Ramyarî

EWRÊN REŞ

Bîşar Norşîn · 16.10.2009 · 2 dîtin

EWRÊN REŞ   Baran berekete, av jîyana hemu jîndaranda rolekî mezin dileyze, bê av jîyan nabe, bê baran û befir jî av nabe. Ewrên reş xwera baranê tînin, alkîva başin; alîyê dinva berku mîrov sedansed niqira baranê pêşda nikare bizane, tirs û xof jî dikeve ser mîrov. Ewrên reş tirs û xofê jî xwera tînîn, dema ew ezmana xwe didin xwîyakirin; mîrov bona paraztina xwe cîhekî bê tehlîke digerin. Xof û tirs tenya bi ewrên reş nayê,  dema li ser gelekî, li ser welatekî lîstîkên politîk yên qîrej tên kirin,  tête gotin ku; îro ewrên rêş li ser welatê me digerin, berku tehlîke heye û mîrov pêşda nizanî çi bete serê gel. Min bo vê tehlîke ewrên reş anîn bîra xwe.  Mixabin gelek quwet û navda jî gelek Kurdên me şev û roj bona pînekirin û parçekirina Kurdistanê kardikin. Ew bi zorê û metohdên nu yên “modern” dixwezin Kurdistanê parçekiri bêlin û bi Tirkîye, Îranê û Dewletên Ereb va pînebikin. Hinek ji wan dibejin; Iraqek federalî û demoqratik, hinek bo rojhilatî welatê me dibejên otonomî bo Kurdistan demokrasî bo Îran, anji konfedralîzm, here konfedralîzîm, were konfedralîzim, bona Bakurî Kurdistan bi gav avitinekî demokratik alîyê Dewleta Tirk va dixwezin problema Kurdan çareser bikin, Kurdên me yên binê xetê dibin qurbana polîtîka wan, Kurdên başurî rojava carek tin weku dîyarî li senîye bona dagirkeran tên pêşkeşkirin. Wan li Bakur panzdehhezar  zedetirîn şehîd bona Kurdistanekî serbixwe û azad dan.  Ma kuderê man biryarên Şex Ubeydullah Nehrî û Kongrêya yekemîn ya Xoybunê 1918, Kuderê ma Bernama Sex Said ê Pîran ya Komara Kurd li Agrîye, gotara Peşawa Qazî Mihammed anji programa Hukumdarên Kurdistan Şex Mahmud, ma kuderê man bernameyên bizutneweyê Kurdî Bakur li paş 1970, ku dere man biryarên Kongreya Helşo, hemu jî bona Kurdistanek Serbixwe û Azad bun, wan dixwest  Kurd dewletî xwe bidamezrînin. Îro bi hostatî Kurd bi dewletbunê tên durxistin, li Başurî Kurdistan gelê me biryarî xwe bona dewletekî serbixwe da. “Destseleyadarên me” naha ew daxwezî kirin sanduqa xwe top li ser girtin. Kes edî qala wê referandumê nake, yenku xwe serdar dihesibînin xwe didin kerrîyê û xwe lal dikin, yenku berî întîxabata  weku neserdar derketin û naha jî di Parlementoya Herema Kurdistanê weku gurubekê amadene vî alîva tiştekî nagirin serê zimanê xwe. Dixwezin zedetirîn Iraqê demokratîk bikin, Kurdên me yên ku li Bakur her tim ser peyanê bona  Tirkîyek demokratîk bê mane tên bezdan,  enerjîya wan tête çar û çurkirin.  Rojilatî Kurdistan xwertirîn  gurup  pey konfedralîzmek demokratîke. Ez dibirsim? Heta naha  gelê Kurd çi xer di  Dewleta Iraqê da dît, çi xer Dewleta Tirkîyê, Îranê an Syrîyê da dît? Li vê dinyayê ma kesek nema  van dewletan Kurdên me bikin demoqratîk. Li ber piçuktirîn berxwedana Kurdan, ew çar dewlet her tim yêk nebun? Naha jî yêk ninin? Hun bo çi avê ser dilê xwe da berdidin? Destselayedarên Iraqê sibe dîsa eriş bernadin ser we? Hun bi çi zagonê xwe biparezin? Bi zagonan mafên deweletek  dinyayê an bi zagonên nav dewleteke, ango zagonên Dewleta Iraqê?  