ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Dr. Xanna Omerxalî · 25.05.2007 · 2 dîtin
“Ferman e, dadê, ferman e...” “Ferman e, dadê, ferman e...” Dr. Xanna Omerxalî derheqa bûyarên heremên Şêxan, Dihok, Mûsil û Hewlêrê Kengê meha Sibatê da (her piştî Eyda Xidir Nebî) buyarên herema Şêxanê qewimî bûn, min têlêfonek êzdiyên Êsivnî kir, da ku rastiya qewmandina bizanbim. Ewil çi min bihîstiye di lûla telefonê de ev buye: jineke êzdî ku bi xof û tirs di dengê wê da digiriya û digot: „Ferman e, dadê, ferman e“... Bûyarên heremên Şêxan, Dihok, Mûsil û Hewlêrê ez pir êşandim û wek merîkî welathiz û milethiz kire nava mitalên kûr da. Piştî analîza wan bûyaran û pey mitalên kûr û dirêj ra taba min îda ne hat û min jî xwest hine fikirên xwe bidime eyankirinê xûşk û birayên hêja ra. Êzdiyatî û civaka tolêrant. Çawa em dizanin dînê êzdiyatiyê ser axa Kurdistanê çê bûye. Koka bîr û bawariya ayîna wî dînî diçe kûraya hezarsaliya û digihîje dînê Îndo-Ariya. Êzdî bi zimanê kurdî dua-dirozgê xwe dikin, bi zimanê kurdî ebabetî Xwedê dikin. Qewl û beytê êzdiyan, qise-çîrok û serhatiyê wan, şîn û şayê wan, def-dewatên wan, eyd-cejnên wan, rê û rism, urf-edêt, rabûn-rûniştandina wan, fikr û xeberdan, şîret û terbetên wan – gişk bi zimanê kurdî ye. Dînê êzdiyatiyê dînê netewê kurdayî herî kevnar e. Qewl û beyt, qise û serhatiyê êzdiyan bi felsofiya xweyên kûr va tên dîtinê wek xezna kûltûra netewê kurd, serfirazî û kubariya wana. Êzdiyatî – yek ji dînên Rojhilatê yê yekxwdayetiyê – kurdeyatiya lapî paqij û kevnar e. Hezar salî zêdetir pêjda û heta roja îroyîn jî xêrnexaz û dîndijminê êzdiyan çi şer, şiltax û xeybet bêjî ku ne avêtine wan û ola wan. Wan bêbexta digotin û heta niha jî dibêjin ku yanî ezdî melekê neqenc û hêzên tarî diparêzin, û hwd. Civaka êzdiyan civakeke pir tolêrant û mirovhize, civakeke dûreşer û xêrxwez e. Edilayîhizkirin rikinê Dînê Êzdiyatiyê ye. Dînê êzdiya û êzdî qedirê hemû dîna û mileta digirin û tu carekî jî qewmandineke wisa dîrokê da nebûye wekî bi sebebê dînî êzdî eskerên xwe êriş kin ser musulmanan yan xaçparêzan. Êzdî nava gelek dua û dirozgê xwe da jî dibêjin ku Xwedê pêjda bila bê hewara 72 miletî, pasê bê hewara êzdîxanê... Zewac û asîmîlasiyon. Zewaca êzdiyan tevî kesên ji dînê mayîn qedexe ye (di ola êzdiyan da gere bi hişkî bê qetandinê her sê ferzan – yek ji wan jî qedexekirina zewaca bi vî teherî ye), lema jî êzdî her tek tenê ji dê û bavê êzdî tê dinê. Hewce ye ez bêjim, ku sedemê neqebûlkirina zewaca serbest nava civaka êzdiyan da hin pirsa dînî ye, hin jî pirsa sawê ye ya helandin-asîmîlasiyonê ye. Ew hezar ferman ku hatine rakirinê ser êzdîxanê bin beyraqa sirmaniyê da, dest wê zor û zulmê, qetlê, qirkirinê û sekinandina ber pirs