Ramyarî

Gazinên Kurdên Musil Ji Hikumeta Kurdistan

Firat Dîcle · 26.09.2006 · 2 dîtin

Pêştî gefên Erebên Sune ên Terorîst li dijîn Kurdên Musil u devr u berên Musil rojane Dehan malbatên Kurd, Bajarê Musil bicîh dihêle u ber bi bajarên Kurdistan’ a azad tên. Ev demeke dur u dirêje ku teroristên Ereb li bajarê Musil êrîş tînên ser Kurdên Musil, heta niha bi sedan Kurdên Şebek, Êzidî u Kurdên Musliman bune qurbanî, bi hezaran Kurd bi neçarî dev ji mal u mûlkên xwe berdan ber bi Kurdistan’a azad hatin. Kurdên ku Musil u devr u berên bi zora terorîstan koçkirine gilî u gazin ji partîyên Kurdistan u ji Parêzgerê Musil dikin.  Kurdên koçber divên kesek ji bo parastina wan hewl nedaye u ew jî bi neçarî ji bajarên bav u bapîran koç kirine. Kurdên koçber daxwazî ji hikumeta herêma Kurdistan dikên, alîkarî u piştgirî bidin wan u mafên Kurdên Musil biparêzen ri neden terorîstan ku êrîş bînên ser wan. Niha rojane 10’an malbatên Kurd ji Musil diçin Kurdistan’a azad. Firat Dîcle

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.