ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
WEZÎRÊ EÞO: · 25.05.2007 · 2 dîtin
cavkanî Yêzîdin.deLi xerîbyê beseke ne bi xêr li min daket... Pêlekê pêşda li Yêrêvanê wefat kirîye kurapê meyî ezîz Fêrîkê Ûsiv.Besa mirinê tiştekî pir kedere, xwasma ya mirina yekî mînanî Fêrîk. Derdê mirina Fêrîk derdekî giranî bê dermane... Û hezar qatî giran û kedere, gava tu wê besê li xerîbîyê dibhêyî. Çawa dibêjin, destê te ji erd û ezman diqete, nizanî çi bikî, kî alî herî, ku ew barê giran li ser dilê te hinekî sivikbe, ku hinekî bînê bikşînî û sebira te bê. Û gava çar û mikan dest te nakevin, ew derd dibe mîna parîkî ber mêrivda bimîne... Bi mirina Fêrîkê Ûsiv gelê kurda û xwasma edebyeta kurdî zîyaneke mezin ketin: me selmîyanekî miletê xwe, helbestvanekî xweyî bi nav û deng, herî talant (kemal) bi goveka kullî kurd û Kurdistanê, welatparêzekî şewat unda kir. Û kedera here giran ewe, ku şûna Fêrîke valabûyî degime van sal û zemanên nêzîk tije bive,ji berku yê weke wî , çawa dibêjin, degme têne rû-hewata vê dinê. Me got, derba here giran gîihşte edebyeta kurdî, xwasma ya li Ermenîstanê û Sovêtistana berê, ji ber ku bi saya serê Fêrîkê Ûsiv û çend hogirên wî ewê edebyetê bejin kişand û cîyê xweyî layîq girt nava temamya edebyeta kurdîda. Fêrîkê Ûsiv xwe pê-pê li rêça kilasîkê edebyeta kurdî girt, bi cûrê kilasîkî nivîsî, lê bi çêkirina sifetên bedewetîyê yê nû, bi sêwrandina serecem, naveroka anegorî halê kurdîtiyê û Kurdistanêyî îroyîn ewî xeteke nû vekir, ya xwerû fêrîkî... Mirin, çawa divêjin, emirê xwedêye. Lê mirina Fêrîkê Ûsiv awa boy çi li min dijwar û keder tê? Ew benga efrandarîyê ya here xweşda ji vê dinya ronik çû – 63 salîya xweda. Kedera mayîn ewe, ku nexweşya şekir nehişt bi vê dinê lezetê bibîne. Fêrîk bi helbest û destanêd xwe lezeteke xweş da, dide û wê hela zemanên dirêj bide xwendevan, gelê xwe, lê bi xwe jî ji wê lezetê bêpar ma... Dereca mayîn, ku ji nexweşîyê jî pirtir ew zêrand û dil-kezevê wî xişivand – ew bindestî û azadnîbûna cimeta wî bû... Kurdim, kuyî Kurdistan?... Wey dîl û bindesta min... Fêrîkê Ûsiv aşiq û maşoqê Pampê bû, berhemên xweda her wa pesinê çîya û banî, gelî û newal, gerr û mêrg û zevî, xam û beyar, cew û kanîyên gundê xwe daye, her wa methê wanda bûye.. ewî ruh ber wanda anîye, zar û ziman kirîye devê wan ... û ew gişk boy vê yekê deyndarê Fêrîkin... gotî miqatî li ruhdayê xwe bikin, ewî weke dayka helal paşila xweda biparêzin. Û Dibûrîyê dewranî wê axa xwe, kevir û kuçkên xwe yê hişke hola jêra bike belgî û berpala qaztûkî, ku bi wê yekê bin emekê pesindarê xwe derkeve. ...Efrandinên, ku bi destê Fêrîkê Ûsiv hatine nivîsarê, wê edebyeta kurdîra bimînin heta hetayê, usane, nemirin heta edebyeta kurdî û xwendewanên wê hene. Fêrîk, navê wî jî wê bi wanra her wa bijîn û nemir bimînin... Fêrîkê remetî meriv û helbestvanê bi govek, bi aqara miletîyêye. Û lema jî em dikarin sifte koranîyê xweda bînin boy wefatkirina şayîrê xweyî ezîz û hizkirî û peyra her tenê bêjin: - Bira gelê kurd û Kurdistan xweşbin! s. 1997,Bêlgîya ESKERÊ Boyîk: SERXWEŞÎYA MIN Keserên tel hêsirada şil bûne, wax, Giran bûne vê êvarê ser dilê min, Caw anîne, cawa nebxêr, cawa dilêş, Wefat bûye helbestvanê meyî mezin. Ew ji xûna Cizîrî bû, ji malbeta Feqîyê Teyran, Qewalekî Lalêşê bû, pêşîmamê helbestvana, Dewrêşekî Zerdeştî bû, çîrokbêj bû, Ku bang dida ji kûraya dewir-zemana. Pala çîyayê Elegezê, êla kurdan, Em heval bûn, em hogirû bn, hev ra bira, Çi ferman bû li me rabû?Kê zanibû, Wekî îro ewê wirbe, ez li vira. Xem û xiyal, hisret-hêsîn û bîranîn, Hev ketine mîna lêya der biharê, Li nav wan da rûniştime tenê, melûl, Hêsirin tek çevê minra têne xarê. Ne kes dengê min dibihê, ne jî rêye, Wekî rabim, berêx bidim Pampa wêran, Xwedê bira xirav bike vê xerîbyê, Vê rev- bezê, vê qedera meye giran. Wî Pampêda xwera koşk û sera çê kir, Bengî bû ser: tucar nehîşt Pampa xwe dê, Pampê da jî ew bû heykel, ew bû kilam- Helbestvanê gelê xweyî heta hetê. Ezê îşev xwe bavêjim li ber bextê Van teyreda, bira nekin minet, qisûr, Dilê minî tije hêsir baskê xwe kin, Bivin pala Elegezê, tepê Dibûr. Serxweşya min bidin koma êzdîxanê, Û ramûsin destê dayka meye şîrin, Bira ewan kilamekê bavêjin ser Fêrîkê me, halê kurda, xerîbya min. Xem û xiyal, hisret-hesîn vê êvarê Hev civyane, giran bûne ser dilê min, Caw anîne, cawa nebixêr, cawa dilêş, Wefat kirye helbestvanê meyî mezin. s.1997 [1] Qulixa paqişkirina soqaqa
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.