û sawa helandinê şik u şayîş ketine dilê êzdiya, xeysetê wana kirine nonanî pola û wisa jî sebira gelên êzdî bûye sebira Eybê kurmaxarî. Ev wedekî dirêj e, weke hezar salî zêdetir e ku prosêsa helandin-assîmîlasiyona êzdiyan bi destê zorê dimeşe ser erdê Rojhilata Navîn û hetanî roja îroyîn jî aktûêl e. Bi zora şûr dînguhastin û kuştina êzdiyan, wêrankirina mal, ziyaret, û mezelên wan, û bi kirina pir tiştên kirêt va xwe didine eyan kirinê dîndijminê êzdiyan, dijminê netewê kurd û neyarên Kurdistanê. Çimkî bi wî teherî ewana kurdê êzdî û kurdê sirman berî hevdu didin û xwestin-planên xwe tînine sêrî. Lîstikên qilêre bi vî cûreyî heta roja îroyîn jî ewana dileîzin ser Êzdîxanê û Kurdistanê. „Govenda neyara“. Meneke xemgîniya min e herî mezin jî ew e, ku vê govenda neyara da, bin miqamê dijminê kurda da her tim û vê demê jî reqasçiyê lapî eşq birakê me – kurdê sirmanin yê qafterî ne. Piraniya kurdên sirmane belengaz-xûsk û birayê me rastiyê dereqa ol u dîroka êzdiyan da nizanin, û lema jî hinek ji wan ne ola êzdiyan qebûl dikin, ne jî êzdiyan û hinek ji wan jî bi hêsatî dikevine ber bayê dijmina. Ev pirsa, bi texmîna min ne ku tenê kêmasî lê wisa jî bêxemiya rewşenbîrên kurd, karkerên kurdayê siyasî, civakî û olî ye. Eva pirsa kêmasî û têberdaneke herî mezin e ya Wezîretên karûbarên «olî» û kûltûrî (çandî) yê ya Hukumeta Herema Kurdistanê. Wexta merî wan bûyarên ku hatine qewmandinê li Şêxanê, Duhokê, Mûsilê u Hewlêrê elek û bêjing dike, dibîne ku sûcdarê ser elekê mane neku tenê pilandarên neyarin, lê wisa jî êriş kêşên wan – kurdên sirmanê yê şaşbûyî jorgotî ne. Kuştina wê keçka êzdî – Dua Xelîl Eswed – ez ecêbmayî hîştim û ez gelekî ber xwe ketim. Rast e êzdî û dînê êzdiyatiyê qebûl nakin zewaca tevî kesên ji dînekî mayîn. Lê rastî ewe jî, ku di dînê êzdiyatiyê da dubare qedexe ye kuştina meriya: ew tê hesabê wek gunekî pir giran, kîjan nayê afû kirinê ne vê dinê, ne jî wê dinê da. Çimkî dayîn û standina ruhê meriya her tek tenê dest Xweda dane. Kuştina wê tifalê, ew jî bi wî cûreyî, kirina meriyên bêxwedê, bêbext, bêxof, kûvî û sewdaser e! Ev kirina cahilên êzdiyan yê şaşbûyî û qafterî gerekê dînê êzdiyan va neyê girêdanê. Ez dixwazim bidime bawerkirinê ku ev pirsa dînê êzdiyan va negirêdaye û sebebê vê bûyarê ne êzdiyawarî ye! Bûyarên bi vî cûreyî têne hesabê wek îş û îcatên gelên rojhilata navînê bi deng û eyan in. Ev bûyara bermayê adet û xeysetên gelên ereb, tirk û faris e. Eva nexweşiya wan gelên Rojhilata Navîn e ku me dane navkirinê. Ez bawer im ku zûtirekê wê dîwana wan sûcdarê wê bûyarê bê kirinê û ewana wê bêne cezakirinê. Û wisa jî ez guman im ku vîrûsa vê «nexweşiyê» wê zutirekê bê hildanê û civakên me wê ji vê «nexweşiyê» bêne qenckirinê. Wisa