Di vî katîda  lîstik ewe ku; peymanên weku Qasrî Şîrîn û Loazanê bi destên Kurdan carek din bên morkirin. Li vê dinyayê xencî dagirkerên Kurdistanê kesek dijî dewletbuna Kurdan nîne, berpisîyarîyê  mawêjin li ser Emrîka, Yekîtîya Ewropa, Rusya û dewletin din yên dinê. Her tişt destê we dayê, rindî û xirabî,  bi ruhmet jîyan û xidamîûxulamî destê we dayê. Binerin  çawa Elmanîya dîsa bu yek dewlet, kî ber yekitîya wan sekînî? Çawa Komarên Yekitîya Sovyet jihev veqetîn, çawa gelên Yugoslavya kewnd jihev  veqetîn, çawa Slovak û Çek bê deng û bê problem jihev veqetîn, çawa xelkê Arnavut li Kosavayê bun dewlet? Ma hemu gelanra cêdabun û dewletbun heqe, tenê Kurdanra ne heqe? Bîrmekin; berî veqetîyan anjî yekbunê ew gelana xwedî maf bun, her alîva xwedî maf bun, gor Kurda hezara car zedetirîn xwedî maf bun, dîsa jî negotin em nabin yek, em nabin dewlet.  Di qurna rabirdî Elmana weku milet her du şerê dinyayêda  rolekî mezin girtin ser xwe, şerê alemê yê dudîyada rolekî qîrej girtin ser xwe û bun sucdar, bun sebeba quştina mîlîonan, dura bun du dewlet, esasî du sîstema ew sucar dîtin û ew girtin bin bandura xwe, ew parçekirin, daxwezîya xelkê Elemanya ewbu ku, ew dîsa yekbin, pey mecalekê gerîn, dema ew mecal destxwexistin, dîwarê Berlîne hilşandin, sînor rakirin û dîsa yekbun, çend hefta berî vê buyerê serokê Elmanya Rojilat,  Erich Honecker bi deng bilind diqurîya, digot: “ew dîwar û ew sînor, sînorê taybetî di kapîtalîzm û sosyalîzmeyê, eger pewîstbe hîna sed salên din bimîne”. “Mixabin” gotinên Honecker puç û vala  derketin.  Naha hinek sîyasetmedarên “Kurd” bi devê dagirkeran, bi taqtîk û dîplomasî, be deq û dolaban perçebuna Kurdistanê cawaz û heq dibînin. Dibêjin: “ne tene xwestina Kurdistanekî Serbixwe, xewna dîtîna Kurdistanekî Serbixwe xetayê û xetere”. Ew gavekî Honecker jî şunda hiştin, Honecker qe tu carekê dest neavitibu xewn û xeyalên gelê Elmanya.  Îro  Kurdistanek Serbixwe û serziman anîna we; bo hinekan dibe qurdeşanik mezin, ew li wan dibe girnawug, serhevbinhevbunan mejûyên wan da pêktîne.   Bîrmekin, di bin bandura Kurdistanekî Serbixwe û Azad giwurvanî û şivantî, padîşahtîya di bin bandura dewletekî dagirker hezar car baştire. Ji ber vê dibêjim em cêbin û dewleta xwe bidamezrînin, alîyê demokrasî û mafnasîyê va bila cîranên me bîvila xwe, xwe pabikin,  bîvil pakirina wan nikarê bibe karê Kurda. Kurdên “me” ku bona qencîya dewletên dagirker xelkê me didin bezdan, ne ji mene, pewîste em wan nasbikin û ji wan durkevin. Damezrandina Kurdistana Serbixwe destê we daye, ne deste kesekî din. Em hemu bi hevra çavên xwe vekin û werin vî alî, va alîya: Kurdistane.     Bîşar Norşîn   13.10.2009          

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.