Ramyarî

Ferhad Talabanî bû bi berpirsê Ofîsa Komîsyona Bilind li Kerkûkê...

Kurdistanî Niwê · 10.10.2005 · 2 dîtin

  Roja 09.10.2005 bêshê yekem ê Reshnivîsa Destûra Daîmî bi zimanê Kurdî gîhîsht ji bo Bajêrê Kerkûkê, ku pêkhatibû bi 25 hezar dane.... Bi heman rojê bi amadebûna nûnerê Parêzgeha Kerkûkê, kopîyên Destûrê bi armanca gîhîshtina bi hevwelatîyan, bi ser rêkxiravên pîsheyî, medenî û demokratîk li Kerkûkê hatin dabeshkirin.Sercavek ji parêzgeha Kerkûkê bi Kurdistana Niwê rageyand : Di nav cend rojên tê di temamîya Reshnivîsa Destûrê digîhîje Bajêrê Kerkûkê, ku 75 hezar nusxeyan pêk tê. Ji alîyê din, pishtî ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ne razîbûna xwe bi derheqa kêmxemî û neheqîyên Ofîsa Kerkûkê a Komîsyona Bilind a Hilbijartinê li ser damêzrandina tenê karmendên Ereb û Turkmen di Ofîsê de û kêmkirina endamên Kurd di wê sazîyê de, pêshkêshî bi Komîsyonê li Bexda kir, Komîsyona Bilind bersiva vê nerazîbûnê da û Ferhad Talabanî wekî berpirsê Ofîsa Kerkûkê damûzrand, ku ji netewa Kurd e.Cavkanî : Kurdistanî NiwêW: Aso Zagrosi

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.