jî cayîze û hewce ye ez bêjim wan kesa ra yê ku ev bûyar kirine kasêt û CD, wek benûştê deva û dezmala destê reqasçiyê govenda dîndijminê êzdiyan û neyarên netewê kurd û Kurdistanê – yeke hûn naghîjine mirazê xwe, armanca we nayê sêrî – terka wan lîstikên qilêr bidin! Nezanbûna dînê êzdiyatiyê. Ev bûyarên heremên Şêxan, Duhok, Mûsil û Hewlêrê careke mayîn dîsa didin eyan kirinê nezanbûna dînê êzdiyatiyê nava piraniya civakên kurd da û çawa bûyarên paşîn nîşan dan – helaqetiya xirabiya veşartî bi êzdiyan heye... (dibe ji ber ku êzdî karibûn bi rijadina xûna kal-bava Dînê Xweyî Eslî yê Kurda biparêzin û xweyî kin?..) Lê ez zehf guman im, ku ew fikra min şaş derkeve û sebebê van bûyaran di pirsgirêka bi şaşî zanebûn yan jî nezanbûna dînê êzdiyan va girêdayî be, ku wê ev pirsa bi hîmlî bê zelalkirinê nava kurdên sirman da û wê wana eseyî bidine naskirinê paqijaya ola êzdiyatiyê va. Kengê ez beşdarê Konferansa Hemdewletî ya Lêkolînên Kurdî di Kurdistanê Îraqê (Hewlêrê) da (meha Îlonê 2006-a da) bûm, min axivtina xwe li ser hine pirsên dogma ya ayîna ola êzdiyan pêşkêşî guhdaran kir û hema wêderê jî gelek gotin û şirovekirinên min li ser pirsa Tawisî Melek bûn. Paşê kurdekî musulman, ku doktora xwe dinivîsiya, nezîkî min bû û wa gote min: „Ez gelek ji te sipas dikim ji bo axivtina te ya balkêş, min nizanbû ku êzdî ne „xirabîperist“in. Ez carekî ewil dibihîm, ku Tawisî Melek ne ruhê xirabî ye ne jî melekê neqenc e, lê gere bi cûrekî din bê fehmkirinê. Sipas“... Ez hêvîdarim û bawarim ku rewşenbîrên me tevî siyasetmedara û karkerên Wezîretên karûbarên «olî» û kûltûrî yê ya Hukumeta Herema Kurdistanê ser vê pirsa ferz wê kar bînin û wisa jî zelalkirin û çareseriya wê pirsgireka êzdiya û ola wan wê bibe borcekî giran û bikeve situyê her kesekî netewê kurd boy yekîtiyê û tifaqê. Eva borc û barekî giran e, lê feqet dest xwestin û gihîştina nêta xwe em dikarin û lazim e ku ewî borcî em bi merîfetî biqetînin boy azadiya û serbestiya Kurdistanê. Dengê milet û pirsa Tifaqê. Hinek ji gelê meyî pirogirês û welathiz, wisa jî piraniya komalên êzdiyan li der xwe ker nekirin, dengê xwe bilind kirin nava civîna da, nivisê xwe weşandin ser malperên Intêrnêtê, neme û gotar nivîsîn, gelê êzdî derketine mîtînga û meşê (li bajarê Rewanê, Birûsêlê, Mûnxênê, Bîlîfêldê û ciyêd mayîn), kîderê neqayîlbûn, xemgînî, acizbûn û xwestinên xwe wan bûyara ra dane kifşê. Gelê Êzdî li Kurdistanê Îraqê da gere bizan bin, ku xûşk û birayên wan yên êzdî di dewletên Europayê, Rûssiyayê, Ermensitanê û dewletên din da û wisa jî piraniya netewê kurde pirogirês tim pişta wan sekinîne û bila gumana xwe ji wan nebirin. Gelek rewşenbîrên me yên êzdî û kurdên sirmane milethiz dengê xwe bilind kirin û wan buyara