Ramyarî

Ey Hawar, Çima Nirxa Xwîn u Welat Evqasa Erzane?

Rojhat Badikî · 21.09.2009 · 2 dîtin

Ez bawerim, ba u bahoza ’’ Kürt açılımı’’ derbas bu. Demê serokvezîrê dewleta dagirker a Tirk R.T Erdoğan uşey Kürt bikar tîne, partî, serok, rewşenbîr, rîsipîyên me ‘’ bi kunek tazî’’ xwe davên meydanê u dibêjin ; ‘’ Me her dem digot rojek li rojan ewê dewleta Tirk li me were rahmê, ava ew dem hat, rabin dîlanê, wa dewleta Tirk li me hat rehmê’’  Kes pirsyar nake, gelo armanca dewleta dagirker çîye? Ji bo çi, dewleta dagirker uşeya Kurd bikar tîne? Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd u Kurdistan-çi projeya dewleta Tirk heye ango ji bo çareserkirina pirsgirikê, dewleta Tirk di warê hukukî an di warê zagonîda çi gav davêje an bavêje!  Bi rastî, rewşenbîr u Partîyên vê serdemê gelek tewşo-mewşone, mejîyê masîya di serên vanda hene. Qet nay bîra wan dewleta Tirk a dagirker çendîn car soz u peyman da kû vê pirsgirkê çareser bike. Ev soz u peyman ji Alparslan  destpîkirîye heta niha, heta R.T.E berdevame.  Ev trajedîye.....!  U trajedîya me Kurda heta niha didome u bê seknandin heta çendîn salên pêşeroj jî ewê bidome.  Yên do çepikan ji bo Atatirk u Ecevît dixist niha jî çepikan ji bo R.T.E lê dixin. Ev tradejedîye, ku van kes u partîyan serkêşîya doza gelê Kurd dikin. Dertên meydana li nav çavên gele Kurd dinirhên u peznê dijminê Kurd didin. Weka ku ev dewleta dagir, qet heya u namusa gelê Kurd bin pê nekirîye, bi sedehan hezar Kurd; Jin- zarok-kal-pîr ketil nekirîye, Bi sedahan hezar Kurd bê cîh u war nekirîye, mal u welatê me talan nekirîye-bê şerm u fedî divên em birane-em karin hemu tişt ji bîr bikin!  Ey hawar, nirxa xwîn u welat evqasa erzane....! Xeraç-Mezat xwîn u welat bê nirx tê firotinê....!  Heta ev mentalîte hebe u xwe serkêşîya Doza Kurd u Kurdistan bide naskirin, alîkarên Kurdistana serbixwe wek pîrepok bidin naskirin, trajedîya me Kurda ewê bidome.  Erkên me pir girane, di nav xwedanvan ev mentalîte u dewleta Tirk a dagirker da, rojev u pêvajoyek nu da dest bi rojevek nu bernameyek nu bikin pir zahmete. Lê tu riyek din tune.   Ji bo doza Kurd u Kurdistan pêvajoyek nu, rojevek nu pêwîste. Di nav vê rojev u pêvajoyê da pêwîste parsekî u ji bîr kirin an doza gelê Kurd bi nirxek erzan firotin tune be ku xebat u têkoşîn serbikeve. Ew dem gelê Kurd kare bi serbilindî di nav koma gelên azad u serbixwo cîhên xwe bigre.     

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.