ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
PukMedia · 04.10.2008 · 2 dîtin
Êzdî û mesihî ji pesendkirina qanûna hilbijartinên parêzgehan ne razî ne PUKmediaSerokê Navenda Lalişê Pîr Xidir Silêman da zanîn ku bêyî çeşpandina mafên êzdiyan li gor destûra Iraqê, pesendkirina vê qanûnê binpêkirineke mezin û piştguhxistana êzdiyan e.Îro nîvro mesihiyên Deşta Musilê û parêzgehên din ên Iraqê bi bilindkirina dirûşmên wek” bila demokrasî li Iraqê bê tetbîqkirin” , “nabe mafên kêmneteweyan bê piştguhxistin” li parêzgeha Dihokê xwepêşandaneke hêminane sazkirin û pesendkirina qanûna hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê red kirin û tê de daxwaz kirin ku birgeyek taybet bi mafên kêmneteweyan bê derxistin.Xwepêşandana ku ji aliyê Civata Gelê Kildanî-Aşûrî-Siryanî ya Iraqê hatibû rêxistin, ji ber peykerê Barzaniyê Nemir ya li Dihokê ve dest pê kir û ber bi Yaneya Werzişê ya Dihokê ve bi rê ve çû û li wir jî xwepêşandanan daxwaznamek pêşkêşî serokatiya parêzgeha Dihokê kirin.Li ser xwepêşandana îro serokê Civata Gelê Kildanî-Aşûrî-Siryanî ya Iraqê Cemîl Zeyto ji Peyamnêrê re got:” Ji bo ku em nerazîbûna xwe ya li hember pesendkirina qanûna hilbijartinên parêzgehan der birin me vê xwepêşandanê saz kir.Bi pesendkirina qanûna nû ya hilbijartinên parêzgehan mafên kêmneteweyan hat piştguhxistin lewra daxwaz dikin paşkoyek bo qanûn nû bê derxistin ku neteweyên mesihî bigehin mafên xwe û kursiyên parlamentoya Iraqê bo mesihiyan bên desteberkirin.”Serokê civata parêzgeha Dihokê Fazil Omer jî ji Peyamnêrê re got:” Em piştgiriya xwepêşandanan dikin û li gor qanûnan divê kêmnetewe bigehin mafên xwe yên rewa.”Ji aliyekî din ve jimareyek ji sazî û rêxistinên êzdiyan pesendkirina qanûna hilbijartinên parêzgehên Iraqê wek binpêkirineke mezin ya mafên kêmneteweyan û piştguhxistina pêktayên din ên li Iraqê bi nav kirin û daxwaz ji serokatiya komarê kirin ku vê qanînê veto bike.Li gor nûçeya Kurdsatê Serokê Navenda Kulturî û Civakî ya Lalişê Pîr Xidir Silêman da zanîn ku bêyî çeşpandina mafên êzdiyan li gor destûra Iraqê, pesendkirina vê qanûnê binpêkirineke mezin û piştguhxistana êzdiyan e.Pîr Xidir got:” Em li dijî jêbirina madeya 50-ê ya vê qanûnê ne ku kursiyên kêmineyan destnîşan dike.Wek êzdî ne razî ne kêmtir ji 3 kursiyên me li Civata Parêzgeha Musilê hebe. Hêvdar in li bor rêjeya rûniştvanan, jimareya kursiyan bê destnîşankirin çimkî ger wiha be vê çaxê pişka me dê ji wê jî zêdetir be.”Birêvebirê karûbarê êzdiyan li Hewlêrê jî got:” Terxannekirina kursî bo kêmîneyan em wek şikesta demokrasiya li Iraqê dizanin lê hevdem radigehînin ku tenê kursiyek terxankirin ku di qanûna berê de amaje pê hatibûkirin, ne dadperwerane ye. Hêvîdar in jimareya kursiyên kêmineyan li gor rêjeya rûniştvanan bê destnîşankirin.”
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.