ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Rojhat · 15.09.2006 · 2 dîtin
Li ser teqandina bombeya li Amedê ku tê de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bûbûn, nerazîbûn û xwepêşandanên gelê Amedê dom dikin. Piştî ku teqandina vê bombeyê, rêxistina terotîstî ya Tugayên İntikamê ya Tirk da ser xwe û diyar kir ku wê ji bo kuştina her eskerêk Tirk, 10 hemwelatiyên kurd li Amedê bikujin, gelê Amedê daxet kolanan û bi şêweyekî tund bersiva van qetilkaran dan. Nerazîbûn û xwepêşandanên gelê Amedê ku do dest pêkiribûn ev ro jî li kuçê û kolanên wek Baxlara, Riya bazdanê, Elîparê, Merga ahmedê, li Derê Ciyê û li gelek cî û deverên din dom dike.Li hin kuçe û kolanan di navbera xwepêşandêr û polêsan de şer û pevçûn derket. Ciwanên kurd, polêsan dan ber keviran, polêsan jî, bi hemû hêza xwe êriş birin ser xwepêşandêr û li wan dan. Di van pevçûnan de gelek kes birîndar bûn û hêjmareke mezin ji xwepêşandêr hatin binçavkirin.Gelê Amedê, ji rayedarên Dewletê diyarkirin ku heta kiryarên vê teqandina bombeyê neyên dîtin û nêyên bên cezakirin, wê nerazîbûnên xwe dom bikin. Hemû gelê Amedê sê roj şîn îlan kirin û reş girêdane, Esnafan jî ji bo nerazîbûnê û ji bo faîlên vê bûyerê bên dîtin û bên cezakirin deriyên dukanên xwe girtine û wê heta sê rojan venekin.Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê jî, hin sazî û dezgeyan daxcuyaniyek belav kir û vê bûyerê bi tundî şermezar kir.HAK-PARê di daxuyanijya xwe de diyar kir ku di dinyayê de tenê gelê kurd bê dewlet maye û heta ku pirsa kurdî nêyê çareserkirnê, demokrasî û aştî nayê Tirkiyê û Rojhelata Navîn.Tu kes û hêz nikarin gelê kurd, bi êrişên weha û zilm û zordestiyê tune bike, divê herkes ji mafê rewa yê Gelê kurd re hunmetê bike.Mihemed Eren/AmedKurdistantv
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.