Ramyarî

FIKIRA KU ÊZÎDÎ DIKARIN KEVNEŞOPÊN DÎNÊ XWE DI NAV MAL Û KOMELÊN ÊZDIYAN DE

Kemal Tolan · 14.12.2006 · 2 dîtin

FIKIRA KU ÊZÎDÎ DIKARIN KEVNEŞOPÊN DÎNÊ XWE DI NAV MAL Û KOMELÊN ÊZDIYAN DE

FIKIRA KU ÊZÎDÎ DIKARIN KEVNEŞOPÊN DÎNÊ XWE DI NAV MAL Û KOMELÊN ÊZDIYAN DE BIPARÊZIN Û PÎROZBIKIN XURTIR DIBE !Xûşk û birayên hêja, hevalbendên Êzdiyatiyê ! Li goriya ku ez dibînim û gelek ji we rêzdaran jî dizanin, ev çend hezar sale qala vî navê Êzî û kevneşopiya cejn(îd)a Êzî di zargotina xas, qelender, ilimdar, dînzane û rusipiyên Êzdiyan yên cûr be cûr û her weha di nava gelek netew, civak, ol, destan û pirtûkên dîrokî de hatiye û têye şîrovekirin. Lê, ez bawerim hîna jî kes ji me bi rêk  û pêk nizane ka ev kuriya vê mîtolojiya Êzî ji kengî ve û ka vêga hêjî di nav çend olên ku hebûna Xweda yê bêşirîk e nasdikin de û bi çend navan tê ye pîrozkirin.Hêvîdarim ku pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan û ramanvanên me Kurd û Êzdiyan hêjî  zahmet bidin xwe û bikaribin ciyê gelek ji van kêmasî û valiyên di nava dîrok, kultur û mîtolojiya me Kurdan de hene  bi zanistî dagrin. Da ku em Êzdiyên li nav û derveyî welat de dijîn jî, bikaribin bi xebat û zanîna xwe hîna zêdetir ji civak, armanc û mafên xwe ra xwedî derkevin.Ez gelekî dil xweşim ku, li ser wê fikir û bingeha beriya çend salan* hatibû danîn, îro li gelek mekanên di nav û derveyî welat de û bi taybetî jî êdî di nava piraniya mal û komelên me Êzdiyan yên li almaniya yê de, ev cejna Êzî ya sala 2006 an bi tifaq, kêf û şahiya me Êzdiyan têye parastin û pîrozkirin.(Weke nimûne binêrin yên  li: 

  1. http://www.yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews,
  2. http://www.kaniya-sipi.de/kurdish/cejna-ezid-reklam2006.jpg,
  3. http://www.malaezidiyan-berlin.net/modules.php?
  4. http://web14.hamo-host.de/wene.lalish/ezidi_sulingen2006.jpg 
  5. http://www.yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews[tt_news]=297&tx_ttnews[backPid]=22&cHash=fc9ef0485c ,
  6. http://www.lalis.org/CMS_Programme/Papoo3_RC3/index.php?menuid=8&reporeid=76
  7. û hwd.ê) 

Ez cejna Êzî li tevaya Kurdan, heval, xêrxwazên Êzdiyatiyê û bi taybetî jî li we hemû rêvebirên civak, mal û komelên me Êzdiyan pîrozdikim ! Her weha ji Xwedê û Tawisî-Melek lava dikim ku em timî tevî heskiriyên xwe weha bi dilxweşî bijîn û hûn di saxî û armancên xwe de jî her serkevtî bin.Kemal Tolan* = DENGÊ ÊZDIYAN -1994, Divê em Êzdî jî bikaribin kevneşopên dînê xwe di nava mal û komelên Êzdiyan de biparêzin û pêşve bivin.

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.