Ramyarî

Ez damezirandina NAVENDA ÇAND Û HUNERMENDEN EZDIYAN pîroz dikim !

Kemal Tolan · 01.05.2007 · 2 dîtin

Peyam:  Gava berpirsyarênHUNERMENDEN EZDIYAN ne birêz ez vexendime ser kongura xwe ya yekemîn û min nikarîbû beşdarî kongira wan bivim, min hingê ev peyama xwe ji wan re şand.  Ji mêvan, endam û rêveberên KONGERA HUNERMENDEN EZDIYAN re ! Mêvanên ezîz! Hunermend û rêveberên civaka me Êzdiyan yen hêja !  Ez bawerim gelek ji we rêzadran jî dizanin ku rola hunermendî û bi taybetî jî ya dengbêjiyê ji bo parastina çande û kevneşopiyên civak û netewa me gelekî girînge. Eger ne bi xêra vê hunera deng û gotinên hunermend û dengbêjan buya, wê ev dewlemendiya zimanê kurdî jî hetanî îro ne mana. Hunermendan di nava civaka me de  timî zargotina me parastine, di stran û kilamên xwe de xweş dane xwanê ku dijminên dîn û netewa me Kurdan ji berê ve hinek axa, beg û mîrekên Kurdan yên ku ji ol û nijada xwe şermdikirin û pêşiyên xwe înkardikirin ji bo berjewendiyên dagirkerî, paşverûtî, îdiyolojiya îslamiyê ye redîkal û desthilatdariya xwe xapandine.  Meriv vêga hêjî di hawar û qîrînên hunermendan de xweş dibihîze ku piraniya buyer û fermanên bi serê me Êzdiyan ve hatî jî, ji ber destên netewên xerîb yên ku (hîna di dema berî Zayîna Îsa de desthilatdar, Eskenderê Çarqurne(maqdonî), siltan û padîşahên Osmaniyan, Şerîatçiyên ku bingeha îdyolojiya Îslamiyê ye radîkal danî ne, begên Mongolan, Ereb, Tirk, Farisî û hwd.), hatine bi darê zorê welatê me dagirkirine û wan xwe firoş û xapînokên me ve derketine.  Birêzan, ji ber gelek egeren weha divê em baş bizanibin ku, ev kes û dewletên bermayên wan desthilatdarin dagirker û paşwerû tu carî  bi hemda xwe nahêlin ew zilm û zora ku bav-kalên wan li me Kurd û bi taybetî jî ya li me Êzdiyan kirine û yên ew jî vêga hîna berdewamdikin eşkere biven. Ji bo ku ew bikaribin van kîryarên xwe veşêrin, îro dîsa di bin perda rejîma hukumetên dewleta xwe ye şovenîst û dagirker de, hinek rêxistin û partiyên me Kurdan berdine pêsîra hevûdinê. Ew timî bi zanistî û bi hemda xwe nahêlin destkeftiyên Kurd û siyaseta Kurdîtiya resen pêşbikevin, Ew îro jî dîsa ji bo berjivendiyên xwe tenê dihêlen ku hinek rêxistinên rewşenbirî, civakî û grupên sivîlan di bin perda “demokrasiya dewleta wan” û di nav çerçova çapemeniya wan e serkeftî de hinek kes, tv, radio, rojname, kovar û malperên înternetê weşanên xwe biweşînin.  Bi dîtina min, divê hemû hunermend, berpirsyaren mal, komel, rêxistin û dezgehên me Êzdiyan hêjî gelekî haj jj erkên xwe ye netewî hebin û xwe bi niyeta wan e kirêt ne xapînin. Divê her zane, ilimdar, rêber û akademîsiyenên endamên civaka Êzdî ji van pirsgirêkên nezelalin ra çareseriyeke ku meriv karibe Êzdiyatiyê li her deverê û bi her kesî ra eşkere munaqeşe bike bivîne.  Ne şixwe, gava tifaqa hunermend û hevkariya mal-komelen me Êzdiyan di nava civaka me de bizanistî xurt û berfire ne be, wê ev berjewendiyên dagirkerî, paşverûtî, îdiyolojiya îslamiyê ye redîkal û gemara desthilatdariya  feodalîzmê hêjî nehêle ku em Êzdî bikaribin hinek pirsgirêkên kesayetî, helandina kultur, ziman, ji dîn derketina ciwanan, dijberîtiya di nava mal û komelên xwe de çareserbikin. Ev destkeftiyên dîrokî jî wê ji destên me derkevin û emê jî bivine alîkarê helandina çanada civaka ku bi hezarên salan kevn e.  Ez ji Xwedê û Tawisî-Melek hêvî dikim, dema ku hûn xuşk û birayên berpirsyaren di rêvebiriya TEVGERA HUNERMENDEN EZDIYAN de xizemetê ji bo parastin û pêşxistina çanda Êzdiyatiyê dikin, hûn tu berjevendiyên şexsî û rêxistinan nexine pêşiya yên netew û civaka me.  Her weha hêvîdarim ku hûn bikaribin li nav û derveyî welat de ji gelek pirsgirêk, nûjenkirin û guhertinên ku di bingehên kevneşopiyên Kurdî de çêdibin ra xwedî derkevin û em Êzdî timî bi deng, berhem, huner, kar û barên rêberîtiya we hêjayan serbilindbin.  Bila kongira TEVGERA HUNERMENDEN EZDIYAN ya di 14.04.2007 de ji bo tifaq, kar û barên civaka me li ser xêrê be û ji we re serkeftinê dixwazim! Her weha bejna xwe li ber hemû hunermend û dengbêjên ku parezvaniya çanda kurdî kirine û dikin, ditewînim. Dibêjim, bila rahma Xwedê li ser ruhê hemû hunermend û dengbêjên niştiman perwerê Kurdî ku kiras guhastine be .  Rêz û silavKemal Tolan- Mamoste û nivîskar Oldenburg,11.04.07 

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.