ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Kemal Tolan · 07.12.2008 · 2 dîtin
Ez weke xemxwarekî parastvanê kevneşopên Êzdiyan, vê yasaya Parlementoya Hukumeta Herêma Kurdîstanê ya ku bîryara pirjiniyê dipejirîne, şermezar dikim. Kemal TOLANXuşk û birayên hêja !Ez ji tevaya parlamanter û rêvebirên Hikumeta Kurdîstana azad lave dikim ku ew di zagonan de mafên jin û mêran wekehev bipejirînin. Û ew piştgiriyê nedine wan kevneperest, nezan û oldarên Kurdan yên ku ji bona menfêata kesayetî û fanatîzma xwe êrîşî ser mafên azadî û serxwebûna jinê dikin û vê yasaya pirjiniyê dipejirînin.Her weha hêvîdarim ku hemû rêzdarên endamên Meclisa Ruhanî ya Êzdiyan û tevaya berpirsyarên mal, komel û civata me Êzdiyan jî, helwesta xwe ya li dijî vê yasaya pirjiniyê diyar bikin.Rêz û silavKemal TolanBerhevkarê kevneşopên Êzdiyan07.12.08
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.