ÇI BIKIN?
Bîşar Norşîn · berî 7 meh
Nevzat Karakeçi · 25.07.2006 · 2 dîtin
Serokê Yekîtiya Baroyên (saziya Parêzeran) Tirkiyê Ozdemir Ozok, di civîna baroyan de bi axaftineke hovane û bi şêweyekî nijadperestî, piştgiriya hewldana operasyonên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê kir. Ozdemir Ozok, di axaftina xwe de diyarkir ku dewleta Îsraîlê, ji bo du leşkerên xwe, êriş biriye ser Lubnanê, divê Artêşa Tirk jî, êriş bibe li ser Bakurê Iraqê. Li gor ku ji aliyê Rojnameya Birgunê ve hatiye belavkirin, saziyên parêzeran yên seranserê Tirkiyê, di bin birêvebiriya Yekîtiya Baroyên Tirkiyê de, di 23ê Tirmeha 2006-an de li Enqerê li Otêla Dedemanê, di derbarê hewldanên rayedarên Hikumet û Artêşa Tirk ya operasyonên herêma bakur û başûrê Kurdistanê de civînek li dar xistin. Axaftina destpêka civînê, ji aliyê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Ozdemir Ozok ve hat kirin. Ozdemir Ozok, bi şêweyeke hovane, li van operasyona xwedî derket û ji hewldanên opersyonan re piştgiriya xwe, eşkere kir. Ozdemir Ozok, di axaftina xwe de diyarkir ku dewleta Îsraîlê, ji bo du leşkerên xwe, êriş biriye ser Lubnanê û Lubnanê kiriye gola xwînê û ji bo vê êrişê jî, ji tu dewletek an jî ji tu kesek destûr negirtiye. Ozdemir Ozok, herweha bal kişand ser hewldanên rayedarên tirk yên bo operasyonan û weha dom kir; “bi salan e ku li herêma Rojhilatê Bakurê Tirkiyê bi deh hezaran leşkerên tirk hatine kuştin û hê jî tên kuştin û herkes pê dizane ku serkaniya van kuştinan, ji bakurê Iraqê derdikeve. Ji ber van sedeman e ku divê Artêşa Tirk jî, êriş bibe li ser Bakurê Iraqê û ji bo vê yekê jî, pêwîst nake ku ji hêzek an jî ji dewletek, destû werbigre. Mafê tu dewletek tune ye ku ji Artêşa Tirk re bibêje, ‘tu nikarî êriş bibî ser bakurê Iraqê’. Ez bixwe, bi tu şêweyek gotineke bi vî awahî, napejirînim.” Ozdemir Ozok, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvendiyê navbera Tirkiyê û Emerikayê û weha dom kir; “kesên ku ji duh û heta îro birêvebiriya Tirkiyê kirine, tu wextek, bawerî bi hêz û keweta nirxên netewi neanîne û herweha ketine bin bandora Emerikayê û ligel xwe nirxên netewî yên Tirk jî, radestê wijdanê Emerikayê û dewletên Rojava kirine.” PUKmedia: Amed/Nevzat Karakeçi
Hê şîrove tune ne — yekem bibe.