ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Basere · 08.10.2005 · 2 dîtin
Sînorê Kurdistanê ligor nexsha Herêmê pishtî careserkirina pirsa Kerkûkê, û qeza û nahîyên din, ên Kurd têde dijîn, dîyardibe. Reng e nexsha Kurdistanê nêzîkbe bi wê nexsheya ku me pêshkeshkiribû.Ev yeka hanê beshek bû ji bîr û rayên Felakedîn Kakayî, sîyasetmedar û sernivîskarê kovara Mergeyê li ser rewsha îro a Kurdistanê. Her wisa ew dibêje: Pirsa Kerkûkê û ew deverên ji Kurdistanê hatine qetandin, vê carê bi awayekî zelaltir hatine destnîshankirin.. Ez dikarim bibêjim xistina Kerkûkê û wan deveran li ser Kurdistanê misoger e.Di raporek tîmeka Asayîsha Netewî a Amerîkî de pêshnîyar dikin Kerkûkê bixin li ser Kurdistanê Di raporeka din a komîteyeka Kongresa Amerîkî de jî vê yekê zêdetir dicin û qala zarureta damêzrandina dewleta serbixwe a Kurdistanê dikin, ku ashtî û aramîya Rojhilata Navîn misoger dike.Cavkanî BasereW: Aso
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.