çareserîyê bibin xwedî helwêst… Dema ku em gor dilê neyarê xwe têkevîn rêya çewt û bibêjin “Tirkino, Farsino, Erebino, hûn hiç xeman mekin, li serê vê erdê û vê cîhanê qet kurdeke ku dewletek serbixwe bixwaze nîn e! Bes kurd demokrasîyê dixwazin(!) ” Ev daxwaz çiqasî di cîh de ye? Ev gotar gelo çiqasî raste? Ev dîtin çiqasî bê hemdî we ye?Sedsala 21î sedsala kurda ye. Kurda di destpêka sedsala 21î de ezmanê ewr, reş û tarî veda ye. Tîrêjê îro li Kurdîstanê da ye. Kurda îro li Başurê Kurdistanê dewleta xwe damezrandîye. Ev sibe li rojhilat, bakur û seranserê rojava jî pêk were. Hiç xem û tirs, hiç bêbawerî û bê vîn memin in. Roj roja me ye!Bes divê em jî weke Ehmedê Xanî; welatperver û kurdewar bimînin… Xeterîya me ya esasî eve ku em kurdewarên lawazin. Kurdperwerîya me temam nîn e. Em negîhîştine realîteya kurdperwerîyê. Em etnisîteyeki qedim in, bes nasyonalizma me masum û minal e. Ji bo wê her nasyonalîstên nijadperest yê weke Tirk, Ereb û Ecem me didin ber şirmaq û gulebaran dikin, digurmijin ser me û me linç dikin … Em dijî van kiryaran, xwe bê çare dibînin û dibêjin “Em birane! Em cudakar nîn in! Em aştîyê dixwazin! Ataturk soz dabûn me da ku muxtarîyet bidana me, lê hûn bi ya wî nakin! Em dijî dewleta uniter nîn in! Em dijî Lozanê nîn in! Xetên tirkîyê yê sor ji bo me qebul e... Em tişteki ku bixwazin nîn e, bes em demokratin demokrasî û aştîyê dixwazin! Kurd mafê neteweyî yê çarenûsî ji naxwazin! Bes dixwaze li deştê sîyasetê bike..” û hwd. de were vê tofan barana ku kurd li xwe dike!!! Tiştên ku gelê hemû cihanê ji bo xwe xwastîye û dixwaze, geleki ji kurda çavtirsî bûne ji bo xwe naxwazin.. Nika ez ji wan daxwazan re divê bikenim an bigîr im?! Daxwaza min, xem û xeyala min di stranek Mamoste Şivan Perwerî de derbirîn dibe ku dibêje; “ Em miletin bibin dewlet!” . Weke dî hiç rêyek tunîne ku miletê kurd ji vê helandinê felat bibe …Kesayetîya şadmendî, bingehîna civata şadmendîyê ye. Îro dîyarde bûye ku ev civatên ku herî zêde xwendevanin, herî zêde jî bi aramî dijîn û şad in. Lê em îro dibînin ku kurd zêde naxwînin. Ev kurdên ku bi zimanê xwe dixwîne, bi zimanê xwe diaxife û zarokên xwe bi kurdî şad dike çendin kesin? Em dibînin ku herî diçin li Bakurê Kurdistanê kêm in û kêm dibin.Ev kurdên ku Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Pertev Begê Heqarî, Piremêrd, Nalî, Şêx Evdiremanê Axtepeyî, Şêx Riza Talabanî, Elî Findiqi, an jî berhemên ku nû derketîne û derdikevin weke roman, çirok, ceribandin û hwd. ku dixwînin û jê şadmendîyê distînin çend kesekin?!Gelo hûn bixwe hefteyeki de, meheyekî de, an jî salekî de çend kîtêb, çend kovar, çend rojname û çiqasî dikarin ku kurdî bixwînin? Dema ku bersîva we pozîtif nebe, hûn ji xwe xeyîdîne, dur ketine, nezan mane û herî muhîm eve ku hûn an nezan in, an jî şadmend nîn in!!! Gelo em evqasî gazîndeyê xwe dikin û dibêjin ku; “Cîhan alem li me zilm û zordarîyê dike. Em bindest in! Em reben û hêjarin! Em demokrasîyê dixwazin kesekî ku bide me nîn e!” û hwd. Gelo tu dizanî ku demokrasîyê bijî? Te çiqasî ji alîyê demokrasîyê ve xwe têgihandî ye? Tu ku evqasî demokrasîyê hezdikî te ji bo demokrasîyê çi ked daye? Gelo gundî dikarin demokrasîyê bijîn? Nexwendevan dikarin dewletê rê ve bibin? Gelo tu dikarî di gor çerçeveya neteweyekî xwedî dewlet nin e demokrasîyê binav bikî? Lê Ehmedê Xanî 311 berê ev demokrasîya ku ji bo wê hesret dikişandin û bi zelalî tarîf dikirin… Lê em dibînin gelek kesên ku xwe weke rewşenbîr tarif dikin îro jî qasî Ehmedê Xanî ku sêsed salî zêdetirin berê jîyayîbe jî nikarin ku demokrasîyê qasî wî tarîf bikin û binirxinin, pir mixabin!!!Gelek rewşenbir û sîyasetmedarên me jî bê mubalaxa Ehmedê Xanî nexwendîn e. Lê wê desthilatdarîyê ji xwe re heq dibînin û di derheqa Exmedê Xanî de piste pistîyê dikin. Xwe zanayî nîşan didin. Paşê jî çewtîyên xwe li Ehmedê Xanî bar dikin…Divê Ehmedê Xanî rast bê fêm kirinî… Rast bê şirovekirinî.. Kurdên “Dewlet Nexwaz” nikarin Ehmedê Xanî hez bikin.Ehmedê Xanî Remza Zanyarî û Serxwebûnê ye. Tu Kesek nikare ku helwêsta wî çewtetarîfe bike! Dipirsim ji xwe û we; Gelo… Gelo em / hûn û ev ji Ehmedê Xanî re çiqasî bi dilsoz in?

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.