Ramyarî

EV ÊRÎS Û PROVAKSYONÊN LI DIJÎ MILETÊ KURD DIVÊ RAWESTIN

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd · 05.04.2006 · 2 dîtin

Li Diyarbekirê, kêfa þahiyên Newroza 2006 an pir dom nekir. Êrîs û provaksyonên eþkere ye ku ji berê ve hatibûn amadekirin, roja 27 ê Adarê, di pêþwaziya termê çar xortên ku digel 10 xortên li derdorên Mûþe hatibûn þehîd kirin de, destpê kirin. Artêþa tirk bi hêzên leþkerî, bi polîsên taybetê, bi panzêr û bi tankan êrîs bir ser xelkê sivîl. Bûyerên ku li Diyarbekirê destpê kirin, di demeke kurt de derbasî çend bajarên din jî bûn. Niha li hinek bajaran ev êrîs berdewam in. Di encama van êris û provaksyonên plankirî de, heta niha, bý dehan kes hatine þehîdkirin, ku di nav wan de sê zarok jî hene, yek ji wan sê sal ye. Bi sedan kurd hatine birîndarkirin û binçavkirin. Bi hezaran tîcaretxane û cîhên kar hatine wêrankirin, talankirin û þewitandin. Artêþa Tirk di van provaksyonan de hêzên tarî jî bikar tîne. Bombekirina xelkê sivîl û provaksyonên ku li Þemzînan û li hinek bajarên din rûdan, eþkere bûne ku ev hemû ji alîyê artêþa dewleta Tirkiyê ve, bi pilankirî hatinin kirin. Sawciyê bajarê Wanê ev yek bi belge nîþan dabû û li dijî çend leþkerên bi rutbe û hin general jî tê de ne, dawe vekir. Di van bûyerên dawîn de, sebebekî din jî ew e ku dixwazin dawa li dijî generalan ji rojevê daxînin û bi êrîs û provaksyonan bala rayagistî biksînin ser bûyerên din. Em, rêxistin û partiyên siyasî digel organîzasyonên demokratîk ku ev beyan îmzekirine, van êrîs û provaksyonên hovane ku xesareke mezin dane can û malê gelê kurd, bi tundî þermezar dikin. Em rijandina xwîna kec û lawên kurd ji bo projeya “demokratîk Cumhuriyetê” ê jî rast nabînin. Em bawer in ku tu berjewendiyê miletê kurd di çêbûn û berdewamîya van bûyeran de tune. Hêzên ku rê li ber erîþen dewletê xweþ dikin û berdewamîya van bûyeran dixwazin, xizmetê ji bo çareserkirina pirsa Kurd nakin. Loma em ji xelkê daxwaziya aramî û sikûnetê dikin, hêvî dikin ku gelê kurd li hember van provaksyon û êrîsan, guh bide dengê me, hiþyar be û neyê leystikan. Em serxweþîyê li malbatên þehîdan dikin û ji wna re sebrê dixwazin û ji birîndaran re jî silametîyê dixwazin. Em hêvîdar in ku birîndar di demek kurt de baþ bibin.Daxwaziya me ji hikûmeta AKP ê ew e ku ew berpirsiyariya xwe bigre, van êrîs, kuþtin, gulebarankirin û binçavkirina kurdan di kurttirîn wext de bide rawestin û sozê ku serokwezîr li Diyarbekirê dabû, bi cî bîne. Ji bo çareserkirina pirsa kurd gavên cidî bavêje. Piras Kurd, bi tedbîrên polîsî, bi tedbîrên leskerî û bi gulebarankirina xelkê sivîl, bi kurtî bi bikaranîna þîdetê nayê careserkirin. Bi kar anîna þîdetê li hember gelê Kurd rewþa Tirkîyê jî aloztir dike, rê li demokratîzekirina Tirkyê jî digre ku ev jî ne berjewendiyê gelên Tirkîyê ye. Ev bûyerên hanê, bi pêvajoya demokratîzekirina Tirkiyê re û bi haziriyên endametiya YE re naguncin. Pirsa miletê kurd, pirseke siyasî ye û tenê dikare bi metodên siyasî û demokratîk bê careserkirin. Em bangî Hukumeta Swêdê dikin û ji hemû hêzên aþtîxwaz û demokratîk hêvî dikin ku li hember van êrîsan bêdeng nemînin. Em daxwaz dikin ku YE ,YM van êrîsan þermezar bikin û mudaxeleya Tirkiyê bikin ku erîþen li ser gelê Kurd bisekinînin û ji bo çareserîyekî edilane gavên cidî bavêjin.--------------------Amadekar: Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê (14 partiyên siyasî ji hercar besên Kurdistanê/14 politiska partier från fyra delar av Kurdistan)Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS)Pistgir: 1. Komeleyî Soresgêrî Zahmetkêsanî Kurdistanî-Êran (Komala Party-îraniyan Kurdistan)2. Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Kurdiska Kvinoförbundet- YJK)3. Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê (Rådet för Syriska Kurder i Sverige)4. Yekîtiya Ciwanên Kurd-YCK (Kurdiska Ungdomsförbundet)5. Insiyatîva Kurd li Swêdê IKS (Kurdiska Insiativet i Sverige)6. Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê -liqê Swêd (Kurdiska Yekîtî Partiet i Syrien)7. Partiya Dîmokratî ya Kurd li Sûriyê liqê Swêd (Kurdish Democrati Party in Syrian -EL PARTY)8. Partiya Azadî a Kurd li Sûriyê - Liqê Swêd (Kurdiska Azadî Partiet i Syrien)9. Hizbî Zahmetkêsanî Kurdistan-Basûr-liqê Swêd10. Partî Serbixoy Kurdistan- Basûr-Liqê Swêd -----------------------------------------------

Yên Eleqedar

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ne — yekem bibe.