Ramyarî

Eywax! Mam Celal Carek Din Bu Serokkomar!

Rojhat Badikî · 12.11.2010 · 3 dîtin

Eywax! Mam Celal Carek Din Bu Serokkomar!


Demê, Mam Celal yekemîn car bu serokkomarê Iraq, wek her Kurdek ez jî pir dilxweşbum. Ji ji ber di dîroka Kurdistan cara yekemîne Kurdek bi nasnama xwe a Kurd u bi encamên têkoşîna tewgera rizgarîya Kurdistan bu serokkomar. Ev buyer, di dîroka Kurdistan buyerek pir girîng bu. Kurd bi xebatên xwe, bi têkoşana xwe karên rêveberîya welatek bikin.


Li çar perçeyên welat u Kurdên li diaspora yê dijîn dilxweş u serbilind bun, bi hilbijartina Mam Celal ji bo serokkomarîya İraq. Ev rudaw, hemu propaxanda u bêxtîyên u derewên dewletên dagirker ên dijminên gelê Kurdistan puç dikir. Dijminên gelê Kurdistan her dem li dijî gelê Kurdistan u li dijî tewgera wî propaxanda dikirin kû nikarên bibin xwedanê welatek serbixwo, ger welatek bispirên wan, ew nikarên welatek birêve bibin.


Dijmên gelê Kurd bi wan propaxandayên xwe dixwestên gelê Kurd biçuk bixînên, hest u bîr u bawerîya wan bişkênin. Ji ber wan egera, serokkomarîya Mam Celal ji gelê Kurd pir girîng bu u Kurd çavli rê bu kû Mam Celal wek Kurdek u wek serokkomarek xwedan helwest be.


Lê mixabin, Mam Celal demê serokkomarîya xwe li cîyê serê Kurd serbilind bike, dilê gelê Kurd şikand u gelê Kurd, li ber Dijminê vî şermezar kir. Li civînên nav netewî u li neteweyên yekgirtu parastina serxwebuna dewleta Filistin dikir li li paytaxtên dewletên dagirker wek Tirqîye, İran u Surîye, serxwebuna Kurdistan xewnê şaîran didan dişandan u dilên dijminan xwe dikir.


Li sîyaset u polîtîkaya nawxo, cahş beasîyan li der u dorê xwe kom dikir wan weka şêwirbend akilbend xwe li sazî dadimezirand. Maf u deskewtîyên gelê Kurd li berjewendîyên Ereban da kêm dikir. Parastina serkirdên Beasîya dikir. Firokvanê kû helepçe bombebaran dikir azad kir.


Demê serokkomarîya serda çu gelê Kurd hinek bîhna xwo da u hevî dikir carek din Mam Celal xwo ji bo serokkomarîye namzet neke. Lê mixabin ev daxwazîya gelê Kurd nate cih u carek din, Mam Celal bu serokkomarê İraq.

Gelê Kurd, pêştî Hilbijartînên 7 adar 2010 bi hevîyek mezin beşdarîya hilbijartinên giştî bun, u hevî dikirin partî deshilatdarên Başurê Kurdistan, xeletîyên xwo ên berê bidin ber çawên xwo. Carek din xeletîyên xwe ê berê dubare nekin.

Lê sed heyf u mixabin bi axaftinên berêz Dr. Mahmud Osman endamê parlamentôya İraq, hinek tişt zelal bun kû xeletîyên berên dubare buye.

Serkirde u rayadarên Başurê Kurdistanê piştî hilbijartinên giştî dîyarkirin carek din xeletîyên berê dubare nakin! Dan u stendinên li gel partî u rêkxiravên İraq hemu bi peymanîyên niviskî be. Bi şert u merc beşdarîya hukumeti bibin ev şert u ne bi devkî ne bi axaftên, ewê niviskî bibe. Hemu hevdîtên u peyman li ser rupelên kaxiz were nivisandin an em beşdarîya rêveberîyê nabin.


Berêz Dr. Mahmud Osman li ragihandinek da eşkere kir hîç peymanîyek Kurda a niviskî li hel layanê Ereb tune, Alîyên Ereb peymanîya niviskî li gel Kurda mor nekirîye u dilxaz jî nînên......!


Ez wek Kurdek, hevîdarim serkirde u rayadarên Başurê Kurdistan ji kêmasî u xeletîyên xwe ên berê sûd wergirtibên.






Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.