dane kifşe wek rûreşiya milet. Ev rojên oxirmên giran ku netewê kurd navdan e, yekitî û tevgirêdayîna hemû civakan (ya Êzdiya, Kakaya, Suniya, Elewiya û yêd mayîn) gerekî eseyî be qewîn kirinê. Em vê demê pir hewcê yektî û tifaqa qewînin. Di duaya êzdiyan „Dua Tifaqê“ tê gotin, ku „Pedşayî tifaq ÂÂkir“, „Tifaq, bawirî ji nav Xwed ye“, „Tifaq ser hemû erkan e“, „Dîwana elahî ser hemuy tifaq e“, û hwd. Ez xûşk û birayên xwe yên êzdî ra dibêjim rastî û borcê me ew e ku em Dînê xwe miqat bin û paqij xweyî kin. Ez hêvîdarim ku hûn bawer nekin sozên xêrnexwezan (dîndijmina) û sond û adên wan. Armanca lape mezin ya hîmdarên û tembîdarên wan bûyaran ew e ku kurdê êzdî û kurdê musulman rakine berî hev, wana bikişînine nav şerê birakujiyê da, êzdiyan bidine kuştinê, miskenê êzdiyan weran kin û dîsa riya kocberiyê bidine pêşya wan. Êzdî û Êzdiyatî – Kûbartiya Kurda û Kurdistanê ne, ji her aliya va: ji aliyê erdê va (êzdî di dilê Kurdistanê da dijîn û Lalisa Nuranî jî erdê Kurdistanê dike pîroz), ji aliyê dîn va (dînê xwe yê qedîm xweyî kirin), milet-êtnos (bi alîkariya sîstema kastê xûna xwe ya paqij xweyî kirin), ziman (kîderê êzdî bijîn jî tenê bi kurmancî diaxivin û têkstên dînî bi kurmancî tên gotin), ji aliyê çandê va (mûzîk, cejn, û hwd.). Ma êzdî ji Erdê Kal-Bavên xwe yên pîroz û qedîm niha herin ku?.. Neyarên me pir ber xwe dikevin bona benda 140 ya rêfêrêndûmê. Ez bawerim ku gelê êzdî we dînhizî, milethizî û welathiziya xwe bida eyankirinê gurkirina qewata yektiyê û tifaqa netewê kurd va û bi razîbûna xwe benda 140-ra wextê rêfêrêndûmê – wê bêje erê boy xweyîkirina ax û meskenê kal-bavan, ola xweye qedîm tevî Lalişa Nûranî, boy silsileta tê û wisa jî boy azadî û serbestiya Kurdistanê. Ez dixwezim banga xwe bigehînime serokê herema Kurdistanê – birêz Masûd Barzanî, serokê hukumeta Kurdistanê – birêz Nêçîrvan Barzanî, serokê parlamêntoya Kurdistanê – birêz Adnan Muftî, cîgirê serokê parlementoya herêma Kurdistanê – birêz Kemal Kerkûkî, ku ewana wê bi destê qanûna û qewata hukumetê neku tenê bidine sekinandinê û wisa jî bi zûtirekê bidine kifşkirnê u bi kokê va bişewitînin meniyên ewê dawiya birakûjiyê û meşa dîskrîmînasîoniyê dijî êzdiyan. Ez bawerim ku ew meriyê serwêr, tembîdar, sûcdar, neheq û gunehkarên wan bûyaran û wisa jî terbandarê yekitiyê û tifaqê wê bi sertî û hişkî bêne cezakirinê. Wisa jî ez bawerim û gumanim ku ew serokên birêz wê sehet û qewata xwe neêşînin boy çareserkirina pirsgireka êzdiyan û wisa jî boy paqijkirina erdê Kurdistanê ji wan kesên neyar-nemam-neqenc yê ku toxmê birakujiyê, têrrorê û fanetîkiya sirmaniyê dixwezin bireşînin. Dr. Xanna Omerxalî Gulan 2007 / Almaniya yeziden.de News
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.