Ramyarî

EW Ê Jİ BİRÇÎBÛNA BİMRİN!

Mamed deriki · 06.07.2007 · 2 dîtin

Emê 20-25 Km yî bikevin bakurê Iraqê; ji bona ewlekarîya xwe emê tixubê Tirkîyê bikşînin wir! Emê elektrîk wan bibirin! Emê derîyê xabûrê bigrin û derîyekî alternatîf vekin; ku emê vî derî jî, di ser Sûrîye re vekin. Em neftê jî nedin wan an jî emê kêm bikin. Ewê ji birçîbûna bimrin… Ev gotinê li jor, tije gef û erîşkarî, gotin ên Tirka ye. Ku, li Tirkîyê ev çend mehin ev nîqaş tê kirin. Li Tirkîye, çen rojê din hilbijartin pêk tê. Ger hikumet be guherîn evê biqewimin! Ger hikumet nê guherin jî, leşker û medya Tirk, wê bi ser Hikûmeta AKP ê de herin, ku AKP zagona derbixînin û her wiha ku êrîşî Kurd û Kurdîstanê bikin û başûr têkin bin kontrola xwe. Ez jî dixwazim li ser van her sê-çar xala rawestim. Li gor xwe û neçêzanî ya xwe, ezê şîrove bikim.1. Gelo binpêkirina Tixûbê dewletekê ewqas hêsane? Anjî mîrov dikare wiha bifikire; ew dewleta kû we di ‘çav xwe rakirîye’ pêwîste ku artêşa wê tunebe, bê çekê modernbin, gelê wê ji tiştekî re nebin, pirr hejarbin û her wiha, gelê wê Dewlet ne organîzebin.Ê niha Tirkîyê, İraq di çav xwe rakirîye, lê hedefa wana yekane Kurd û Kurdistane. Ew bawer dikin ku têkevin axa İraqe; tenê Kurdê karbin berxwe bidin, lê Ereb jî nayê alîkarî ya wan. Fikir û Ramanê wan jî ew ku dibên Kurd; “ji çend eşîreta pêktên, gelê wan hejarin, çekê wan ê modern tuneye, artêşa wan jî tuneye û ne organîzene ye jî” Ji ber vê yekê ew Kurda weke ‘firek av’ dibînin! Gelo ev raste an na? Ez bawerim çend rastî tede heye! Ew jî eve ku, gelê Kurdistanê hîn weke eşîreta tevdigerin, ne organîzenin û ne xwedî çek û artêşe jî, ev heftdeh salin ku azadin lê hîn 3-4 roj berê “herdû wezareta Kurdistanê bûn yek” (2 tirmeh 2007 peyamnêr.com) Ew jî li ser kaxizê bûnin yek! Yanî heta nûha du wezaret, sê-çar artêş (!) 4-5 partî (mîrov karin ji vê re bê eşîret jî) Ji bilî vê jî, dabeşîyek wek; Misluman, Suryanî, Keldanî, Êzîdî, Demokrat û İslamên radîkal jî hene û di navbêna wan de ciyawazî heye!‘Di çav xwe rakirina’ Tirka ne belesebebe. Ji xwe mîrov nikare vê têke şûna dewletekê, lê ne Organîzeye jî. 2. Elektrîk! Wekî ku Tirk dibên, em deh roja elektrikê nedin wan, ewê perîşan bibin! Gelo ev jî ne raste?!Sedsala 21’mîn, Teknolojî ewqas pêşde ketîye, Ewqas derfet zêde bûne, lê mixabîn hîn Kurd nikarin ji xwe re Elektrikê hilberîne û bi rastî jî, Tirkîye elektrîkê ji ser wan bibire, ewê perîşan bibin! Ji xwe “çêkirina bendavek ku, di dema Seddam de proje ya wê hatîye danîn û her sal jî ji bona vê bendavê pere jî te veqetandin lê mixabîn ev bendav hîn nehatîyê çêkirin.” (nûçe ya azadiyawelat)3. Derîyê Brahîm xelîl (xabûr) Xebatek Dewleta tirkî li ser vê mijarê heye. Ger bi rastî jî vî derî bigrin, çi yê têkeve halê başûr? Ji ava vexwarinê de bigrin, heta rûn û şekir û hemû tiştê xwarinê ji Tirkî yê deheri vir. Yanî qe nikarin tiştekî çêkin-hilberînin?!!Ji vê rewşê re mîrov dikari çi bêje? Kurdê me yê diasporayê jî, ha Kurdistan û Kurdistan, wan dinepixînin, her wiha di gena(îrsî) kurda de arodetî heye, ger bên nepixandin jî, ji xwe rewş li holê ye!4. Mijara Neftê jî, ji xwe mîrov şaş dike! Kurdistan li ser neftê dilîze, ku mîrov erdê dikole neft derdikeve. Lê mixabîn disa jî hewcedarê nefta Tirkîyê ye. Ji ber ku rafîneyek lê tuneye! Neft, di derîyê Brahîm xelil re dehere Kurdistanê. De were nemre û nehele!Tenê ev çend xalin. Lê mixabîn pirsgirêk pirr û pirrin.Hewceye ku Kurdistanî piçekî hewlbidin. Ji xwe hal û mercê cîhana îro hewceyî hewldaneke taybete! Pêwîste ku mîrov jêhatîbin, bişuxulin, bişuxulin û şixulhezbin.Pêwista mîrov çalak be, li cîhanê bigere, ku mîrov kapîtala navnetewî bînin Kurdîstanê. Pêwîste ku Kurdên Diyasporayê û bi taybetî Karsazên Kurd, kapitalên xwe bişînin Kurdîstanê û li vir kar û karistana vekin. Ji bona kurdîstan bi pêşkeve, dewlemen bibe û li hember gef û êrîşê cîranê xwe xurt bibe.5.07.2007Mamed Dêrikîmderiki@hotmail.com

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.